Perî Ibrahîm, li Kurdistanê, li bajarê Dirbêsiyê jidayikbûye û mezinbûye, di destpêka temenê xortaniya xwe de, di sala 1989 an de derketiye dervî welat û çûye welatê Birîtanya li herêma Skotland bicihbûye, li wir dest bi xwendina sînema kiriye, heta ku lîsans, master û dektora stendiye, piştre jî wek derhêner hejmarek fîlm çêkiriye, binavtirîn fîlmê wî Gas Attack (2001) e.
Perî di telvîziyonên mîna BBC, TV FIVE, 4C, 4 NEWS û hin telvîzyonên din jî kar kiriye, fîlmên wî li Britanya û dervî Birîtanya hatine nimayişkirin.
Ser çavan ez jî kêfxweşim ku li welatê xwe me û beşdarî festîvala Duhok a navdewletî dibim.
Tu Fîlmefestîvala Navdewletî ya Duhokê çawa dinirxînî?
Berdewamiya vê festîvalê gelekî girînge, ji xwe festîval derfeteke ku derhêner û hunermendên Kurd ji Kurdistanê û ji dervî welat werin cem hev û pêkve pirojeyan û pilana çêkirina fîlman deynin. Bi giştî festîval qonaxek girînge ji bo em berhemdarên cîhanî û yên Kurdistanê li hev kom bikin û wan bi hev û din bidin nasîn û ev yek jî di warê sînema de pêwîst û girînge.
Ti aliyek piştevaniya te dike, yan jî kiriye dema tu fîlmekî Kurdî çêdikî?
Heta niha bi tenê min çar fîlmên Kurdî çêkiririne, wek derhêner û wek sînarêst jî, lê ti aliyekî ji bo çêkirina fîlmên Kurdî alîkariya min nekiriye.
Ji xwe heta niha min 12 fîlm çêkirine, hemû fîlmên min Ingilîzî ne lê bi tenê wek min got 4 ji wan Kurdî ne, dawî berhemê min jî fîlmê TEMBÛR bû.
Tu di fîlmên xwe yên Ingilîzî de behsa kêşe û mijarên civata Ewropa dikî, yan jî tu behsa kêşe û mijarên civata Kurdsitanê dikî?
Di fîlmên xwe yên Inglîzî de, ez behsa kêşe, mijar û babetên civata Ewropî dikim, lê min yek carnan karîbû tiştên Kurdî jî di wan fîlman de derbaskim, carnan mozîk, carinan min dikarî hin Kurd di hin dîmenên fîlm de derxim, tiştê ku min karîbû ez bikim, min kiriye.
Tu sînema di nav civata Kurdistanî û Kurdî de çawa dibînî?
Ez dixwazim bêjim ku sînema nameyeke ji bo gihandina her tiştekî ciwan, ne tenê ji bo gihandina derdê milet bo cîhanê, lê belê ji bo gihandina vîn û evîn û aştiyê jî.
Sînema netenê ji bo mirov bikene, an jî bibîne xortek maçî keçekê dike, an jî bibîne bê çawa lehengek xwe ji avahiyekê davêje yeka din, sînema keltûre, mentiq, bîr û bawaeriya mirov fireh û dewlementir dike. Sînema hîna jî cihê xwe di nav civata me de negirtiye û gelek caran jî bi sivkayî lê tê nerîn û li wan kesên ku di sînema de kar dikin.
Mamoste Perî, dema tu li Kurdistanê ji bo çêkirina fîlmekî kar dikî, çi astengî li pêşiya te hene?
Min berî niha du fîlm li Kurdistanê kişandine, ji ber ku rêxistinên taybet nînin,zehmetî çêdibin, mixabin li Kurdistanê mirov dikare bêje, divê tu bi ser vî aliyî an aliyekî din ve be heta ku tu karibe bê zehmetî karbike. Ji ber vê yekê, ez jî ji sala 2007 an ve heta niha nehatime Kurdistanê (mebesta Perî Başûrê Kurdistanê ye) ji ber astengî ji min re çêbûn. Lewma halêhazir ez dibêjim ku heta saziyên taybet û ne bi ser ti layinî ve çênebin ez dê nikaribim werim li Kurdistanê kar bikim, tevî ku ez spasya wan kesan dikim ku ji xwe re kirine kar-Wek Mihemed Aktaş- ku sînema li Kurdistanê çêkin û ez bi wan re gelekî alîkarim jî.
Tevî ku astengî jî derdekevin, lê tu nabînî ku erkê hunermend e ku were karê xwe di nav civata xwe de bike ji bo guhertina hişmendiya civakê, mîna ku mirov mecbûr be ku kevran ji nav zeviyê xwe rake da ku zadê wî şîn bê?
E v yek raste, lê gelek pêdawîstî û şiyan pê gereke, mirovekî wek min bi tenê nikare vî karî bike, helbet ez dikarim bibim beşek ji vî karî dema ku zemînek jê re hebe, heger hejmarek cotiyar dexlê xwe diçinin, ez dikarim dasa xwe rakim û bi wan re bibim alîkar, lê ez bi tena xwe nikarim wî zeviyê biçinim.
Ev yeka ku tu behs jî dikî darayiyek mezin jê re divê, herwiha çand û rewşenbîrî pêwîste. Gelek tişt bi min re çêbûne wek vê nimûneyê; Carekê min fîlmek çêdikir, li deverek Kurdsitanê, min dît ku va şivanek li ser pişta kerê xwe ye û daye pêşiya keriyê pezê xwe, min xwest ev dîmen di fîlmê min de derkeve, li gorî nerîtî û yasayan divê ez destûra wî bistînim ji bo ez dest bi tomara vîdiyo bikim. Dema min ji wî re got divê ez destûra te bigrim, piştî wî nas kir ku ez dê wêneyên wî bigrim, nema zanîbû wî keriyê pez wek me dixwest bide pey xwe, û digot de hema te dîmenên min bikşanda bêyî ku tu ji min re bêjî û temam, hasil me 18 caran ew dîmen ku bi tenê 30 çirke bû dûbare kiriye. Lewma ez dibêjim çanda sînema di nav gel de cih negirtiye.
Wek min got, destê bi tenê nikare çeplikan lê bide, herwiha karmendên jin û mêr jî li Kurdistanê kêm in, bi min divê li dibistanan jî huner bi hemû beşên xwe were fêrkirin da ku çanda sînema û hunerê di nav civatê de cihê xwe bigre.
Tu çawa Yelamz Guney û ezmûna wî di Sînema de dinrxînî?
Yelamz Guney ji bo min berî her tiştî derhênerekî Kurd e, sînema wî jî nêzîkî civat û kêşeyan civata Kurdî bû, di dema xwe de Yelmaz di karê sînema de li seranserî Tirkiyê û Kurdistanê yekem bû, û li cîhanê jî hat naskirin, divê ev ji bo me bibe hander da ku em li gorî dema xwe karên ji karên Yelmaz pêşketîtir û baştir biafrînin.
Ne tenê em li cem ezmûneya Yelmaz biwestin û serê xwe bi karê wî bilind bikin, ji me tê xwestin ku em karên nû biafirînin û pêşvebiçin.
Tu paşeroja sînema li Kurdistanê çawa dibînî?
Sînema li Kurdistanê heger bi vê hişmendiya ku niha heye birêvebiçe wê dereng bimîne, li Kurdistanê zemîn heye ku bibe ciheke hemû kompanî û dezgehên cîhanê werin fîlmên xwe li vir çêkin, her tişt li vir heye ku bibe cihekî hemû dinya xwe lê bigre, wek nimûne welatê Mexrîb bûye cihekî ku hemû dinya tên fîlmên xwe, bitaybet fîlmên girêdayî welatên Erebî û Afrîka li wir çêdikin.
Çima li welatê Mexrîb ev tişt heye?
Hikûmeta Mexrîbê derfeta vî tiştî daye, li qunsilxaneya Mexrîb li Birîtanya, wisa nivîsandine Xweda, Welat û Şah û di bin re jî nivisandine, EM PÊŞWAZIYA HER KESÎ DIKIN JI BO ENCAMDANA KARÊN HUNERÎ LI WELATÊ ME, tevî ku qunsilxaneya Mexrîb berawird bi qunsilxaneyên welatên Erebî yên din re mirov dikare bêje hejartirîn qunsilxane ye.
Hêvî û omîda Perî Ibrahîm çiye ji bo sînema Kurdî?
Ev bîst salin ku ez li Skotland mamosteyê Zanko me, 8 xuleyên şagirtan ji ber distê min derçûne, hêviya min ew e ku ev tişt li cem me çêbibe, hêviya min ew e ku dezgehên me çêbibin da ku hunermend û sînemakar ji wan derbiçin û berdewamiyê bi karên sînema bidin.
Tu rola ragihandina Kurdî di pêdanasîna sînema û gihandina wê bo xelkê çawa dinirxînî?
Ragihandina Kurdî, yan jî Kurdsitanî heta vê gavê ne serdest e û serbixwe ye, lê belê bêhtirê xwe heger ne hemû ser bi vî aliyê siyasî yan wî aliyê siyasî ve ye, ragihandina bê layinî nîne, dema ku ragihandinek heta radeyekê bê layin çêbibe, wê demê sînemakarên Kurd jî wê karibin bi rêka wê ragihandinê dengê xwe bighînin milet û hunera xwe bi firehî di nav wan de belav bikin. Heger hunermendek ne bi ser vî alî de yan bi ser wî alî ve be, dibe ku cihê xwe di nav ragihandina Kurdî de nebîne.
Tu ji Rojavayê Kurdistanê, ji bajarê Dirbêsiyê yî, ev 30 salên te ye ku li derveyî welat e, û te sînema xwendiye, malbata te çi ji te re digotin û dibêjin?
Destpêkê malbata min ji min re digotin ma tu çûyî dervî welat û tu ti karî nakî, ji ber hevalên min ên ku bi min re hatibûn Birîtaniya bibûn xwedî pere û hin bazirganî û karên cuda dikirin, min jî ji wan re got ez sînema dixwînim, birayê min ji min re got: Qey çavê te lê ye ku tu bibî Yelmaz Guney, min got: Na ez dê bibim Perî Ibrahîm, lê çi dema ku sermiyanê min yê sînema çêbibe wê demê tê min baş nasbike, Yelmaz kar kiriye heta ku tu wî dinasî, dema ku ez jî bibim xwedî berhemên baş wê Kurd min jî wek Yelmaz binasin.
Destpêkê malbata min digot, te jî daye pey tiştên vala, lê piştî ez derçûm û fîlmên min hatin naskirin, niha bêhtir ji kar û armancên min têdighên.
Dê û bavên me li qîmetê di nav civatê de digerin, di ahinga derçûna min ji zanko, bavê min jî amade bû, piştî ku fîlmê min hat nimayişkirin, xelkên ku amadebûn hemû rabûn ser piyan û demek dirêj li çepkan dan, wê demê bavê min got: “Min digot qey xelik bi tenê qedrê diktoran digrin, min nizanîbû ku xelk ewqasî qedrê sînema digrin û rondikên wî bariyan.”
Mamoste Perî, aya Ewropî sînema Kurdî nasdikin?
Ewropî fîlmê Kurdî nasdikin, lê sînema Kurdî nasnakin, ji ber li gorî min sînema Kurdî nîne, lê fîlmê Kurdî heye, ji ber fîlmên Kurdî ji aliyê take kesan ve tên encamdan, berhemên take kesî nabin sînema, sînema kareke bi dezgehan dibe pêşesazî, lewma ez tekez dikim ku fîlmê Kurdî ji aliyê Ewropiyan ve tê nasîn, lê sînema Kurdî wek sînema çênebûye. Gelek caran derhênerê Kurd dexelên mala xwe firotiye ji bo kamîreyekê bikre û fîlmê xwe pê çêke, dema ku mirov sazî û sponser û derhhênerê Kurd bi hevre li Kurdsitanê bibîne wê demê dikare bêje ev sînema Kurdî ye.
Sînema ji bo Perî çiye?
Bi rastî ji bo min sînema jiyane, ez xwe di sînema de dibînim, dema behsa sînema dibe ne tenê zaroktiya min tê bîra min, lê belê ez xwe ji sînemê bi xwe dibînim, çawa mirov dema jana serî wî digre pêwîstî dermanê jana serî ye, serê min jî bê sînema rehet nabe.
Gelek spas Dr. Perî Ibrhîm ku te ev derfet da me.
Ez jî spasiya te dikim û serkeftinê ji we re dixwazim.
Beşê çand/pirtûkxane roja 06.09.2019