Helbest u Vidyo

REŞÎD SOFÎ

 Burhan Hesso 
Meynenoş !, Mest e Mey !
Bi rondikan , emê pêkevin pey!!!
Çû Çû
Erê zû bû zû
Lê
venagerin ew rojên xweş
Bi hêvyan!
Ma poşman dibin ,
Li ber Rondikên Xecê,
Li Sîpanê Xelatê,  pezê kofyan ?
Îro Têl û Awaz rondikan dijenin
Îro mirinê,  REŞÎD û Awaz
Jihev dûrkirin
Çûûûû…Çû
Awazek e reş bû
Hevokek e Xem bû
Me bawer nekir ew bû
Xapînokê Kew bû
Te qonaxê Awazan avakirin
Te Mey û Meynenoş bi Awazan serxweş kirin
Te bi hezara dilên vemirî
Evîndarkirin
Ey REŞÎD ê kurd
Xwezî me zanîba
Ka mirinê
Çend pirsên bê bersiv
Bi tere birin?
17.02.2025

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso *Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt... Nebêjin, nikare…