Gurkan Elhac
Tilşiîra min kubarî ez kurê deştê te me
Qet ji bîra min tu narî serxweş û mestê te me
Tim li xewnê min diyarî ber çem û bestê te me
***
Dayika dil hestiyarî ber çok û destê te me
Paşila geşt û guzarî dîlê hêrvistê te me
Li sînga kul xweş beharî mat û pêwistê te me
***
Tu ne gundî şîrin şarî şêt û şeyda te me
Rêz li îlm û li hunerî l Şêx û Seydayê te me
Bi dîrok û kelepûrî peşk ji deryayê te me
***
Nav teyarkê te mezin bûm aşiqê werzê te me
Li ber berxan û mêşin bûm hesreta berzê te me
Li nav dexlê bi sosin bûm ez tiyê hewzê te me
***
Nav bi rabûn û ketin bûm kesera rezê te me
Li şeqîfê tey (bi cin) bûm dînê himbêzê te me
Ser wî girê bi hesin bûm dûrî wa merzê te me
***
Çendî çavêm werimandin xwezil wan mêşê te me
Riya lingê min dirandin hêjî dilêşê te me
Dest û tilyê min çirandin çav li qamîşê te me
***
Parçek behişta welatî ez ayîndarê te me
Felek xiniz li min hatî dîsa oldarê te me
Yara dil û ceger patî ez evîndarê te me
***
Zû şîrvebûm ji sînga te birçiyê nanê te me
Wê bihna xweş ji pûnga te bêrî kolanê te me
Li dunya ye vedenga te yek ji karwanê te me
Dîlok 11.06.2020
https://www.facebook.com/gurkan.elhac/videos/10222770088457044/?t=21