Beşîr Botanî
Min çend şîret ji stiranbêjên nû re hene ji bo serketina wan û serketina stiranên wan jî lê mixabin e ku piraniya wan wesan çewt hizran dikin:
- Ez tenê piştbestin li ser xwe dikim.
- Ez tenê piştbestin li ser bavê xwe dikim.
- Ez tenê piştbestin li ser birayê xwe dikim.
- Ez tenê piştbestin li ser mêrê xwe dikim.
Û t.d.
Bi rastî ev dîtinên he ne di cihê xwe de ne û stiranbêjên nû yên ku wesan hizran dikin çi caran nagehine armanca xwe, ji ber ku divê ew firehtir hizran bikin û ji gelek hunermendên xwedan ezmûn alîkarî û şîretan werbigrin.
Wek tête zanîn ku serketina stiranbêjên nû û serketina stiranên wan di ragehandina hizbî de demdemî ye anku jiyên (´emirên) wan û yên stiranên wan pir kurt in, her wesan divê ew baş têbigehin ku serketina wan û serketina stiranên wan li ser gelek xalên giring dimîne wek:
- Awaz
Berî her tiştî divê awaz pir bêkit û balkêş bin û ji aliyê awazdanerên jêhatî û xwedan ezmûn ve bêne awazkirin.
- Helbest
Divê helbest, helbest bin û paşbendên wan rast, bihêz û tekûz (temam) bin û ji aliyê helbestvanên mezin ve bêne nivîsîn û divê naverokên helbestan bersiva demê jî bidin.
- Dabeşkirina stiranan û jenîna muzîkî
Divê stiran bi awayekî zanistî bêne dabeşkirin û bi kêmî ve çar amûrên rojhilatî û rojavayî di stiranan de bêne jenîn û di ser hindê re divê muzîkjen bi hest muzîkê bijenin û jenîna wan bi teknîkeke hunerî be, bi kurtî stiranên ku jenîna wan bê hest û bê teknîk bin, cihên xwe di mejiyê guhdaran de nagirin anku têne jibîrkirin.
- Pêzanîn, deng û gotin (çawantiya xwendinê, îdai)
- Ne merc e ku dengên stiranbêjên nû pir xweş bin lê divê gotinên (îdaên) wan pir baş bin.
- Divê stiranbêjên nû bi kêmî ve amûreke muzîkî bijenin.
- Divê stiranbêjên nû pêkol bikin ku stiranên rojhilatî û rojavayî bistirin.
- Divê pêzanînên stiranbêjên nû li ser zanista muzîkî, hewa (paye, meqam), rezm û nuhumên dengî gelek bin.
- Divê gotinên (îdaên) stiranbêjên nû serketî bin.
- Divê stiranbêjên nû lasayiya stiranbêjên nifşên kevin nekin, anku tenê li ser dengên xwe rawestin û kar bikin.
- Divê dengên stiranbêjên nû bihest bin û firehbûna wan bêhtir ji oktavekê ”8 deng” bin.
- Divê stiranbêjên nû bi awayekî rast peyvên stiranan bilev bikin (bêje, lefiz) bikin.
- Divê stiranbêjên nû bikarin gelek corên morkên kurdî bistirin wek pahîzok, lawik, heyran, tenahî (narîn û serşo) stiranên sema, govend û dîlanan û çendên din ji morkan.
- Divê stiranbêjên nû bi kêmî ve 50 parçên stiran û hewayên rengîn bizanin, her wesan çend sema, govend û dîlanên kurdî jî fêr bibin.
- Divê stiranên stiranbêjên nû bersiva demê bidin û aşkerakirina jêderên wan jî giring in ku bêne nivîsîn, lê hindek hene ku berhemên hunerî ne yên wan in, lê mixabin e ku bi navên xwe tomar dikin, anku didizin.
Çewtiyên hunermendên kurd ji aliyê zimanî ve
Divê stiranbêjên nu bizanin ku çewtiyên hunermendên kurd ji aliyê zimanî ve gelek in wek Mihemmed Şêxo, Gulistan, Şivan Perwer, Şehrîbana Kurdî û gelekên din, lewre ez du nimûneyan di vê gotara xwe de ji hemû aliyan ve aşkera dikim:
…………………..
Nimûna yekê
Stirana (Xezal Xezal)
Helbest û awaz: Mihemmed Arif Cizîrî (li belga 1ê binêrin ”Dan û standina Sebrî Botanî û Mihemmed Arif Cizîrî.
Şivan Perwer li pey zarava xwe ya şkestî xwend û ji zanînê re ewî li ser stirana (Xezal Xezal) nivîsî (Jêder: Mehmûd Baqisî), lê belê ev stiran bixwe nû ye û ya Mihemmed Arif Cizîrî ye û eger hûn guhdariya Şivan Perwer û Mihemmed Arif Cizîrî bikin, dê baş bizanin ku kî ji wan bi kurdiyeke rast xwend, di ser hindê re Şivan Perwer gelek peyvên vê stiranê guhartin û hem jî bi awayekî çewt ew peyv bikaranî wek ”Xezal xerîb e” ewî got ”Xezal biyan e” û gerek bigota ”Xezal biyanî ye” anku xerîb e.
…………………..
Nimûna duyê
Sirûda (Bûka Kurda ”Ey felek”)
Awaz û xwendin: Bişar Zaxoyî
Sala 1973’yê hunermend Mihemmed Şêxo hat mala me li Kerkûkê û ew di destpêkê de nêzîkî 10 stiran ji min fêr bû û yekek ji wan sirûda”Ey felek” bû. Piştî çend salan Şêxo ev sirûd tomar kir ”çewtiyên wî yên zimanî gelek bûn ji ber ku ewî zarava zaxoyî-botanî nedizanî”, ewî piştre ev sirûd kir ya xwe anku (Helbest û awaz: M. Şêxo) û di ser hindê re di ragehandin û rojnamevaniya û kurdî de jî dihate gotin û nivîsîn ku ev sirûd ji danana M. Şêxo ye û yekek ji wan hunermend Birîndar bû û bi dîtina wî ku helbest û awaza sirûda ”Ey felek” yên M. Şêxo ne (Rojnama “Kurdistan Press”ê. Nivîsîna hunermend Birîndar, 1989) Bi kurtî min jî gelek caran ev sirûd tomar kir û jêderên wê yên rast nivîsîn (Helbest: Bedirxan Sindî. Awaz: Bişar Zaxoyî).
…………………..
Qado Şêrîn û Beha Şêxo û Sirûda (Bûka Kurda ”Ey felek”)
Ev herdu kesên navbirî di pirtûka xwe de ya li ser hunermend Mihemmed Şêxo nivîsî (Helbest û awaz: M. Şêxo) û di çapa duwê de Qado Şêrîn wesan nivîsî ”M. Ş. di 1972an gotiye berî biçe Kurdistanê”. Lê ya rast ew e hingê M. Ş. ev sirûd nedizanî û sala 1973an li Kerkûkê ji min fêrbû, lê pir dereng tomar kir û hem jî kir ya xwe. Êdî li belga 7ê ya Mesam’a turkî binêrin ya ku têde hate nivîsîn (Helbest û awaz: M. Şêxo), ev karê malbata M. Şêxo bû û li belga 8ê ya Qado Şêrîn binêrin wesan hate nivîsîn (Helbest: Bedirxan Sindî. Awaz: Mihemmed Şêxo û Bişar Zaxoyî), bi rastî ev şêlûkirin ji malbata M. Şêxo û Qado Şêrîn e yên ku nêzîkî 80 stiranên kurdî, turkî, azerî û farisî kirine heyînên M. Şêxo.
…………………..
Deh belge
1 û 2 û 3: CD-ya hunermend Mihemmed Arif Cizîrî ye, têde xuya dibe ku stirana (Xezal xezal) ne stiraneke folklorî ye lê belê ya hunermend M. A. Cizîrî ye. Êdî li dan û standina Sebrî Botanî û M. A. Cizîrî binêrin.
4: Bergê dîwana ”Zêmarên çiyay”, ev dîwana helbestvan Bedirxan Sindî ye.
5 û 6: Ji pênc bendên helbesta (Bûka kurda ”Ey felek”) di dîwana ”Zêmarên çiyay” de xuya dibe ku ev helbest ya helbestvan Bedirxan Sindî ye û ne ya hunermend Mihemmed Şêxo ye.
7: Malbata hunermend M. Şêxo sirûda ”Ey felek” li Mesam’a turkî bi navê M. Şêxo tomar kir anku (Helbest û awaz: M. Şêxo), êdî li belga 7ê ya Mesam’ê binêrin.
8: Helbesta ”Ey felek” ya ku nivîskar Qado Şêrîn di pirtûka xwe de belav kir.
9: Eger hûn guhdariya sirûda ”Ey felek” bi dengê min bikin dê ji we re zelal bibe ku çewtiyên M. Şêxo di xwendinê de gelek in.
10: Di wêneyî de, helbestvan Bedirxan Sindî û hunermend Bişar Zaxoyî.
…………………..
Ferhengok
Piştbestin اعتماد
Demdemî مؤقتي
Jî عمر
Bêkit فرید
Paşbend قافیة
Dabeşkirin توزیع موسیقي
Pêzanîn معلومة
Pêkol محاولة
Bilev bikin (bêje bikin, lefiz bikin) لفظ
Gotin (îdai) ایداء
Nuhum طبقة، طبقة صوتیة
Rezm ایقاع
Lasayî تقلید
Mork، طابع موسیقي، ستایل
Sema رقص
Govend دبكة علی بعض الالات الموسیقیة
Dîlan دبكة بغناء فقط وبلا موسیقی
Danan تألیف
Mesam نقابة الفنانین في تركیا
Heyîn ملك
Wicek فائدة
…………………..
Têbînî
Hejî gotinê ye ku min wicek ”sûdek” ji gotara mamosta Osama Dada wergirtiye ya ku bi navê المغن هو اسم الفاعل من الفعل غنى û ya ku di Facebooka xwe de belav kiriye, êdî min gelek supas û rêz û jê re hene.