Bavê Zozanê
Di 09.03.2025an de şahiya imzekirina berhevoka Xirxalê peyvan-Helbest-ya helbesvan Hefîz Ebdulrihman li bajarê Essn ê li almanyayê hat lidarxistin.
Pirtûk ji 112 rûpelan pêk tê ,nêzî 47 hebestan hembêz dike.Çapû weşan Dar ELZeman 2024.
Destpêk:
Bê dudilî ez dikarim bêjim ku mamosta Hefîz Ebdulrihman xwênerê xwe dideyne pêşberî qeşengbûna gotina kurdî rû bi rû,wisa jî hemberî ferhengeke xemilandî ji sir û raz û awazê bapîran.
Ew peyva ku bihna kurdewariya resen jê difûre bi şarazayî tevlî cih û war û navên welêt dike rist û hevokan jê dihûne ku pêre şûnwar û bermayîyan tevlî afsanan dike vêce resentiya lat û zinarên kurdistanê mîna Erebê Şemo di dîroka kevnar de berz û diyar dike.
Dema cih û war tê meydanê yekser cihê zayîna mirov wek kes rasterast hiltê ,cih ew bixwe ye ku cihê zaroktiyê ye, cihê lêstikê ye, cihê bîranîna ye, dive ku cihê hijêkirina pêşîn be, cih mezelê yan jî goristana bav û kala ye,
Cih ew devere ku merov karibe têde peyalek mey li ser çemê gundê xwe bi hêmenî vexwe.
Evqas dever ji xwe dibin welat û jiber em bê welat in helbestvan Hefîz Ebdulrehman welatê xwe kiriye helbestek xweşkok û stranek qeşeng, bi girêka kora di binê tûrê xwede girêda ye, wekî derwêşekî xwedaperest tûrik ji ser milê wî nakeve şar bi şar gund bi gund mal bi mal gotina jibîrkir î dide hev kirasekî nûjen lê dike wan dike rist û li ber dengê kawîs axa xwênerê xwe pê xelat dike.
Naverok:
Min lêgerke bilez li hin helbestên mamosta Hefîz Ebdulrihman kir, di nerîna min de û wek li jorê jî min amaje pê kir mamosta Hefîz Ebdulrihman pêmayî û afsanê tevlihev dike biheve girêdide, bi tilyên terzîyekî hêja û pispor (mîna terziyê qapûtê Gogol Pitrovitş) di wijdanê xwênerê xwe de wan wêneyan dipîve, dibire û didrû, wisa manendê tayên hevrîşmî di stwê her xwênerekî xwede berdidê – ta nêzî helbesteka romanî dibe,ku wek kurte roman dikarim bi nav bikim lê tije wêneyên himbiz e ku carcarna nêzî sinema Yilmaz Guney dibe.
Helbesta Bi kêmtir ji stranekê ku çilo Guneyê dirêjbûna filimê xwe YOL bi tevahî, di wê arma çikandî di nêv berfê de himbiz kiribû, ku navê Kurdistan li ser hatibû nivîsandin, bitena xwe li wê çola tev spî ku yekser bala dîdevan dikşand ser tixopê Kurdistanê, wisa jî mamosta Hefîz Ebdulrihman wek derhênerkî şaraze dixwaze bêje ev der Kurdistan e, ku wek filmê sinemê hinohino helbesta xwe li ber çavê xwêner diherikêne ku daweta xwe li çiyayê Kezwanê li ber şewqa çirayên Mêrdînê lidar dixist , dengê dawetê tevlî zingilên keriyên êlê dibû, ew der bi xwe cihê meydana Mihînin bav û kalê wî bûn
Di binya çirayê gumbedên Mêrdînê re
Ta bêhna xwêdana serekgovendekî
Li çiyayê Kizwana
Dihata kêşan.
Ew deşta bi sirûdên pala û zengilê keriyên êlê
Xemilandî
Ji xiftanê zeriyek e * Millan *bedewtir bû
Ew deşta sartir ji ava kûzekî
Germtir ji stranek e evînê
Meydana mihînin bavê min bû
Belê va ferhenga cih û awazan ji vir dest pêdike û li dawiya helbestê jî nasekine , ji xwe ev peyvên ku mamosta Hefîz Ebdulrihman bi kar tîne -di vê heyamêde- bi peran jî nayên kirîn ku pirên zarokên me jî, jibîr kirine mîna Çire, Mihîn, Xiftan, Zengil, Kûz wisa jî navê deverên Kurdistan ê li ber me radixe çiyayên Kizwanan, deşta Mêrdîn ê …
Çiyayên Kizwanan:
Çiya berî her tiştî sembola xurtbûnê ye,sembola hêzê ye, ji mêj ve hatiye gotin ku kesî kurdan tine pêvî çiyayên wan,hevaltiya kurd û çiyê hevaltiyeke kevnare ,resene, çiyê tevlî şikeftên xwe timî kurd parastin e.
Mamosta Hefîz Ebdulrihman çiyayê kizwana anî bîra xwênerên xwe ku dikeve başûrê bajarê hisîçe û til temir ê de, dor 30 k.m ji wan dûre,dirêjbûna çiyê 85 k.m bi pehinbûna 15 k.m li wir keleha sikere dimîne dibêjin ku li ser destê kurdan di heyama Selaheldîn Eyûbîde bo parastina herêmê hatiye avakirin.
Mêrdîn : Bajarekî kurdaye li bakurê kurdistanê dimîne,nêzî Amuda roj ava dikeve, jimara kesên wê dor melyonek kes heye,ewqs têl ewaqas asêkirina sînor ji layê faşistên tirko ve nikarîbûn şewqa Mêrdînê ji ber çavê me di şevên havênan de bibrin an jî evîna wê ji dilê me rakin .
Kûz: kûz gotinek xirû kurdistaniye dive li hin deveran jêre tê gotin Den bawerim ku Den wê ji kûz mestir be ji xwe herdo ji heriyeke taybet tên çêkirin ku ew qetên wanî biçûk wek qehfik dihat binavkirin.
Den ji bo avê sar bikê li deverê bikar tanîn ,ew di hewşêde di bin kolikekê de didanîn qetek paç jî li dorê dipîçan tasikek jî bi den ve girêdidan ,bi rastî ava den dilê mirov di qijqija havîne de kînik dike.
Mamosta Hefîz Ebdulrihman bi şarazayî van herdû peyvan wek cih û war bi hevre girêdide deşt û kûz ku herdû nîşana reseniya miltekî mêrxas î kevnar in.
Milan û xiftan û zerî dengvedanê milet û şarestanî û jiyanê ne ..
“De razê bavo li cihê ko tu lê dirêjkirî
Destê min nager e
Zîvê gustîlê ji xwîna te paqij bikim
Destê min nagihê danheva
Kehremanê tizbiha teyî birindar!
De razê bavo li cihê ku lê dirêjkirî
Roja şermokî ber bi avabûnê ve
Riwê xwe ji ser cendekê teyî sar dide alî
Û ronahiya çirayên Mêrdînê
Di davê têlên sinorîde dibawişke !!!”
Dîsa dikarim bêjim ku mamosta Hefîz Ebdulrihman bi zelalî û bi hesanî rişma helbsta xwe digre û wek siwarê hespa boz cirîdê di nav gotin û hevokan de bê minetî dike, dikare bi xweşî bê ku hespê xwe bide bi telb yan jî westandin tabloya xweya rengîn ava bike ku qoça hemî hunermendan hemî şêwekaran hildide, pêrejî xwendevanê xwe ber wêneyên helbestî ve dibe ku çavgirtî xwendevan di nêv gulistana wîde, bihna indekoya welat dike ewî dibe şanoya rengan ku çirayên wî, tariya dirokî geşdike.
Ku baweşkandin yan jî tizbiyên kehreman yan jî gustîla zîv eynê tabloyeke lihev hati bi tilyên wênekêşekî navdar hatiye çêkirin ne kêm ne zêde ji xwe tizbiyên kehreman tenê nişana kesê maqûl e her kesî wê demê ne dikarîbû rahijyê de, Wisa jî gustîla zîv ku hem ev nîşanên mêrxasiyê bûn hemjî nîşanîn meznahiyê bûn.
Wisa jî folklor û pêmayên me kurdan mamosta Hefîz Ebdulrihman bê didulî di vê helbesta xwede diyar dike.
Ji xwe di helbesta Xilxalên Zîv de, xwîner rastî ciwantirîn zêrkerê cihanê tê, dikarim bêjim ku mamosta Hefîz Ebdulrihman gihaya asta zêrevanê Italî- Cellini Binvenuto- di çêkirina vê helbestêde ku her durek her almasek mîna wan polikên kevin ji binê bedena Qamişlo komkirine, dane hev, ençax bibe ristikek zêr têkeve qirka Zerkazêra de yan jî bibe xirxalekî zîv di lingê Pelqîsê de.
Bêguman ev qederek çêbû ez li ber xwe didim ka ez kîjan parçe yan kîjan movikê ji vê helbestê şirove bikim, dikim nakim nikarim xwe li ser parçekî ve biqevêzim û yên din bihêlim, mane min pêşî got ku helbest wek gustîlek e elmaze, her kevirekî wê ji cihekî pîroz hatiye, ji xwe her yek şûna kevrê din nagire hemî bihev re di çirisênin vêce ez mecbûrim ji ber dirêjnekim hinekî tenê ji helbestê bibêjim:
Ku ew bixwe kûrbûna dîrokê têde dide xuyanîkirin, rexekî ji şaristaniya Someriya di helbestêde mamosta Hefîz Ebdulrehman ber bi çav dike ew şaristaniya kevnar ku li başûrê welatê Rafêdên hatiye dîtin, li ser wan qehfikên heriyê ku bi xêzên Mismarî hatibûn nivîsandin, ji xwe dîroka wan vedgere 3000sal berî zayînê
“Xilxalên zîv
Paytonê evîndarê Somerî bûn
Li deştên Henasbotamiya
Dixwiryan, bê çeng difiriyan “
Wisa jî mamosta Hefîz Ebdulrihman dixwaze Paytonê bi me bide naskirin yan jî libîra me bînê jiber pirê xortê nifşê nû ne payton dîtine nejî lê siwarbûne..
Ew bixwe di salên şêstî de li Qamişlo hebûn lê bi rastî ez neghama wan lê ji dêvla tirmbîlan bi kar tanîn, ji xwe tirmbêl hinganê kêmbûn yan jî li ser tilehan dihatin jimartin
Payton bi xwe erebek piçûke, hespê ew dikşand, alavekî veguhastinê yê kevne, têra du kesan dikir li hemî welatan pêk dihat, derdora sedsala 18an li ewropa hat bi kar anîn.
Niha jî li hin deveran wek alavekî giştyarî tê bikar anîn .
Wisa jî ew Xirxal bi xwe dibûn naqûsên evindaran ku çîroka mitran Îsa tîna bîramin ku berya sed salî li derdora gola Wanê di dêra Axtemar ê de çebûye ku mitran Îsa bi mêranî bervaniya herdu evindaran kiriye Elî û Meyrema xiristiyan dijî waliyê Osmanî ku hemberî 1000 kîsê zêr ew radestî walî nekirin ku herdû Elî û mitran Îsa di şerekî giran de çûn wisa jiyana xwe kirin qurbana wefadariyê, qurbana sozên berê ,qurbana rawestandinên şanaz.
Ji xwe ev serpêhatî û ev evîn û ev lehengî li seranserê Kurdistanê bi dengekî zîzî şewat, bilind, wekî stran, nemir Mihemed Arifê Cezrawî belav kir û berî wî jî Hesen ê Cizîrî
“Xilxalên zîv
Zengilê dêreke çiyayî bûn
Bi limêjin evînêre
Diçirisîn
Bi şahî dicingiyan “
Ev jî resen û çakbûna dîrok û sinciyê mirovên berê nişan dide ku ta dilopa xwîna dawî ji gotin û urfuadatên berê dernediketin, mitran digot çilo du xwîniyê ku xwe avêtine bext û tora min, ezê wan radestî kujerê wan bikim!!
Hêjî mamosta Hefîz Ebdulrihman di Xirxalê xwede berdewame û dîsa tekez dike, dîsa jiyana bav û kalan, çiyayên welêt û lehengiya bapîran, girêdana wan bi xaka welat ve tîne ber çav:
“Xilxalên zîv
Dengvedana keriyên pez
Di şivîlên zozanê Sîpanê de
Çirayên êvarê
Li pêşiya konê koçeriyê
Û çîrokên siwariyê
Hişyar dikirn
Nediwestiyan
Nedihewiyan “
Bêguman mamosta Hefîz Ebdulrihman gotinên xwe di bin neynikên hûrde dineqîne, wan sêcar li serade wijdan û maf û girêdana welat, dixe, ta ku kon bixwe nîşana welatekî serbixwe ye, sembola mîrnişîna kurdaye, wisa jî hatiye zanîn di dîrokê de ku mestirîn kon li deverê konê paşayê milan bû ku li ser 16 stûnan dihate vedan.Pez û koçerî jî yekser kurda nişan dide ku timî siwaran jî pasavaniya milkumewdanî xwe dikirn bê rawestandin.
Dawî jî mamosta Hefîz Ebdulrihman helbestvanê me Xirxalê yara xwe jî jibîr nake ku ewî Xirxalî, xewnên wanî gulgulî bi ken û sirûd dikirin, di wan newal û mesîlande gulçiçek li ber dengê Xirxalê yarê dipişkivîn wisa tevan Xirxal û yar û helbestvan tevlî min jî, xwe winda dikirn bê hiş dibûn li koncala di hoşan ,te digo meya Cizîrî di meyxana Tirêj de vexwarine… (Di hatim der ji meyxanê, dihoşim ez li kortala, serê min rengê hêlanê, diçe û tê ji hiş vala… Tîrêj)
Mamosta Hefîz Ebdulrihman dibêje:
“Xilxalên zîv
Bi rengvedana sirûdên laş re
Di newalên şevê de
Dibişrîn
Ji kurahî dikeniyan
Xilxalên zîv
Dîn dibûn
Xilxalên zîv
Mest dibûn “
Belê mamosta Hefîz Ebdulrihman gotinek nuh di vê malikê de derbaskiriye – sirûdên laş – ji xwe zimanê laş yan jî axaftina laş eva zanistike serbixwe ye di zanîngehan de tê xwendin, şagirtên vî beşî wek bijîşk yan pisporên taybet tên bi navkirin ku dikarin xwesteka mirov ji laşê wî ji lebata destê wî yan ji kenê wî, ji cavê wî, nasbikin .
Malik tije wêneyê lihevhatîne, helbestvanê me ta Xirxal bixwe jî daye biken, çima, na, ku liqayî zerîyek wisa spehî hatine, jixwe wê mestbin jixwe wê dînbin.
Dîsa mamosta Hefîz Ebdulrihman dîroka kurdan ya tije lehengî tije xwîn tije kefteleft di helbesta xwe de ya bi navê Kenê ko, Giriyê bêhêl, yan jî Siwaro li ber xwênerê xwe radixe ku ji hezarên salan ve û ta nihajî ti kes pişta vî miletê prîşan nagire, ne mêrxasiya wî ne jî saziyên nêvdewletî nejî dezgeha mafê mirovan pêrejî netewên yekgirtî, lome helbestvanê me mecbûr dibe ku hêviya xwe dighêne xewna nivê şevê:
“De bajo heyran …
(Ma Xwedê û xewna nîvê şevê)
Yasa navnetewî
Mihîna te êmke
Te ji mayinê sînor
û kongiran
Ji devgirêdanan
Biparêze “
Ji xwe mamosta Hefîz Ebdulrihman dîsa di vê malikê de dîroka kevin û nuh pêrejî metelok û folklorê miletê kurd bi şarazayî hemberî hev di deyîne yan jî dirêse,mîna –devgirêdan-û –xewna nîvê şevê– ji xwe em dizanin ku ev metelok xewna nîvê şevê pirê caran Siyamendê Silîvî di wê afsana xwede (Siyamend û Xecê)pêk dianê ku çi cara rastî astengiyan dihat yan bobelatan yan zorçûnan, hewara xwe dighande xewna nîvê şevê, ji xwe ev bi xwejî çîrokeke wê taybet heye ku Siyamend di xewde Xocê xidir dibîne wisa herdû peymanek xewneyî di nêv bera xwede girêdidin.
Devgirêdan jî, pirê caran nêvbera jin û mêran de çêdibû, bo li hev werin yan hevdû berdin yan jî yarekê li ber çavê destgirtiyê wê reş bikin ta ku wê bidne yekî din… Piçek por, piçek ta, piçek xwîn, derzî… Ku kesên taybet bi vî karî radibûn di rêça niviştan de yan avê yan jî xwarinê de,afatî bi serê hev tanîn hina ji dil bawerdikir û hina digot tev tinazin,ez jî dengê xwe tevlî yê mamosta Hefîz Ebdulrihman dikim û pêre dibêjim Xwedê me ji devgirêdana biparêze.
Mamosta Hefîz Ebdulrihman li vir nasekine,guhartina dimugrafî ku di salên heftêyan de li Cizîra kurdan li Sûrî, rêjima Bas pêk anîbû, ber biçav dike, ku wê rêjîmê Erd û zeviyên cotkarên Kurd ji wan stand û li erebên ku ji herêma Riqayê anibûn bi mehna çêkirina Bendava Firatê, belavkir…
“ Siwaro
Xename li tixûbê gund danîne.
Siwaro
Xename li bênderê gund Diçêrînin.
Siwaro
Xename cilên -Ad -û -Semûd-
Li ser tîla we Raxistine
Siwaro
Xename di rekeha sînga te de şilfîtazî
Memikê xewna talankirinê
Ji mistdanê kol kiri ne
Û payîzokên teyî nixurî
Ji -Lat û Izza û UN – re
Gorî dikn “
Xename nav û nîşana Ereba ye, bi taybet ew kesên ku Pez xwedî dikin, bawerm ku Xenama navê êleka Ereba ye jî, cihguhêzin, tê bîra min jî, ku wan ereban pezên xwe di anîn gudên Aliyan bo çêriyê, dihatin û diçûn, lê rêjîma Basê bi pilan û zanîn wek ku vekolîna efsr Mihemed Teleb Hilal bi cih bikin ta cugrafiya herêma kurdan bugherin, Ereb anîna herêma kurda û bi cih kirin….
Miletî Ad ew ji erebê başûrê Arebstana Siûdiyê ne, di nêvbera wê û Hedremot ê de bi cih bûbûn, Simûd jî li bakurê wan bû, mesela wan dûvdirêjî heve, ku mamosta Hefîz Ebdulrihman dixwaze bêje ew erebên wan çolan ku bi hezarê KM ji me dûrbûn, hatine bûna xelkê cih û çekên xwe liser têla me li gundê me radixin û li ber çavê hemî kesê ku xwe dike bavê mafan bavê dîmuqratiyê… Bê ku ti kes ji van saziyan bibêjê wan Na bi ser dejî zarokên me serjêdikin wan dikin qurban ji wan pût û latên xwere ji –Lat û Izza û UN – re bê ku çavê kesî yan mijankên wan bileqin.
Wek her car mamosta Hefîz Ebdulrihman bi dengek bilind dibêje û di pêşiya helbesta xwede ku Kurdistan yek parçeye û xwina sor her wê zora şîn û reşiyê bibe, ku ew dilopên xwîna siwarê wî wisa di bin tava heyvêde ku dihata çirsandin, xwîna siwarekî din xwîna pakewanekî din xwîna kurdistanîyekî din li bajarê Qamişlo tevlî xwîna siwarê Hefîz dibe û hîn li ser dîwarê nexweşxana li taxa min di bin tava heyvêde diçrisîne
“ Tava heyvê ye
Siwaro
Sorê hilçeniyayî, naçare
Aramiya şînê tarî
Ji keçkanî dixe
Îsandina rima te
Û nalên mihînê
Nalînin -Eleqemşê-
Pîne dike
Gaziyên -Dimdimê-
Bi teşiya -Sînema Amûdê-
Li xaçên -Helebçe-
Dirêse “
Bi rastî ev movik tenê vekolînek serbixwe jêre dive ku helbestvanê me cih û deverên kurditanê yên taybet û balkêş bi hemd, bi pilan, bi xwendin ji herçar parçî Kurdistanê bijartiye, li bakur Eleqemş ku komkujiya wê di 2 Reşmiya sala 1923an de li ser destê rêjîma Turkiyeya faşîst çêbûye.
Sinema Amûdê jî li rojavayê Kurdistanê di 13 Mijdara 1960tî de şewitye.. Helebçe bajarekî li başûrê Kurdistanê dikeve, di 16 Avdara 1988an de ji layê rêjîma Ba`es ve bi xaza xerdelê hate bumbe barankirin,
û keleha Dimdimê li rojhilatê kurdistanêye ku di salên 1605-1609 efsanek gelêrî têde qewimiye di nêvbera Xanê Lepzêrîn û şahê Îranî Ebas ê Sefewî de.. Çend roman û helbest li ser vê kelehê hatina nivîsandin .
Ber dawî:
Dikarim bêjim ku mamosta Hefîz Ebdulrihman bi rengê xweyî taybet helbesta xwe dinvîse, peyv û hevokên wî balkêşin tije wêneyê berhestin,hesanî,dijwarin,ji kakila dîrokê û kaniya şarestaniyê li ser textê pêmayiyan wêneyan hildibjêre, bi çavê endezyarekê çalak û guhê mûzîkjenkî pispor mîna Bax li ser ritma dengê Kerepêtê Xaço helbestê wekî cixarê bi tilîkên xweyî hevrîşmî dipêçe ku li ber agirê wê helbestê mîna Cewahirî gelek dilan di şewitîne.
Bêguman wêneyên rewanbêjî yên helbestî li nik helbestvan Hefîz Ebdulrihman wek berê min çend parçe ji helbestên wî şirovekirin, neqandîne, balkêş in, bi ritm in,xwêner, xwendevan, li ber wan matmayî dihêle, qunaxa hezar salî di yek wêneya helbestîde hembêz dike,xwênerê xwe carne dihêle yekser şipê bisekne yan jî bi alav û tektika sînemayê te berxweve dikşêne, te û helbestê bi wî şêwayê nivisandinê bi wan alavan bi wê naverokê ber bi asoyên fireh ve dibe.
Dawî:
Mamosta Hefîz Ebdulrihman pêvî helbesta dirêjî romanî, helbesta kurt û filaş û carna ya tinazok jî dinvîse:
“ wê sibehê her tişt şilbû
Mal, kolan, Balkonê ofîsê partiyan
Dar şil bûn, Qîrîn şil bûn
Gazî şil bûn
Rojname wê sibehê şil bûn
Bê guman wê her tişt şilbe
Dema serkêş xiyanetê bimîzin “
Mebesta helbestvan ji vê helbestê eşkere û xuyaye nehewcê şirovekirinêye yekser ew meteloka kurdî tîne ber çavan bi mebest helbestvan nexwestiya bêje dive ku ne layiqê xwendevan dîtiye ta kûçikê we ev be, wê … yê zaroka me ev be. Rewş dudirêjî heve, partiyê mejî dudirêjî hevin….
Ji xwe hebestvanê me mîna hemî helbestvanan nikare ji evîn û ciwanîya jinê xwe dur bike, mamosta Hefîz Ebdulrihman dikaribû hespê dilê xwe baş di çol û berya vê balbestêde av bide:
“Xanima ko bêhnek û sîkek e
Ji tirî
Di wê govendêde
Lipey xwe hişt
Ciwantirîn şana evînê razayî bû
Ko hespê dilê min
Bi hemû zembîlên hejîrê xwe
Bi hemû kûzên meya xwe
Berarmanc kir “
Dîsa mamosta Hefîz Ebdulrihman ferhenga xwe pêşberî xwênerê xwe radixe, Bexçika pîra torê vedike qurtek meya zelal ji kûzê wê vedixwe pêrejî hejîreke xweş ji hejîrê bajarê akrê li devera Dihokê herêma Kurdistanê dixwe.Naxwazim van peyvên spehî Şan, Kûz, Zembîl.. Şirovebikim, lê di virde helbestvanê me govenda Melayê Cizîrî tîne meydanê ku Stêya bisk kesk digot govenda ku Melê lê, ma jê pêve zê bi kêre semayê bikim.
Wisa jî mamosta Hefîz Ebdulrihman efsana Zembîlfiroş di bîra me tîne û tekez dike ku birûskên evîniyê cudahiya di navbera pêpelokên xatûna nazanîn û Zembîlfiroş de nabîne, çîrok dirîje… Li devera Farqînê çêbûye… Mezelê Zembîlfiroş jî li parêzkeha Dihok ê bûye mezarê aşiqa .
Li hêla din jî siwarê hespa boz ne dizanî wê rastî çeperê ciwanî û spehîtiya mêyekê bibe ku xweber hesp berê xwe bidin kûzê evîniyê bê rênoma -Bûsile- ku di xwîdana şana serxweşiyêde xilmaş bibe.
“ De bihêlin ez bi dawî bikim
De bihêle bi dawî bînim!!
Kolan, kolana min bû
Hewş, hewşa min bû
Tenê, ew cengawerê ko sêpiya çeka xwe,
li ser birînin qurmê dara zeytûnê durustkiribû,
ne ez bûm û ne min ew nasdikir! “
Mamosta Hefîz Ebdulrihman eşkere dibêje, tekez dike, li ser xaka bav û kalan ewqas derewên nijadperestan, faşistan, xwinxwaran, pûç û vala dike, rastiya dîrokê dibêje, ku kolan kolana meye, hewş hewşa meye Kurdistan Kurdistana meye lê ew çekdarê ku mala wî dagîr kiribû û teqîn li çarxwedor belav dikir ne ew bû û ne wî ew nasdikirn.