79 sal ji dȋroka kurdistanȇ û du zayȋnȇn pȋroz

EBDILBAQȊ ELȊ

Di mêjûya gelê kurd de du bȗyerȇn diyar hene ku bi hevre xalaeke guhertinȇ ya mezin di pȇvajoya gelȇ ku ji mȇjve jibo mafȇn xwe yȇn netewȋ ȗ niștimanȋ tekoșȋn kiriye ҫȇkirine. yek ji herdȗ bȗyeran damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, û ya dȋ jidayikbûna Serokê gelê kurd, Mesûd Barzanî ye.

Di 16’ê Tebaxê de, 79 sal di ser damezirandina partiya demokratîk a Kurdistanê (PDK) re derbas bȗn, ȗ di heman roja damezrandina partîyê de, Mesûd Barzanî ji dayik bû ye, ȗ di temenȇ xwe yȇ diwanzdeh saliyȇ de, tiving hilgirti ye, ȗ tevlȋ pȇșmergan bȗ ye, wî bi xweragirȋ rêberiya gelê xwe kiriye heta ku serhildana milyonî ya ku biwe çirûska ku doza Kurd veguherand qonaxeke nû ya hebûna siyasî û rewatiya navneteweyî rȗda.

ji kȇlȋka damezrandina xwe ve Partiya Demokrat a Kurdistanê wekȋ yek ji bingehȇn siyaseta kurdȋ, pêkhatina xwe ser rêza neteweyî û prinsipên demokratîk ava kiriye, pirojeyek niştimanî ya komkar ku daxwazên gelê Kurd ji bo azadî û demokrasiyê li xwe digire hilgirtiye, ji destpêka xwe ve heta îro bi rêberiya Barzanîyan berxwedan û xebateke neteweyî berçav dike, maf û azadiya gelê Kurd diparêze, ȗ di sindoqên dengdanê de jȋ li Kurdistanê ti hevrikekȋ rasteqîn bi Partiya Demokrat a Kurdistanê re ҫȇne bȗ ye, ȗ ew bi saya zelalbûna dîtina xwe û bihêzbûna helwesta xwe her ȗ her di pȇșiya dȋdara siyasî de ye, ȗ bi rojan re, bi derbasbȗna demȇ re Partî bȗ ye xwendingeha têkoşîna siyasî û ramyarî, bȗ ye sîwanek ji bo hêzên civakî yên cihê yȇn ku li ser yek peyvê jibo parastina Kurdistanê û mafên wê yên rewa kom dibin. Ȗ li ser dirȇjȋ ya dehsalan, partiyê serkȇșiya qonaxên sereke yên têkoşînê kiriye, û bȗ ye navnȋșana domdarî û berdewamiyê di rûbirûbûna kêşeyên herêmî û navneteweyî de.

Ȗ bi zayȋna Serok Mesûd Barzanî, rȇberekȋ ku berpirsiyariya netewekȋ bi temamiya wȋ li xwe girtiye Ji dayik bȗ ye, di xwendingeha bavȇ xwe Mistefa Barzaniyê nemir de hatiye afirandin,  ji zarokȋ ve li ser şan û xebata bavê xwe mezin bû ye, ȗ ew wekî pașmayê raman û Rêbaza Berzanîyȇ mezin bi karȋn ȗ hȇza xwe ya komkirin ȗ belans kirina di navbera hișmendiya siyasȋ ȗ mȇrxasiya qadȇ de xwiya bȗ ye, ew bi mȇrxasȇ qadȇ ȗ diyalogan di heman deme de diyar bȗ ye, serkȇșiya pȇvajoya tekoșȋnȇ di qȗnaxin hestiyar de kiriye.    

Mesûd Barzanî di warȇ siyasî û şoreşî de roleke girîng leyistiye, di demên giran û gelek dijwar de rê ya tekoșȋnȇ li pȇșiya gelê xwe vekiriye, wȋ li Kurdistanê wêneyek geș ji siyaseta demokratîk re ava kiriye, û li ser asta navneteweyî jȋ daxwazȇn kurdan bi awayekî zelal gihandiye cihȇn xwedȋ rol ȗ peywendȋdar.

partȋ bi serkȇșiya Rȇberȇ gelȇ kurd Mesȗd Berzanȋ ȗ bi hevkariya hevalên xwe di Partiyê de û bi pişgirtina giştî ya gel serhildana Adara 1991 ku yek ji mezintrȋn rawestgehȇn dȋroka kurdȋ ya nȗ tȇ naskirin çêkiriye.

Eve bȋranȋna heftê û nehan ya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê. Ew ne tenê hejmarek e di salnameya dîrokê de, ȗ ne tenê bîranîneke derbasbûyî ye, ȗ ne jȋ helkefteke partiyetȋ bi tenȇ ye, lȇ ew bȋranȋna tevgereke mezin a neteweyî û siyasî ye, ku sitȗnȇn tekoșȋna kurdȋ ya nȗ kȗr kiriye, ew nimȗneyeke zindî ye ji bo pȇvajoyeke têkoşîna domdar ȗ berdewam, ȗ serkeftina berhevkirî, û her weha bȋranȋna jidayikbȗna serok Mesȗd Barzanȋ helkefteke jibo bibȋranȋna   rêberayetiyeke dîrokȋ ku îspat kiriye ku baweriya gelê Kurd bȇ qelen nayê dayȋn, lê bi sebir ȗ qurbaniyan û bi helwestên xwert di qonaxȇn herî zehmet de tê qezençkirin. ew dastanek e ku rȇҫ ȗ rȇgeha miletekȋ bi kurtȋ vedibȇje, çîroka serkeftina berdewam e, vȋneke ku nayȇ șikandin, mitmane û baweriyeke gelȇriye ku ti carȋ nayê hejandin.          

Heftê û neh sal ne tenê hejmarek e di rȗpelȇ dîrokê de, lê pȇvajoyeke tekoșȋnȇ ya gel, partȋ, ȗ serkirdayetiyȇ ye, ȗ dastana  pevguhertina wefadarȋ ȗ dilsoziyê di navbera gel û serkirdayetiyê de  ye.

li pişt vê dastana dirêj hişê Berzanȋ yȇ Şareza ȗ hișmend, ȗ dibistana wȋ ya siyasî û reftarî ya ku ji damezrȇner rêberê nemir Mele Mistefa Berzanî yê ku doza gelê xwe ji bav û kalên xwe yên ku li dijî sitemê rahiştine çekê û li dijî dîktatoriyên herî dijwar têkoşiyane, mîrate girtiye dest pȇ kiriye radiweste.

bȇ guman ev pȇvajo ya dirȇj ȗ dastana dȋrokȋ ne bȇ dijmin birȇve diҫȗ, belȇ rȇbaza barzanȋ bi tevayȋ ȗ Partiya Demokrat a Kurdistanê bi taybeti rȗ bi rȗ yȇ dijberȇn hindur ȗ derekȋ biwe ȗ hȋn jȋ rȗ bi rȗ dibe, ku wan alav ȗ amȗrȇn curbicur ji dorpȇҫkirina aborȋ ȗ kampaiyayȇn reșkirinȇ ȗ ta bi pȋlangȇriyȇn siyasȋ ȗ leșkerȋ jibo rawestandina biserketinȇn wȋ ȗ șikandina mitmane ȗ baweriyȇ bi bi vȇ rȇbazȇ  bikaraȋnine.   

lȇ digel vȇ yekȇ jȋ partȋ bi serkȇșiye Berzanȋ ȗ bi palpiștiya vȋna cemawerȇ xwe, ȗ bi saya dȋroka tijȋ qurbanȋ maye xweragir, ȗ ҫendȋn serkeftinȇn siyasȋ, diblomatikȋ, ȗ leșkerȋ jȋ tomar kiriye.

ev berxwedan, xweragirȋ, ȗ serkeftinȇn dȋrokȋ, ku partȋ piștȋ 7 dehsal ȗ nȋvan dimȋne rȇberȇ gelȇ xwe, ne ji valeyȇ tȇ, belȇ ew nȋșana kȗrahiya rehȇn wȋ ye, ȗ rastiya rȇbaz, ȗ xwegirtina helwesta wȋ ye, helbet dema ku vȋna cemawer ȗ hișmendiya serkirdayetiyȇ digihin hev, dȋrok bi pașerojeke zindȋ tȇ guhertin.  

Ev zayîna cot ya jixweber ji bo siyaseta neteweyî ya kurd wateyeke stratejîk û dîrokî heye, ȗ ev raja pîroz, bi serê xwe, mesajeke diyar dide gelê Kurd: ku serok û partî wekî du hȋmȇn bingehȋn yȇn netewî, bi hevpeyman û hevkarîyê, dîroka neteweyî ya kurdȋ ava dikin.

Di pîrozbahiyê vê roja dîrokî de, em silav û rêzê xwe jibo serok Mesûd Barzanî û jibo partiya demokratîk a Kurdistanê dișȋnin, hêvî û omȋda me ewe: ku di salên bȇn de serketin, pêşketin û yekîtiya gelȇ kurd misoker be, Kurdistan bihtir ewleh, demokrat, avedankirȋ û pêşketȋ be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…