Bazirganiya bi dîrokê ji pişt kewalîsan ve

Dema em dîrokê bibîrtînin û di wan kesayetiyên ku pencemorên xwe li ser hiştine diramin û diponijin, divê berî her tiştî em xwe biparêzin  ji têwerbûna  di nehêlên sexte û stûxwarkirina rastiyan de bi mebest  û armancên bazirganiyê ku weka kelûpelên berdest û serlhêl di bazarên bêciran de pêşber dikin ji bo kirîna mafê tomarkirna milkstandinê û di pey re wî mafî di operasyonên wêrankirinê de karmend dikin ew wêraniya ku dijminên miletê me li ser bîrdanka dîrokî ya ji vî miletî re mayî dimeşînin.
Berî kurte demekê hin ji endamên malbata me( malbata Haco) civiyan û daxuyaniyek bi navê ( inisyetîva avakirina çêvedaniya Haco) derxistin ku ev insiyetîv damezirandine ji weqfekê re bi navê Haco.
Helbet  armanaca eşkerekirî ragihandina avakirina weqfekê bi navê Haco ye, lê armancên ne diyar û ne eşkerekirî ew levdabûn û destêwerdana di nav xêzan de ye û bi şêweyekî ku ji ti kesî nayên veşartin ta bi wan kesên kawikî ku  li kolan û sikakên xemxwar û dilzar yên bajarên me digerin, ev sikak û  kolanên ku bi bê omîdiyê û bi velorandinên dayikên kezebşewat dagirtîne.
Haco Kurdekî bawermend bû bi doza miletê xwe û asta ramandina wî ya siyasî dilxwaziyên dilpak û rast ji welat û miletê wî re di wê qonaxa ji dîrokê derbas nedikir, ew qonaxa ku ji bo yek armanc û yek ramanê tevdigeriya ew jî azadiya Kurdistanê bû.
Bê goman, Haco bîra radeyên wê têkilkirina di nav pêkhatiyan de dibir, nexasim ku êla wî serperiştiya wê dikir( êla Hevêrkan)  êleke nimoneyî û spehî bû ji wê têkilkirinê re. lewra tiştekî xweristî bû ku ew pêkhatiyên kiristyan, êzdî û cihû peşdarî di doza Kurdî li ser asta Kurdistana Sûriya de kirin, li vir em ê wan movikên hûrik ji dîrokê re bihêlin  da  ew di ber xwe de biaxive.
Em ne li dijî damezirandina weqfekê  bi navê Haco ne ku armanc û mebest jê xizmeta welat û miletê me be, lê dema komek xelk  ku bi ecindeyên siyasî û bi aliyên taybet ve girêdayî  bin, bên û hewldana derbaskirina nav û berxwedana Haco di siloganên pûç û arzan de bikin ku bitenê xizmeta armanc û berjewendiyên wan dike, ev armanc û berjewendiyên wanî ku nema ji ti kesî veşartîne û bihna wan ji nav xêzên vê daxuyaniya ku li jor bi navkirî difûre, em wê napejirînin.
Di vê daxuyaniyê de didin xuyanî kirin ku Haco dixwest ( Netewa demokratîk )  ava bike, ev pirojeyê ku PKK û hin partiyên ku bi edyolojya wê ve girêdayî hilgirtine ser xwe ku di misogerî û naveroka xwe de mîna tevahiya siloganên dine ku ji rex vê partiyê ve derdikevin. Ev siloganên ku ne kêmî peqpeqokê ye ji wan peqpeqokên vala ku rojane û bê ku biwestin dipijiqin nav çavên me.
Em yên din ji malbata Haco, ku em nûnertiya mezintirîn beşin dikin ji malbatê ji miletê xwe re radighînin ku ev kom jibilî xwe nûnertiya ti kesên din nake. Em diyar dikin ku armanca ji dûv vî pirojeyî, pirojeya damezirandina weqfa bi navê  Haco xizmeta tiştekî nake jibilî xizmeta aliyên wan ecindeyên siyasî pêve ku ji her kesî re naskirîne, ew aliyên ku ji pişt kewalîsan ve vî pirojeyî birêve dibin.
Malbata Haco li Sûriya û sirgungehê
Bi navê wan
Farhad Haco
Qamişlo
28- 05-2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…