Êzîdî… û Derewa Perestvanîya Şeytên!?

Dr. Mihdî Kakeyî
Wergêr: Mihemed Hesko (birasoz)

Ji destpêka afirandetîyê de mirov, Şeytan bi çend navan peydakirî ye, ji ber ku ji diyardeyên xwezayî di tirsî ya ku gefê li jiyana wî bike, wek tarîtî, erdehej, volqan, lehî, bilêc, birûskan û dijwarîya zivistanê, herwiha giyanewerên kûvî yên dirinde û nexweşî, birçîbûn û mirin,hîşt ku xwedawendê wan hebin, qurbanîyan jêre pêşkêş bikin, daku lê werin dilovaniyê û diltenek bin, ew jî bi dûrxistina xirabî û metirsiyên wan e. Herwiha mirov ji xwe re xwedawendên xêrxwaz afirand, nûneratiya diyardeyên erênî dikin, wek ronahî, tarîtî, bihar, çandinî,av û çinîna berhemên çandinîyê û hin tiştên din ku jê sûdmendbûn, û ew xwedawend pîrozdikir û jêre cejn û festival jî li dardixist, wek ji hatina wan re bixêrhatinê bike.

Bi dirêjahî ya demê re, mirov her bi xwedayê xêr û şer re pêbend ma, ji ber ku Zeredeşt navê Ahoramezda li xwedayê xêrê(xêrxwaz) kir û navê Ehrêmin jî li xwedayê şer(xirabîxwaz) kir, û Cihoyan(yahodîyan) jî bi vê yekê berdewam kir, ku paşê Xiristanîyan û Mislimanan jî, ev yek jê wergirtin. Bawermendên ola Yezdanî jî, ji vê yekê xwe dûr xistin, û bawerî bi xwedayekî tenha kirin, ku bi xwe xêrxwazê herdemî ye, û ew xweda ronî û dildarî û hezkirin e, mirov dildarê wî ye û ew jî, ji mirov hezdik e û dildarê mirov e, û tu gef û gurên xweda bi sotandin û êşkencedanê mirovî jî, tune ne, çawa afirender wê kur û keçên xwe bi sotîn e û êşkenc e bik e!? Mirov jî, bi xwe wê ne nankorê afirendeyê xwe be, ne ku jê ditirse an jê bi saw e, lê belê ji ber ku jê hezdik e, ji ber vê yekê mirovê Yezdanî di jiyana xwe de bixtewer e, ji ber ku bi hizra saw a sotandin û êşkencedan a piştî mirinê re najî,lê belê hizra mirinê bi xwe li cem wî nîn e, ji ber ku piştî mirinê canê wî bo mirovekî din tê veguhestin û dibe mirovekî din, û di jiyanê de berdewam dik e, û ev diyarde li ba Êzîdîyan bi (kiras guherîn) tê bi nav kirin, ji ber vê yekê mirin li cem Êzîdîyan wek guhertina kincan e, û ev diyarde li ba Yarsanîyan jî, bi (donawdon) tê bi navkirin, wate veguhestina can piştî mirinê bo mirovekî dine , ku jidayîk dibe, ji ber vê yekê Yarsanî dibêjin:“mirina mirov wek avjenî an bi seravketina ordekê ye, li vira avjenîyê dik e, û di der han re der tê“.
Ola Êzîdî jî, şaxek e ji ola Yezdanî, ji ber vê yekê, ne tenê Êzîdî ne perestvanên Şeytên in, lê belê hebûna Şeytên di ola wan de nîn e, ji ber ku hiş û lojîka wê romana ku dibêj e, afirandina Şeytên û nankorîya wî ji afirander re ret dikin, ji ber ku eger hebûna Şeytên hebiwa, wê demê ew afirîneyê xweda ye, û wê nikrib e nankoriya afirendeyê xwe bik e, û afirende jî, bûnewerekî şerxwaz na afirîn e û bi ser ademîzade de jî na sepîn e, daku hana ademîzade bide, ku nankoriya afirêner bikin, û karên pîs û xirab encam bidin, ji ber ku afrêner ji afirandeyên xwe hezdike û xirabiyê ji wan re naxwaz e, û wî hiş daye wan daku di bijardeyên xwe yên rojan e de, çi bijardeyên baş bin, û çi bijardeyên xirabin, serbest û azad bin.
Hin olan Şeytan afirandin daku bihuşt û dojehê bi afirînin, ew jî, ji bo tirsandina kesên ku nankoriya fermanên afirender dikin û fermanên xweda bi cih nakin, ji ber ku di wê serdemê de, tu hikûmetên bihêz nebûn ku yasayan derbik e, daku sînûrekî ji mirov re destnîşan bike, ku karên xirab encam ned e. Di ola Êzîdî de, afirêner xêrxwazê bê dawî ye, û hiş daye mirov daku wek bixwaz e bijî, ji ber vê yekê di ola Êzîdî de, Şeytan ew kese ye ku, rêya nexêrxwaziyê û xirabiyê hilbijartiye û tawanan dik e…ew Şeytan e!?
Derbarê dîroka gunehbarkirina bawermendên ola Êzîdî (Êzîdî, Yarsanî û Helawî şaxên serekeyên ola Yezdanî ne) bi perestvanîkirina Ehrêmin- Şeytên, vedigere bo serdema Zeredeştiyan û di serdema Sasanî de, ku ola Zerdeştî wek ola fermîya dewleta Sasanî hat pejirandin. Bawermendên ola Yezdanî jî, di heyama desthilata Sasanîyan de, tûşî komkujiyê bûn û gunehbarkirina wan bi perestvanîkirina Şeytên bi hîztir berdewam kir. Ev derew ji Sasanîyan bo gelên dinên herêmê hat belavkirin, lewira ji aliyê Xiristîyanan û Misilmanan ve jî , Êzîdî bi vê yekê dihatin gunehbarkirin.  
Di dîroka nûjen de jî, di navîna çileyên sedsala bîstan de, keşe Enistans El-kermilî bi pêvekirina guhenbarîya perestvanîkirina Şeytên bi Êzîdîyan ve, xwedî roleke mezin bû, paşê dîroknivîsê Îraqî Ebdulrezaq El-husnî wî jî, ev gunehbarî bi Êzîdîyan ve kir, û ji wê demê ve, ev derew bêhtir belav bûye!
Derbarê navê Tawos de jî, ew bi xwe, ji navê xwedawendê Somerî yê kevnar Dimûzî hatiye, ji ber ku tîpa (m)ya di vî navî de bo tîpa (w) hatiye veguhestin û tîpa(d) bo tîpa (t) hatiye veguhestin, ev yak jî ligorî rêzika zimanê Kurdî ye, lewira  bû (tûz). Li vir, em dibînin ku, ev nav tu pêwendîya wî bi balindê Tawos re nîn e, lê belê ew nav yê xwedawendê Somerî ye. Eger em çîroka afirnadina gerdûnê di olên Êzîdî, Yarsanî û Helawî de berwar bikin, ew yek wê derkeve holê, ku her wekî çîroka afirandina gerdûnê ya Somerî ne. Wiha diyar dibe ku, baweriyên şaxên pêşînîyên Kurdên Xorî yên ku berîya 3000 sal berîya zayînê li Kurdistanê jiyane, û baweriyên wan wek baweriyên Somerîyan e yên ku beriya 5 hezar sal berîya zayînî hebûn.Hêjayî gotinê ye, ku Mîtrayîtî jî, şaxeke ji ola Yezdanî ya ku gelên Arî berîya Xiristiyanîtîyê pê bawer dikirin.   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…