Îmzekirina dîwana (Doz û Evîn)

Di çarçoveya çalakiyên hevbeş yên di navbera Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya de, Roja Şemiyê 22.02.2025, bi amadebûna çend kesayetiyên berniyas yên rewşenbîrî û siyasî û civakî, ahengek bi alîkariya Komela Kobanê li bajarê Bielefeld yê Almaniyayê bo wajokirina pêncem dîwana helbestvanê Kurd Dilêş Bavê Kasir bi navê (Doz û Evîn) hat lidar xistinDi destpêkê de, Helbestvanê Kurd Hişyarê Emerê Lalê wekî pêşkêşkarê ahengê bixêrhatina mêvanan kir û piştî rêzgirtina şehîdan û sirûda neteweyî Ey Reqîb, çend peyv hatin xwendin di nav de peyva herdû Yekîtiyan ku ji aliyê nivîskar Ebdûlazîz Qasim ve hate pêşkêşkirin û têde destxweşiyê û pîrozbahî li Mamosta Bavê Kasir kir û her weha peyveke dîtir ji aliyê Nivîskarê Kurd Îbrahîm Yosif ve hat pêşkêşkirin û têde behsa xebat û jiyan û keda mezin ya Helbestvan Bavê Kesir kir.

Di beşekî dîtir yê ahengê de, hunermendê navdar yê Kurd û Ermenî Îbrahîm Kêfo çend stran bi kurdî û Ermenî pêşkêşkirin û paşî ji aliyê koma Tîrêj ya hunerî ve çend stranên kurdî hatin pêşkêşkirin û piştî nanxwarin û firavînê, Mamosta Dilêş Bavê Kesir helbestek ji dîwana xwe ya nû xwend û bi îmzekirina dîwana (Doz û Evîn), ev berhemê binerx li ser amadebûyan hat dabeşkirin û ket di nav refika petûkxaneya Kurdî de.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bi rêz û hurmet bo gelê me yê hêja,

û bo hemû endamên civaka me li welat û li derveyî welat,

Ji ber berpirsiyariya civakî û bi armanca parastina nirxên mirovî û adetên kevneşopî yên ku civaka me li ser wan ava bûye, malbatên gundên…

Alan Hemo

Vê carê jî nebû

gelek caran li bende bû

Mûmek li tarîtiya korekî vêketî

boş, her boş

Tayê dû li teşiya demê dirêse

Nêçîra bêberik û daf

sebr û sawêr di bêrîka qul de

Talankirî li wê bazarê

Bermahiyên hestan pişk e

<p...

Emel Hasen

Piştî ku ez mirim,
Qed li min negerin.
Li ser min ne lorînin û nekin gerî.
Li dera ku ez lê mirim,
Min lê veşêrin.

Eger hûn dikarin,
Ala rengîn li ber kêla min hilden،
Xemîl û rêgên buharê, û germahiya tavê
Ji tîrêjên adarê
Berz û bilind raxin li ser senga min،

Da ez dibim…

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…