Nalîna Ş.N. Birîfkanî û ya Cegerxwîn .. Lêkolîneke berawirde (ji bo 41emîn bîranîna koça Seydayê Cegerxwîn)

Heyder Omer

Di vê kurtelêkolînê de ez helbesteke Cegerxwîn (1903 – 1984), Şeva hicran([1]),  ji warê avakirinê de didim hember helbesteke Sêx Nûreddîn Birîfîkanî (1790 – 1853), “Li kurdistanê kêvî ez”([2]) da bête xuyan, ku Cegerxwîn ta çi ast û radeyê dide pey helbestvanên kilasîkên Kurd.

Şêx Nûredînê Birîfkanî di helbesta xwe de li gel Xweda dipeyivê, û hinek nerînên xwe yên tesewufî tê de diyar dike, û eşkere dide xuyakirin, ku ew wek pirên  sofînizman bawermendê  yekîtiya heyînê ye, (wehdetilwucûd) nemaze gava dibêje:

Bi xwe feyda îlah im ez, bi text û şah kulah im ez.

 

Ş. N. Birîfkanî helbest xwe li gor awaza pêlewaza (Wafêr) ya urûda erebî ristiye, û rêzbenda

(qafîye) wê bi gotina (Ya Reb) girêdide; ev gotin her tim di dawiya birê çarem ê her çarînekê de dubare dibe, û weha jî heya dawiya helbestê dom dike.

Awaza pêlewaza Wafêr li ser pêlika مُفاعَـلَـتُن(mifaeletun ــ/ــ ــ/ )tê ristin: Kîteke dengkurt, kîteke dengdirêj, du kîtên dengkurt, û yekeke dengdirêj li pey hev rêz dibin, û hin caran ev pêlik ( (تفعيلةbi awayêمُفاعَـلْتـُن  (mifaeltunــ ///) tê, ango herdu kurtekîtên sêyem û çarem, ên dengkurt (- -) tev lihev dibin, û bi yekeke dengdirêj ( / ) têne guhertin, û di her malikekê de sê caran dubare dibe, lê pirê caran li ba helbestvanên Ereb, pêlika sêyem bi awayê kurt tê ristin, û dibe  فَعولن (feolun ــ// ). kilasîkên Kurd, yên ku helbesta xwe li gor awaza vê pêlewaza urûda erebî ristine, hin caran pêlikeke din bi ser wan sisiyan ve dikin, û her birekî malikê bi du pêlikan dirêsin. Ş. N. Birîfkanî jî li ser şopa wan çûye, û  pêlika (mifaeltun -///) çar caran di her malikekê de; ango di her beşekî çarînekê de du caran dubare kiriye.

Her weha, eger em birên helbesta Ş. N. Birîfkanî bi forma çarînan li pey hev rêz bikin, em dê bibînin, ku her sê birên pêşîn yên her çarînekê rêzbendeke hevpar hene, lê birê çarem yê hemî çarînan rêzbendeke hevpar heye, ji ya sêyên din cida ye, wek nimûne:

Eger mîr im, eger begler  

Bi xwe nûrê çi xweş rehber 

Li ber çawêm tenê dilber

Nîmaye her hew im ya Reb.

Tenê çarîna yekem di vê sîstemê de cida ye, ji ber her du birên yekem û sêyem rêzbendeke hevpar, û yên duyem û çarem yekeke hevpar hene:

Muhemmed hate miracê

Yeqîn ez her ew im ya Reb 

Ji sîne şibhê wehhacê 

Çi nûra pertew im ya Reb.  

 

Cegerxwîn jî helbesta xwe bi awayê ya Birîfkanî ristiye, helbesta wî ji 16 malikan peyda bûye, her du malikan, wek Birîfkanî, yekser li pey hev rêz dike, û herduwên din hinekê ji wan bi dûr dixîne, ku helbesta wî, wek ya Birîfkanî, mîna çarînan xuya dibe, û peyva  dawî ya birê çarem heya dawiya helbestê (Ya Reb) dimîne.

Şêweyê helbesta Birîfkanî, mecazê dixebitîne, û wêneyên hunerî dafirîne, lê awayê xebitandina wêneyên hunerî li ba Birîkanî pirê caran bi gavekê bi pêş pirên kilasîkan dikeve.

Delameta wêneyê hunerî li ba kilasîkan ew e, ku wateyê şirove dike,lê helbesta hemdem delameta wêneyê hunerî guhertiye; ev wêne, di helbesta hemdem de nema wateyê an jî ramanê şirove dike, belê bûye alava derbirînê. Hinek wêneyên Birîkanî jî ev delamet hilgirtine, û gavekê bi pêş wêneyê kilasîk ketine, wek nimûne:

Şeva tarî ku roj im ez ………

 

Ev wêne bûye alava derbirînê, û dide xuyakirin, ku helbestvan di nav heyama nezanîn û cehaltê de dixebite, da riya rast şanî mirov bike. Ciwaniya vî wêneyê hunerî bi hemberhevdana dijberan re xuya dibe; di tariya şevê de biriqîna tavê derdoran ronî dike. Her weha Ş. N. Birîfkanî peyvên hêzdar, ku gulma mirov dadigirin, vedibrêje, û peveka (hevok) xwe pê dirêse, wek peyvên (ayîn, soj, pehlew, salar û,h,w).

Ji vê pê ve pêjna zargotina (folklor) kurdî jî ji helbesta Birîfkanî tê, wek çawa birê dawî (çarem) yê çarînekê, di birê yekem yê çarîna din de dubare dike. Ev cûresîstem di helbesta gelêrî û kulamên kurmancî de pir dubare dibe, helbestvanê gelêrî û dengbêjan her tim di helbest û kulamên xwe de vê yekê bi kar tînin; ev sîstema helbestê û kulamê li hin deverên Kurdistanê, nemaze li Çiyayê Kurmênc / Efrînê, bi (serdor) dinavînin. Birîfkanî jî vê yekê di çarînên 4 û 5 û di yên 11 û 12 de dubare dike. Di yên 4 û 5 de dibêje:

Disojim ez bi narê xwe

Bi nar û qehrê yarê xwe

Rûh û canêt neyarê xwe

Biyar û pehlew im ya Reb

 

Biyar û pehlewan im ez

Sipeh salarê wan im ez

Xwedawendê cîhan im ez

Ku seidê qeylew im ya Reb

 

Cegerxwîn helbesta xwe (Şeva hicran) dide hember ya Birîfkanî, ew jî li gel  xweda dipeyive, û her tim li dawiya çarînên xwe bang xweda dike, ji ber êş û derd û kulên, ku dilberê pê re peyda kirine, hawara xwe dike xweda û dibêje:

Nema min sebr û aramek

Ji ber jana evîna dil

Evîn behr e, belê tenha

Di ber pêlan ketim ya Reb.

Tevî ku herdu helbestvan bang xweda dikin, û pê re dipeyivin, lê mijarên wan cuda ne, Birîfkanî nerînên xwe yên tesewufî diderbirîne, lê Cegerxwîn êş û azarên, ku dilberê lê peyda kirine diderbirîne. Cidabûna naverokê çi kêmasiyê nagihîne helbesta hevber, ji ber ku merem û mebesta helbestvanê duyem, (ku li vir Cegerxwîn e) ne naverok e, belê awa û şêweyê avakirina helbestê ye. Vê lomê emê vî awayî li ba Cegerxwîn bipelînin û binerxînin.

Helbesta Cegerxwîn, ku ji 8 çarînan peyda dibe, li gor awaza  pêlewaza ya Birîfkanî; ango li gor pêlewaza Wafêr, hatiye ristin, lê wî jî wek Birîfkanî herdu kurtekîtên sêyem û çarem tev li hev kirine, û bi yekeke dengdirêj guhertine, ango ji dêvla (mifaeletun ــ/ــ ــ / ) ( mifaeltun ــ/// ) xebitandiye. Xuya ye forma (mifaeletun ــ/ــ ــ /  ) li awaz û fonîtîka zimanê kurdî nabane, ji ber ku hemî helbestên kurdî, ku li gor awaza vê pêlewazê hatine ristin, (mifaeltun – ///)  xebitandine, û Cegerxwîn li pey vê şopê çûye.

Cegerxwîn rêzbenda birê çarem yê çarînên vê helbestê ji ya Birîkanî wergirtiye, û ew jî banga (ya Reb) dixebitîne, û ev rêzbend di her du birên 2 û 4 yên çarîna pêşîn (yekem) de hatine xebitandin, wek ku Ş.N Brîfkanî jî wusa kiribû, û ji bo her sê birên pêşîn yên çarînên 2, 3, û 4  rêzbendên cida veqetandine, çarîna pêşîn weha ye:

Di tarîka şeva hicran

Çiraxek sîfet im ya Reb

Ji ser heta piyan ar e

Bi carek vêktim ya Reb.

 

Û çarîna duwem jî wisa ye:

Nema min sebr û aramek

Ji ber jana evîna dil

Evîn behr e, belê tenha

Di ber pêlan ketim ya Reb.

Û ji her sê birên pêşîn yên çarînên 5, 6, û 7an re rêzbendeke hevpar vebjartiye, wek nimûne, çarîna pêncem wisa ye:

Şev û rojan bi kovan im

Bi bilbil re dilovan im

Hevalê xuncê baxan im

Ji gul ez dûr ketim ya Reb.

 

Lê rêzbenda van her sê biran di her çarînekê de tê guhertin; ya sê birên çarîna 5ê li jor diyar e, ku ( an im) e, lê ya sê birên çarîna 6ê (lim ez) û ya yên çarîna 7ê (rî me) ye, lê ya yên çarîna 8ê dîsan tê guhertin, û di her birekî de jî cida ye, (kurd im. Kerd im, çerd im), wisa jî diyar e, ku awaza hemî rêzbendan, ji pêş heya dawiya çarînan her tim bi du kîtên dengdirêj kuta dibe.

Cegerxwîn hin caran kurtekîtan dengdirêj dike, û dengdirêjan jî dengkurt dike. Wek nimûne; gava dibêje (Nema min sebr û aramek) û gava dibêje (Evîn behr e, belê tenha di ber pêlan ketim ya Reb), kîta (û),ku di bingeha xwe de dengdirêj e, lê Cegerxwîn wê kurt dike,û kîta (e), ku di bingeha xwe de dengkurt e, Cegerxwîn wê dengdirêj dik e. Birîfkanî jî weha kiribû, ewî di çarîna çarem de gotibû:

Disojim ez bi narê xwe

Bi nar û qehrê yarê xwe

Rûh û canêt neyarê xwe

Biyar û pehlew im ya Reb.

 Eger tu bala xwe bidiyê, kîta () ji peyva (qehrê) û kîta () ya peva (Rûh) ku di bingehên xwe de dengdirêj in, kurt kirine. Ev yeka di ristina helbestê de ne kêmasî û ne jî şermeke hunerî ye, belê awaza helbestê li gor lezbûn û hêdîbûn, sertî û nermiya hestên helbestvan tê ristin, û pê re jî kîtên dengdirêj û yên dengkurt bi hevu têne guhertin.

Şahê awaza helbesta erebî; El-Xelîl Bin Ehmed El-Ferahîdî, ji zû de bala xwe dabû vê yekê, û weha çûbû, ku awayê nivîsîna helbestê ji awayê awaza wê cida ye, lê ev cidabûn di awayê nivîsînê de xuya nabe, bilê di xwendinê de xuya dibe, ji ber xwendin bi deng û awaz e. Bi gotineke din: Helbest li gor mercên rastnivîsînê û giramatîka zimên tê nivisandin, lê li gor dengan û kîtan tê xwendin. Eger em helbestekê li gor xwendina wê binivisînin, emê bibînin, ku ev awayê nivîsînê ji awayê nivisîna rast û giramatîkî cida ye.

Ji warê peyvan de  jî, peyvên çarînên Cegerxwîn li wateya wan dibanin, vê lomê nazik in, hestên melûl û şîndar diyar dikin, wek (aram, dilber, can, dil, bilbil, kovan, bax, nalîn û.h.w). Çima na? Ma em nabînin, helbestvan çiqas ji ber kul û derdên evînê dinal e, nemaze gava dibêje:

Meger ez Ristemê kurd im

Fîraqê ez nexweş kerdim

Cegerxwîn im siyahçerd im

Di kunca xelwet im ya Reb.

Tevî ku xwe wek Ristemê, ku di cengan de navdar bû, hêzdar û leheng bû, dide xuyakirin jî, lê ji ber êş û kulên evînê jar û melûl ketiye, û ceger bi xwîn bûye. Pê re jî hevoka Cegerxwîn nerm û hêdî diherike, û dîsan rewşa azariyê werdigerîne, lê ji mecazê jî ne bê par e, wek ( ji ser heta piyan ar e.  zirav im, wek hîlal im, Şikestî wek rengê dal im), ango lawaz û jar û piştxar im, lê wêneyên hunerî yên laseyî (teqlîdî)bi kar tîne.

Cegerxwîn dide xuyakirin, ku hemî zaraveyên zimanê kurdî mal û milkên her Kurdekî ne, vê lomê bê dudilî, peyvên zarava kurmanciya başûr ( Soranî), wek peyva ( kerdim) ji dêvla peyva kurmanciya bakur (kirim) dixebitîne.

Hemî helbestvanên Kurd, nemaze jî kilasîkan, çi sînor nexistine navbera zaraveyên zimanê kurdî, Ehmedê Xanî di şehbanowa berhemên kilasîkan (Mem û Zîn) de, ne tenê peyvên zaraveyan, belê yên liqên wan zaraveyan jî xebitandibûn, û her weha Birîfkanî jî di vê helbesta xwe de şêweyê zaraveya kurmanciya başûr bi kar haniye, û di çarîna dawî de ji dêvla (çavê min) gotiyê (çawêm). 

Weha diyar e, ku Cegerxwîn ev helbest bi mebest li gor ya Birîfkanî ristiye, ji ber ku ew helbestên kilasîkên pêşîn berztirîn û ciwantirînên nimûneya helbesta kilasîk dibîne, û xweziya wî ew e, ku berê hemdemên xwe bi ber wan nimûneyan de bide, ji ber ku awaz bi tenha nikare helbestê bafirîne, belê şêwe jî, bi hemî hêman û alavên xwe ve, divê ye, da nivîs bibe helbest, û ji melbestê were cidakirin. 

([1])  Cegerxwîn: Dîwana yekem. Agir û pêtî. Weşanxaneya Avesta, çapa çarem, Istanbol 2003, rû 247.

([2])  Ş. N. Birîfkanî: Dîwana, amadekirina Zahîd Birîfkanî, çapa yekem, Hewlêr 2002, rû 79, 80.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…