Xwedî maf, belgeyan ne sixêfan pêşkêş dike

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz berhev kirine, min jî wek gelekan gotarek li ser M.Şêxo û pêşgotina pirtûkê nivîsandiye.

Li diyaspora, û li herçar perçeyên Kurdistanê hezkiryan li pirtûkê pirsîn, peyda kirin û kêfxweşiya xwe derbirîn. Ta niha berdewam e.

Dema min ev pirtûk çap kir û ket nav destê xelkê, dawî li pirtûka sala 1995an hat, nema jêder û lêveger e, çimkî min şaşiyên wê pirtûkê serrast kirin û bi dehên caran ji bo wan şaşiyan lêborîn xwest.

Ji herçar perçeyên Kurdistanê, ji nav 40-50 melyon kurd, tenê mala rêzdar Mehmûd Ezîz Şakir, mala birayê wî nemir Mihemed Elî Şakir(hezar rehme li giyanê wî bin) û sê-çar zikreş û hesûdên din êrîşî pirtûkê kirin. Berî pirtûkê jî êrîşî Mihemed Şêxo dikirin, û jahra zikreşî û hesûdiyê vedirşandin.

Min di pirtûkê de nivîsandiye ku hin stranên hevbeş di navbera Şêxo û Şakir de hene, wek nimûne “Hebs û Zindan, Eman Dilo û hin din”. Min ew inkar nekiriye û nakim, û ji bo min ne pirsgirêke bê kê berî kê gotiye. Min pirtûk li ser M. Şêxo amade kiriye, helbet ezê wan stranan bi navê M. Şêxo bixim pirtûkê. Eger pirtûk li ser Mehmûd Ezîz ba, dîsa minê bixistina pirtûkê, lê bi navê M. Ezîz.

Gelek helbest û awazên wan stranên hevbeş yê nemir Yûsif Berazî ne. Min bi belge piştrast kiriye ku nemir Yûsifê Berazî bixwe dane Mihemed Şêxo, lê mala Şakir wê bê belge inkar dikin û wan stranan dikin yê xwe, bi bihaneya ku M. Ezîz berî M. Şêxo bi 3-4 rojan an bi 2-3 mehan gotine, belge jî bi vê yekê tune û wan jî ta niha bi belge piştrast nekirine, wate; ya wan tenê êrîşa kor û zikreşiya kevn e. Ew stran bi dengê M. Şêxo hatine guhdarî kirin û belav bûne.

Em bên ser stranên nemir Kemal Şanbaz, wek “Gewrê û Ber dilê min pir şêrîn e û hin din”. Min bi delîl û belge diyar kiriye ku helbest yê nemir Kemal Şanbaz in, min di pirtûkê de, li bin her stranê belge û şirove daye bê çilo û çawa helbest a K. Şanbaz e û ne ya nemir Mihemed Elî Şakir e. Wek çawa dizanim û bi delîl û belge ku helbesta “Rêwiyo” ne ya M. Elî Şakir e, wisa min bi delîl û belge di pirtûkê de piştrast kiriye ku helbesta “Gewrê” û “Ber dilê min pir şêrîn e” ne yên Şakir in. Eger delîl û belgeyên wan ji yê min xurtir û bihêztir hebana, wê di du salên borî de eşkere û pêşkêş bikirna. Lê mixabin, wan tenê êrîş, sivikayetî, xeber û sixêf dane û pêşkêş kirine.

Li dawî, çimkî min rastî û diziya Şakir ji helbest û awazan re eşkere kir, şer û êrîşî min û pirtûkê kirin. Ta niha belgeyek tenê jî eşkere û pêşkêş nekirine, lê tenê derew û bêbextî li min kirine, û xeber û sixêf û sivikayetî û nakokî pêşkêş kirine. Mixabin.

Li dawiya dawî, eger Mehmûd Ezîz Şakir xwedî maf e û ew stran, helbest û awaz yê wî û birayê wî ne, bila delîl û belgeyan pêşkêş bike, ne ku li ser tenûnran şer û êrîşî me bike, bila bes nakokiyan derxîne, şerm e, bila carekê tenê bibe mêr û bi belgeyan xwedî li mafê xwe derkeve. Eger xwedî maf e, bila bê rû bi rûyê me, di weşanên zindî de doza mafê xwe bike, yan jî emê li meydana keleha Hewlêrê, li pêş100-200 cuwanik û cuwamêran biaxivin û doza mafê xwe bikin, ka bê kî berx e kî beran e, kî xwedî maf e û kî diz û kedxwir e.

Kesî mafê xwe bi xeber û sixêfan nestendiye, belkû xeber û sixêf çeka qelsan e.

17-11.2024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...