Şahiya salrojiya Dr. Hikmet Axa Şikakî

Elî Cefer

Duh, bi beşdariya ( 70 – 80 ) rewşenbîr, siyasetmedar, hunermed, kesayetî û welatparêz ji herçar beşên Kurdistanê li bajarê Bonnê – Elmanya ( 85 ) salrojiya jidayîkbûna welatparêzê naskirî Dr. Hikmet Çirûskî Şikakî bû li darket.

Di va şahiyê de van gotinan hatin pêşkêşkirin:

– Partî Demokratî Kurdistan – Sûriyê Dr. Nafêi Pîro.

– Kekşar Oremar.

– Partiya Yekîtî a Demokrata Kurd li Sûriyê, Selah Ilimdarî.

– Heyder Omer.

– Dr. Husên Hebeş.

– Can Kurd.

– Cîhan Birahîm.

– Komkar – Beko Topgider.

– Dr. Fewzî Qedor, balyozê Herêma Kurdistanê li Siwêsra.

Cihê gotinê ye ku hin dostên Dr. Hikmet nikarîbûn beşdarbana lê baxên Gulan jêre rêkiribûn; wek hêja Hoşeng Osman Sebrî. Herweha her axaftvanekî diyarîyek ligel xwe anîbû û pêşkêşî H. Şikakî kir, herwisa tîma ( Rûdaw ) ê, ji destpêkê heya dawiya şahî şopand.

Herdîsa di şahiyê de berhema nu: ( Rolên Jîn. Roja nu. Ronahî di pêşketina bizava çanda Kurdî de ), ya rojnamevan û lêkolînerê nasdar Dr. Ebdilmecîd Şêxo – wek diyarî – li ser hezkiriyên çand û zimanê Kurdî hat belavkirin.  

Li jêr hin wêneyên şahiyê: 

  1. 07. 2025

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…