Sûriya di navbera Îbrahîmî û Osmanîzmê de

Ebdûlazîz Qasim 

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta niha li ser qirkirina gelên resen yên navçeyê hatine pêkanîn û bi taybetî li ser qirkirina Gelê Kurd hatine avakirin, heta bigehê pirojeyê wê yê niha jî yê bi navê (Nû-Osmanizmê), yê ku ji aliyê AKP ve tê meşandin, ku tê bi heman armanca duberakirina hejmûngeriya Tirkiyê li ser deverên zêdetir û hewldanên guhertina nexşeya cîpoletîkî ya xwe di çarçoveyê armancên wê yên bingehîn û stratîjî de jibo bihêzkirina hejmûna xwe û zêdekirina destkeftên xwe yên abûrî, leşkerî û siyasî bi sûdgirtin ji rewşa niha ya sist û lawaz li deverê peydabûyî piştî helweşîna çend dewletên Erebî û serhildanên van pazde salan borî yên bi navê (Bihara Erebî) û zêdebûna tevger û desthilata bizav û partiyên Islamî bi taybetî bizava (Exwan Elmislimîn) li ser desthilata çend dewletên Erebî wekî hikumeta Mirsî li Misrê, hikumeta Dubeyba li Lêbiyayê û hikumeta Elşerih li Sûriyê.

Niha li Sûriyê wisa xuya dibe ku hikumeta Elşerih heta radeyekî di çarçoveyê pirojeyê (Nû-Osmanizmê) de dixebitê, tevî ku projeyê zêdexwaziya Tirkiyê heta radeyekî li ser deverên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê têne cêbicêkirin, lê ji aliyê raya giştî ya Gelê Kurd li Sûriyê ve û ji aliyê hindek pêkhatiyên olî ve wekî Elewî, Dirzî û Kirstiyan pilanên Tirkiyê nayê qebûlkirin, nameze ku Tirkiyê pilanên xwe li ser paşguhxistina mafên xelkê Sûriyê û bi taybetî li ser paşguhxistina mafên neteweyî yên Gelê Kurd li Sûriyê ava dike û bi hîç awayekî daxwaz û mafên gelên Sûriyê berçav nagire, û ji aliyekî dîtir ve ku bi hîç awayekî xizemta jinûavakirin û pêkvejiyan û seqamgêriyê li Sûriyê nake, bi taybetî ku di heta vê demê jî li ser destê Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê û Serêkaniyê komkujî û tawanên mezin têne pêkanîn, lê ya herî zêdetir ku Nû-Osmanizm ku rastî pirojeyekî bihêz tê bi navê (Îbrahîmiyê) ku ji aliyê Israelê û deweta Îmarat ya Erebî ve tê meşandin, herwiha ku zêdexwaziya Tirkiyê rastî astengiyên mezin tê ji hêla çend dewletên Europe ve jî bi taybetî Frnsa ku bi giranî pêdagiriyê li ser mafên neteweyî yên Gelê Kurd dike.

Wekî tê zanîn ku pêvajoya aştiyê di navbera hindek dewletên Erebî û Israelê de û bi taybetî digel Erebistana Siûdiyê gihiştibû astekî bilind li pêş heftê Cotmeha 2023ê (7ê October), û niha piştî lawazkirina pêgeha Îranê, dibe ku careke dîtir pêvajoya aştiyê di navbera Ereb û Israelê de destpê bikey, nemaze ku îro mijara aştiyê di navbera hikumeta demkî ya Sûriyê û Israelê de, bûye mijareke gerim û ketiye rojevê, û li gorî raportên çapemeniya Israelê, tê çaverêkirin ku Sûriya di demekî nêzîk de tevlî (Peymana Îbrahîmî) bibe û peymana aştiyê ligel Israelê wajo bikey, û li gorî heman çavkaniyan ku ev yek dê berî bidawîhatina  sala 2025an bihête îmzekirin, û wek pêşniyar ku dê li Newyorkê û di heyamê civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, Serokê demkî yê Sûriyê Ehmed Elşerih bi Serokwezîrê Îsraelê Benjamin Netanyahu re bicive.

Bi nebûna ti asoyek zelal ji bo Sûriyê û paşeroja wê, dibe ku Peymana Îbrahîmî wê biparêzê ji dagirkarî û zêdegaviyên Tirkiyê, nemaze ku peymana bi Îsraîlê nabe gef li ser gelê Kurd û mafên wê yên neteweyî, lê tevî vê yekê ji aliyê hindek şirovekarên siyasî ve çend senaryo û bijaredayên dîtir tên pêşkêşkirin ku bêguman heger ew sinyaro bêne pêkanîn dê Gelê Kurd tûşî ziyanek mezin bibe, yek ji wan seyanroyên herî metirsîdar, ew jî heger Israel bi daxwaz û mercên hikumeta Elşerih razî bibe ku ev aştiya ligel Şamê li ser hesabê Kurd, Dirzî û Elewiyan bihête îmzekirin, ku li gorî kanala 12 ya Israelê û herwiha li gorî Sky News Erebî jî, li ser devê rayaderekî hikumeta Sûriyê ku “Şam dê daxwaz ji Îsraelê bikey ku yekîtiya Sûriyê bipejirîne û destwerdanê di karûbarên Durzî, Elewî û Kurdan de neke”.

Metirsiyek dîtir ew jî heger hat û rêkeftinek sêqolî di navbera hikumeta Elşerih, Tirkiyê û Israelê de bibe, nemaze ku Turmp li ser senyaroyek wiha dixebite, ku qada Sûriyê dabeş bikey di navbera Tirkiye û Îsraelê de, wekî li serdema rejîma Esed di navbera Rûs û Amerîkiyan de bû, nameze danûstandin li Azerbaycanê ji bo kêmkirina nakokiyan di navbera Israel û Tirkiyê de hatin lidarxistin, zêdebarî ku Trump di hevdîtina xwe ya bi Netanyahu re di 7ê Nîsana borî de ragihand, ku ew dikarê her nakokiyek bi Erdogan re li ser Sûriyê çareser bikey, xuya ye ku rêveberiya Trump piştgiriyê dide senaryoyek wisa û amadeye ku di navbera Israel û Tirkiyê de navbeynkariyê bikey da ku pêkanîna wê senyaroyek wiha misoger bikey. 

Lê li dawiyê gelo Isreal dê li ser van herdû senyaroyan razî bibe yan razî nabê?.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...