Hevpeyvîna Kovara DENG Li gel Elî Şemdîn

Li kurdistana Başûrêrojava gelek bûyer û pêşhateyên siyasî diqewmin, ku bandora xwe raste rast li ser bizava netewiya Kurdistana Başûr heye.

Li kurdistana Başûrêrojava tenê ENKS û PYD- YPG nînin, ji derveyî wan gelek rêxistin û partiyên siyasî yên tekoşer û xudan dîrok û ezmûn jî hene, ku pêwist û giringe, em bîr û boçûnên wan jî bizanin.

Ji bona ku em bîr û nerînên wan bizanin, me ev hevpeyvîn çêkir li gel Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya, û Nûnerê vê Partiyê li Herêma Kurdistanê (Elî Şemdîn), ku li jêrê em vê hevpeyvînê pêşkêşî xwendevanan dikin..

1- Gelo rewşa Kurdistana Başurêrojava paş ruxana rêjima BE’ES çawa ye?

Di destpêkê de em silavên gerim dişînin ji kovara DENG’re, ku vê derfetê didê me em bi azadî dengê xwe bigihînin miletê xwe yên ku bi kurmancî di xwînin, û em sipasiya desteya rêvebir dikin ku guhdaneke baş dikin bi rewşa sûriya bi tevayî û rewşa miletê kurd li Kurdistana Başurêrojava bi taybet, her wiha jî guhdana wan bi xebata partiya me (Partiya Dmoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya).

Ne veşartiye ku Hey’eta Tehrîr El’şam (HTŞ), rêxistineke tîroristiye, pêştir jî navê wê (Bereya El’nusra) bû, û ji bingiha xwe ve ew ser bi rêxistina (El’qayde)’ve bû. Ev rêxistin di (28.1.2017)’de hatiye damezrandin û navê wê hîna jî di lîsta tîrorê de tomar kiriye, û di (2017)’de Rêveberiyek li parêzgeha (Idlib) avakiribû. Vê rêxistinê bi alîkariya Tirkiya û hêzên sûrî yên naskirî bi navê (Leşkerê Niştimanî), ku ser bi wê ve ne, di roja (27.11.2024)’de, êrîşî bajarê Helebê kirin, û bi hêsanî derbasî vî bajêrê mezin û giring bûn ku diwem bajarê sûriyaye, û ji wir (HTŞ) berê xwe yekser û bibê astengî dabû bajarên Hema û Humis û Şamê, û di roja (8.12.2024)’de, rêjîm bi yekcarî da rûxandin, û Ebû Mihemed El’colanî fermandeyê operasiyonên leşkerî yên (HTŞ), desthilat wergirt, û ezmûna rêveberiya Idlib li Şam cîbicî kir, û karîbû desthilata Be’es hilweşîne û nehêle, her wiha desthilata malbata Esed jî ruxand ku Sûriya (54) salan bidestekî hasinî bi rêve dibirin. Raste kurd dilxweşbûn dema ku rêjîma Be’es ruxa, lê her di wê demêde jî rûbirûyî rêjîma Ebû Mihemed El’colanî bûn, ku ew dixwaze sûriya nû bi mêjiyê (HTŞ)’ê, yê kevneperest û tûndrew birêve dibe. Her di vê çarçewê de rewşa kurdan di jêr desthilata (HTŞ)’de, kete metirsiyê de, ji aliyekî ve çend taxên kurdneşîn li bajarê Helebê hebûn mîna taxa Şêx Meqsûd, û Eşrefiyê, û Kampa El’şehba, yekser ketin jêr gef û êrîşên hêzên Itîlafa sûrî yên tûndrew de, ku dihatin naskirin bi navê (Leşkerê Niştimanî), her wiha Tirkan bi alîkariya van hêzên nijadperest û hov êrîş birine ser bajarê (Minbic), ku di jêr desthilata Hêzên Sûriya Demoqrat (HSD)’de bû, û hewil dan di ser Pira (Qere Qozaq)’re derbasî bajarê Kobanê jî bibin ku di keve rojhilatî Feratê û ser bi Rêveberiya Xwesre ve ye, lê birastî hêzên (HSD), bi rêveberiya Ceneral (Mezlûm Ebdê), karîbûn berxwedaneke mezin bikin bi piştgîriya Hêzên Heveymana Navdewletî ya li dijî (DA’IŞ), û wan êrîşan bişikîne û bide sekinandin li nêzîkî bendava (Tişrîn).

Bi vî şêweyî, û di dema ku navçeyên (Efrîn, û Girê sipî, û Serê Kaniyê), ji aliyê dewleta turkiyê ve hatine dagîrkirin û bi hovîtî têne birêvebirin ji aliyê hêzên çekdar û tûndrew yên ser bi turkiya ve, her wisa deverên din jî yên Kurdistana Başurêrojava ku di kevine rojhilatî Çemê Ferat de, û bi taybet navçeya Kobanê, ew jî ketin jêr êrîş û gefên turkan de..

2- Gelo pêywendiyên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistana Başurêrojava ligel aliyên Surî, bi taybeti ligel HTŞ Çawa ne?

Rêjîma Be’es ya dîktatorî di seranserê (61) salî de ne hiştibû oposiyoneke niştimanî sûrî rasteqîne ava bibe, tenê rêxistina Ixwan El’muslimîn hebû, ku di destpêka qeyrana sûrî de Turkiya karî bû bi riya vê rêxistinê bereyekê dirust bike bi navê (Encûmena niştimanî Sûrî), û di (11.11.2012), navê wê encûmenê hate guhertin û bû (Itîlafa Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Oposiyona Sûrî), û di (10.11.2013), Encûmena Niştimanî Kurdî Sûrî (ENKS), derbasî nav vê Itîlafê bû û bû beşek jê, û hîna jî ew berdewame, tevî ku vê Itîlafê rola xwe bi yekcarî ji dest daye piştî ruxana rêjîma Be’es li Sûriya. Ji xwe ne veşartiye ku ev Itîlaf biyekcarî pabend bû bi siyaseta Tirkiye derbarê rewşa sûriya û pirsa kurdî li sûriya, û bi taybet derbarê dagîrkirina navçeyên kurdî (Efrîn, û Serê Kaniyê..), bi rastî helwîstên alî û kesayetiyên bi nav oposiyon bûn derbarê pirsa kurdî li sûriya gelekî nijadperestir û şofînîtir bûn ji helwîstên rêjîma Be’es.

Derbarê pêwendiyên alî û rêxistinên siyasî kurdî sûrî li gel (HTŞ), hîç pêwendiyek tunebû ta ku rêjîma Be’es hate ruxandin, çimkî weke me di destpêkê de jî gotiye, ew bi xwe rêxistineke tîrorist û tûndrew û radîkale, û yek ji wan rêxistinên ku navê wê di lîsta tîrorê de heye, lê piştî ku vê rêxistinê desthilat li Şamê wergirt, êdî hin pêwendiyên ne fermî peydabûn di navbera wê û hin aliyên kurdî de, lê hîna jî (HTŞ), bi xwe amade nîne wan pêwendiyan xurt bike li gel aliyê kurdî li sûriya, û ev helwesta (HTŞ), di jêr bandora dewleta turkiya de ye, ev ji bilî ku ew bi xwe jî weke rêxistineke islamî tûndrew baweriya wê tuneye bi mafê netewa kurd, û dibêje em hemî musilmanin û em birane û hew..

3- Gelo HTŞ dikare bibe bedîlekî hevdem, û dikare li welatê Suriyê sistemeka demokrat û plural damezrîne?

Mixabin, ji roja ku El’colanî serokê (HTŞ), desthilat li sûriya bi dest xwe xistiye di (8.12.2024)’de, wî gotina (Demokratiyê), qet ne aniye ser zimanê xwe, û di kiriyarê de jî her nişan daye ku ew pabende bi pirensîp û rênmayên (HTŞ), û her zû xwe eşkere kir ku baweriya wî bi sîstema Fedralî jî qet nayê.

Ebû Mihemed Colnî, her di destpêkê de hewil da ku hin guhertinên sivik di forma xwe de çêbike, mîna ku navê xwe guherî bû û kiribû (Ehmed Şere’i), û cilê xwe jî guherî bûn û li şûna wan wî (qat û gerafêt), li xwekirin, û hinek gotinên xweş û şêrîn jî li ser ragihandinê gotin, lê belê merc her timî kiriyare, û kiriyarên wî jî ta nuha nişan nadin ku wê karibe sûriya biguherê û ber bi sîstemeke demokrat û plural ve bibe, û ewê nikaribe elternatîveke hevdem jî pêşkêş bike, nexasim di warê mafê jinê de ku nîvê komelgehê ye. Dibe ku ew amade be xwe hinekî biguhere ji bo ku vê derfeta zêrîn ji dest xwe nede, lê astengiya herî mezin li pêşiya wî ewe ku nikare xwe ji bandora (HTŞ), rizgar bike ji ber ku ev rêxistin bûye mîna kirasekî hasinî li xwe kiriye, û ew qet nikare ji vî kirasî xwe rizgar bike û derkeve der.

4- Gelo li Suriyê bandora dewletên biyanî wekî Rusya, Îran, Amerika Îsrail çi ye?

Di seranserê qeyrana sûriya de, sînorên vî welatî her vekirî mabûn li ber destwerdan û destdirêjiyên hemî aliyên derekî, çi yên navçeyî û çi jî yên navdewletî, bi taybet (Rusya, Îran, Emerîka, Turkiya û Isra’îl..), û her yekî ji van aliyan di xwestin berjewendiyên xwe bi parêzin û nakokiyên xwe li ser xaka sûriya çareser bikin, û bi tenê miletê sûrî baca şerê van aliyan dida û hîna jî dide, lê piştî ruxana rêjîma Esed, destên Îran û hevalbendên wê mîna (Hizbûlah), bi yekcarî ji sûriya hatin birîn, her wiha Rûsiya jî ta astekî baş ji sûriya derket û hêzên xwe vekişandin, lê belê Tirkiya bi riya (HTŞ), destê xwe dirêjtir kire nav karûbarên sûriya nû de, ta astê ku dewletên Erebî bi serpereştiya dewleta Si’ûdiyê nerazîbûna xwe nişan dan û hewil dan rê li pêşiya destwerdana Tirkiya bigirin. Lê îro roj bandora Emerîka û Isra’îl ya herî serekî ye di pêşeroja sûriya nû de, û diyare ku ewê li sûriya guhdaneke mezin bidine hebûna miletê kurd û hêzên (HSD), lê bi mercê ku kurd di nav xwe de yekdeng û yekrêz bin.

5- Rola dewleta Tirk û hevpeymanên wê wekî Erteşa Suriya yê Azad li Suriye çi ye?

Weke me di pêşiyê de jî gotiye, dewleta Tirkî her ji yekem roja ku vê qeyranê li sûriya destpêkiriye di (15.3.2011)’de, wê destê xwe zû dirêjî nav rewşa sûriya kiriye û hîna jî bi xurtî dike, û wê bi riya Ixwan El’muslimîn jî karî bû oposiyoneke şofînist û tûndrew li gor pîvan û daxwazên xwe dirust bike, û bi dihan girûpên tîrorist û çekdar avabike, ev ji bilî ku bê dûdilî piştgîriya rêxistina (Da’iş), dikir û hîna jî dike, û pêwendiya wê li gel (HTŞ), pêwendiyeke istiratîcî bû, û ev pêwendî diyar û eşkere bû di êrîşa ser bajarê Heleb û Humis û Hema û Şamê de û ruxandina rêjîma Beşar Esed, lê xirabtirîn rola Tirkî ew bû ku bi alîkariya Itîlafa Sûrî û hêza wê ya çekdar ya bi navê (Leşkerê Niştimanî), miletê kurd li sûriya kirin armanc, û bê rawestan êrîşên xwe yên bejayî û azmanî birin ser bajar û gundên Kurdistana Başurêrojava, û bi top û tang û dirûnan hemî dezgih û saziyên wan wêrankirin û hilweşandin, bi armanca valakirina wan deveran ji xelkê wê û cîbicî kirina guhertina dîmoxrafî, mîna ku li (Efrîn, û Serê Kaniyê, û Girê Sipî), kirin û hîna jî dikin..

6- Dewleta Tirk gefa li PYD dixwe, êriş dike ser Kobanê. Gelo derbareyê êrîş û gefxwarina hanê, halwesta hêzên din çi ye?

Mixabin, nakokiyên kurdî- kurdî, nexasim yên di navbera (ENKS) û (PYD)’de, bûne sedemeke serekî ku ne bi tenê ev herdû alî alîkariya hev nekin li dijî êrîş û gefxwarina dewleta Tirkî û hêzên çekdar yên ser bi wê ve, mîna (Leşkerê Niştiman), lê belê aliyekî ji wan piştgîriya êrîş û gefên Tirkiyê jî dikir, ew jî (ENKS)’ye, ku beşeke ji Itîlava Sûrî ya ser bi Turkiya ve, û vî aliyî rêjîma Tirkî qet bi nav ne dikir wek dagîrkir.. Rêxistin û aliyên li dervî (ENKS, û PYD), mîna herdû partiyên serekî (Pêşverû, û Yekîtiya Demoqrat), ew bi berdewamî li dijî van êrîşan radiwestan, û piştgîriya (HSD), jî dikirin û hîna jî dikin..

7- Bi nêrîna we, helwesta Tirkîyê li himber Kurdan wê were guhertin, û di kîjan şert û mercan de Turkiye dikare statuya Kurdan qebul bike?

Li gor siyaseta Tirkiyê ya nejadperestî ku bi berdewamî li dijî hebûna miletê kurd û pirsa wî daye meşandin, ez bawer nakim helwesta wê bi hesanî were guhertin, ji ber ku kurdê baş li cem Tirkiyê her kurdê mirî ye, lê bi rastî fişara navdewletî tenha merce ku Tirkiya statuya kurdan qebul bike, lewma ji kurdan tê xwestin yek deng û yek helwest bin û bi yek şandê karibin pirsa xwe bi zelalî bigihînin hêzên navdewletî û wan li tenişt pirsa xwe ya rewa kom bikin, ku êdî ew bi xwe fişarê bidin ser dewleta Tirkî ku êdî wê li cem sînorên wê bidin sekinandin, çimkî tevî giringiya hêza çekdarî lê diyare ku bi şer ev pirs nayê çareser kirin li gel Tirkiya ku leşkerê wê hêza diweme di Nato de.

8- Gelo pêywendiyên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistana Başurêrojava, bi taybetî pêywendiyên ENKS û PYD-YPG, paş hevditina Mesud Barzanî û Mezlum Abdî wê ber bi kûve biçin?

Ne veşartiye ku pêwendiyên di navbera (ENKS) û (PYD)’de, di xerabtirîn ast de bûn li seranserê salên qeyrana sûrî, tevî ku di hin qonaxan de herdû aliyan karîbûn hinekî nêzîkî hev bibin û bi hevre hin rêkeftinan jî imze bikin, mîna rêkeftina Hewlêr-1 ku di (11.6.2012)’de, û Hewlêr-2 di (23.12.2013)’de, û Dihok di (14.10.2014)’de, ku hatibûne imzekirin di navbera herdû aliyan de, lê mixabin ev rêkeftin ne diketin warê cîbicîkirinê de, û zû di hilweşiyan, û di virde em naxwazin li ser sedeman bi sekinin ji bo ku em birînan nekolin û nû nekin. ji xwe hin partiyên din jî hene ku li dervî van herdû aliyan xebata xwe berdewam dikin mîna (Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya), û (Partiya Yekîtiya Demoqrata Kurdî li Sûriya), ku bi hevre di (15.5.2019)’de, rêkeftinek imzekirine bi navê (Nerîna hevbeş ji bo çareserkirina pirsa kurdî li sûriya), û ev herdû partî hîna jî li gel hev xebata xwe ya hevbeş berdewam dikin.

çaxê ku rêjîma Be’es li sûriya hate ruxandin, wê çaxê Partî û Rêxistinên siyasî yên Kurdistana Başurêrojava li ser sê beşan hatibûne dabeşkirin, partiyên (ENKS), û partiyên (PYNK), û partiyên dervî van herdû bereyan mîna (Pêşverû, Yekîtiya Demoqrat..), û hîç pêwendiyek tunebû di navbera (ENKS), û (PYNK)’de, û bi dijwarî ev herdû alî nakokbûn bi hevre, lê piştî hevditina Mesud Barzanî û Mezlum Abdî li Hewlêr di (16.1.2025)’de, etmosifêreke pozetîv peydabû di nav alîgirên wan herdû aliyan de, ku êdî hêvî çêbûn ku ew karibin bi hevre û bi amadebûna partî û rêxistinên din li dora mêzekê kom bibin ji bo destnîşan kirina şandekê û nivîsîna nerîneke hevbeş ji bo çareserkirina pirsa kurdî di Sûriya nû de..

9- Gelo endam bûna ENKS di İtîlafê de qazence ji bo doza Kurd li Kurdistana Başurêrojava, yan na?

Ne xêr! Endam bûna ENKS di İtîlafê da hîç qazanceke wê tunebû ji bo doza Kurd li Kurdistana Başurêrojava, lê belê zerer jî gihande vê dozê, ji ber ku Ixwan El’muslimîn û şofînistên Ereb ewan ev İtîlaf bi rêve dibirin di jêr bandora dewleta Tirkî de û li gor siyasetên wê yên li dijî miletê kurd, û dewleta Tirkî jî her di jêr sîwana vê İtîlafê de, (Efrîn, û Girê Sipî û Serê Kaniyê..), dagîr kiriye, û hêzên bi navê (Leşkerê Niştimanî), ku ser bi İtîlafê ve bûn, ewan bi xwe jî bi alîkariya Tirkiye êrîşên dijiwar dibirne ser Kobanê û Bendava Tişrîn û bajarê Minbic û deverên din ji Kurdistana Başurêrojava, yanî bi kurtî ENKS bi riya endamtiya xwe di İtîlafê de, bixwaze yan jî ne xwaze ew bûbû beşek ji bereya Tirkî ya li dijî hebûna miletê kurd li Kurdistana Başurêrojava.

10- Rewş û bernameya hêzên din yên ku ne endamê (ENKS)’ne, û ne jî endamên (PYNK)’ne, çi ye?

Partî û rêxistinên din yên dervî (ENKS, û PYNK), û bi taybet (Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya), û (Partiya Yekîtiya Demoqrata Kurdî li Sûriya), ku nerîneke hevbeş wan herdû partiyan bi hevre girê dide, û roleke gelekî giring dilîzin di nav raya kurdî û ya erebî bi giştî de li sûriya, ji ber ku (ENKS) û (PYNK), her yek ji wan girêdayî ye bi lêvegereke kurdistanî ve, û li gor pirojeyên wan ew siyasetên xwe li sûriya bi rêve dibin, û ji ber vê yekê jî Îradeya wan ta astekî bilind di destê wan de nemaye, lewma ew gelekî pabend nînin bi taybendmendiyên miletê kurd li Kurdistana Başurêrojava, lê di beramber de em dikarin bêjin ku partiyên dervî van herdû çarçewan ta astekî baş biriyara wan ya siyasî bi destê wane, û ew bê dûdilî pabendin bi taybetmendiyên Kurdistana Başurêrojava’ve, û ew çareseriya pirsa xwe li Şam di bînin, lewma ew xwe ji diruşim û siloganên pûç û beloq durdixin, û pirsa xwe ya netewî beşekî dibînin ji pirsên niştimanî li sûriya, û çareseriya wê jî dibînin di avakirina sîstemeke demoqratî ne navendî de, ku mafê miletê kurd wek pêkhata diwem piştî ya erebî di destura sûriya de parastî û diyar be, û rêveberiyeke xweser were damezrandin li deverên kurdî li sûriya, ku taybetmendiya netewa kurd têde parastî be, û ev nerîn bûye ciyê hêviyên xelkê kurd ku ji ber nakokiyên (ENKS, û PYNK), ji pêşerojê bê hêvî bûne..

11- Li suriyê ji bo statuya Kurdan pêşbînîyên we çine, gelo wê sistemeke federal pêk were?

Birastî kesekî pêşbînî ne di kir hêzeke tîrorist mîna (HTŞ), bi serokatiya Abû Mihemed El’colanî, ku serê wî ji aliyê Emerîka ve di hate xwestin, bi wê lez û bezê rêjîma Be’es di (11) rojan de bi ruxîne, û bi hesanî desthilatê bi dest xwe bixe, lê tevî vê serkeftina balkêş ev desthilata nû zû li astengiyên mezin rast hat, di pêşiya wan astengiyan de: Çawa ev desthilata radîkal wê bi takrewî karibe sîstemeke dîmoqratî ferenetew avabike? Çawa wê mafê jinan û yê hemî pêkhateyan berdest bike? Çawa wê karibe xwe ji wê rêxistina kevneperest rizgar bike? Lewma ev desthilata nû li ber dû riyaye, û herdû rê jî wî ber bi şikestneke kujinde ve dibin, yek ji wan riyan ewe ku sîstemeke şaristanî bide avakirin li gor lîsta mafê mirovan, û ev rê wî dûrdixe ji pirensîban ku (HTŞ), li ser wan hatiye damezirandin û avakirin, û wî yekser dajoyê ber bi şerekî bêdawî li dijî vê rêxistina dirinde û hov ku wî bi saya wê ev desthilat bi dest xwe xistiye. riya diwem jî ewe ku Colanî serê xwe ji rêxistina (HTŞ)’re daxe û bitewîne, û destpê bike sîstema (Idlib), li tevaya sûriya cîcbicî bike mîna ku aniha li ser erdê vî tiştî dike, û bimîne pabend bi pirensîb û rênmayên rêxistina (HTŞ)’ê ve, û ev rê jî wê wî derbasî şerekî navxweyî bike li dijî hemî pêkhateyên miletê sûriya yên netewî û olî. Ji xwe pêkhateya kurd jî wê di pêşiya van pêkhateya de be, û wê li dijî desthilata (HTŞ), rawestin eger mafê neteweyan û ayinan û jinan binpê bike, û kultûr û ziman û folkilorê wan jî qedexe bike. ji ber ku miletê kurd bi serpereştiya tevgera xwe ya siyasî her xebat kiriye di sûriya de ji bo rakirin zilm û zora rêjîma dîktatorî û nijadperest ya Be’es, û ew ji nûve qet razî nabin vegerin xala sifir, û kurd wê bê dûdilî li gel pêkhateyên din xebat bikin ku mafê wan di destura nû de were nişan kirin, û li ser erdê jî her dive ku sîstemeke fîdralî yan jî ne navendî were cîbicîkirin, ji bo careke dinê rêjîmeke diktatorî û xwînmij dûbare nebe li sûriya.

12- Gotina dawî, û peyama te ji bo Kurdistana Bakur çi ye?

Ne veşartiye ku çarenivîsa miletê kurd ta astekî bilind girêdayî ye bi pêşeroja Kurdistana Bakur ve (Beşê mezin), nexasim çarenivîsa kurdistana başurêrojava (Beşê herî piçûk), ji ber ku sînorê herdû beşan hevbeşe bi dirêjaya nêzîkî (800) k.m, û di warê civakî û kultûrî û malbatî de jî herdû beş bi heve girêdayî ne, lewma her pêşkeftinek di rewşa miletê kurd de li Kurdistana Bakur, yekser bandora xwe dide ser kurdistana başurêrojava. Her wiha ne veşartiye ku şer di seranserê sedsalê dawî de hîç encamekî baş nedaye li Kurdistana Bakur, lewma em bi giringî temaşe dikin li destpêşxeriya (Bexçelî- Ocelan), û hêviya me ewe ku herdû alî karibin vê destpêşxeriyê bi ser bixin û astengiyan li pêşiya wê dernexin, ev ji aliyekî ve, lê ji aliyî din ve û di eynî demê de jî pêwiste em tê bigihin ku peymana Saykis- Pîko, sînorên asê û bilind di navbera beşên kurdistanê de danîne, û taybetmendiyên xebata tevgera siyasî li her beşekî hatine cudakirin ji yên beşê dinê, ji ber vê yekê divê ev taybetmendî werin berçavgirtin û rêzgirtin, û dest dirêjî neyên kirin di karûbarê hev de, û ji bo rêkxistina van pêwendiyan di navbera aliyên tevgera siyasî de li herçar parçên kurdistanê, gereke kar were kirin ji bo li darxistina kongireyekî netewî li ser astê kurdistanê bi giştî, ku di encamde lêvegerek were ava kirin, û pirensîbên hevbeş werin nişan kirin ji bo rêkxistina van pêwendiyan bi şêweyekî rast û dirust, ku têkevin xizmeta miletê kurd û pirsa wî ya netewî de.

Dûbare sipas ji bo rêveberiya DENG û ji bo hemî nivîskar û xwendevanên wê re, û hêviya serkeftin û pêşveçûnên zêdetir ji wan re dixwazim..

—————————-

(*)- Kovara (DENG), Kovareke Siyasî û Çandî ye, ji aliyê Partiya Sosiyalîsta Kurdistan (PSK)’ve, tête çapkirin, û ev hevpeyvîn ji aliye vê Kovarê ve li gel (Elî Şemdîn), hatiye kirin, û di di Hijmara wê de ya (135- Şubata 2025)’de hatiye belavkirin.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê/ 17, ku ji roja 9ê Nîsana 2025, destpê kiriye û ta roja 19ê berdewam e. Ev pêşangeha di bin durişma “Cîhan Bi Kurdî Xeber Dide” hatiye lidar ketin. Sebaretî min, pêwîst bû ku ez di roja 13 vê Nîsanê de,…

Tengezar Marînî

Hermeneutîk û post-hermeneutîk du têgehên bingehîn in di felsefe û zanistên mirovî de, ku bi têgehiştin û şîrovekirina heyber, wate û diyardeyên çandî ve girêdayî ne. Li vir taybetmendî û cûdahiyên di navbera van her du rêbazan de hene:

Hermeneutîk. Xislet û taybetmendî:

Pênase:

Hermeneutîk…

İSKAN TOLUN Köln:

Niha jî min dest bi xwendina pirtûk a şairê nemir Cegerxwîn kir. Ez bawerim ko ez wê pitûkê baş bişopînim wê nivîsa min e bi zimanê dayîkê gelek bi pêş keve. Pirtûk nûye, tîpguhêztine û wisa xwîya dike ko gramera zimanê kurdî baş bikar anîne. Destê wan sağ be!..

<p...

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî…