DaxuyanîTêkiliyên Kurdan û Misriyan ji demeke berê de,ji kûraniya dîrokê de hene, Mîtaniyên, ku pêşiyên Kurdan in, di (2000 b.z)de li gel Fîrewnên Misirê hevalbendî û têkiliyên zemawendê Girêdabûn.Ev têkiliyan di serdema Selah Dînê Eyyobî de jî berdewam bûn, ta ku di serdema hemdem de, gelek helbestvan, wêjevan û ramanbîr ji nava kurdên Misirê diyar bûn, ku bandora wan li ser wêje û ramana Erebî berbiçav bû. Û heya naka melyonên Kurdan li Misirê dijîn, bi reseniya xwe ya kurdî û bi niştimanperweriya xwe ya misrî serbilind in.
Rojamevan Essyêd Ebdifettah Essyêd endamê sendîkeya rojnamevanên Misirê ye, gotar ênalîzeyên xwe di rojname û kovar û malperên Erebî û Kurdî de diweşîn, wek: Elmusewwêr, El-Fhram El-Erebî, Etteaxî, Kurdistanî Noy, û Pok Mediya û hinên din.Ew şarezayê kar û barên kurdî ye, serokê navenda El-Qahîre bo lêkolînên kurdî ye, ku sala (2013)ê damezirandibû, rêvebirê weşanxaneya Nefertîtî bio weşan û lêkolîn û wergerê yê, ya ku berî pêşî, têkliyên çandî yên herdu gelên Kurdî û Misrî û weşandina berhemên ramaî û wêjeyî yên aferînerên Kurd xem û qisaweta wê ne.
Rojnamevan Essyêd Ebdilettah Esseyêd, bi boneya raportên meydanî li ser şerê dij Daîş li çeperên cengê, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, xelata sendîheya rojnamevanan wergirtiye.
Rojnamevan Esseyêd Ebdilfettah Essyêd beşdarê gelek kongir û konferasên navdewletî bo doza Kurd hatine girêdan, beşdar bûye. Hinek ji wan:
1. Kongira navdewletî bo doza kurdî, li Balçîka, perlemana Eewropa sala 2016.
2. Civata navdewletî bo guhertina demografî, ku li Efrînê dibe, sala 2018.
3. Mêvan û hevpişkê çalakiyên ramanî û semînaran li pêşengeha pirtûkan a Hewlê ya navdewletî herdu salên 2017 û 2019.
4. Mêvanê rûmetê yê duwemîn pêşengeha pirtûkan li rojavayê Kurdistanê sala 2018.
5. Gelek caran seredana çeperên şerê dij Daîş li başûr û rojavayê Kurdistanê kirî.
Her weha wî têkiliyên germ li gel wêjevan û rewşenbîrên Kurd, û piraniya hêzên siyasî Kurdistanî li Başûr û rojhilat û rojavayê Kurdistanê hene, û di nav pirtûkên, ku wî lêkirine de, pirtûkek bi sernavê „ Jelal Talebanî, nerîneke Misrî“ heye.
Rêwresmên rûmetkirina wî dê li El-Qahîreyê bêk bên, û dê bi daxuyaniyeke din were ragihandin.
Almanya, 15. 09. 2020.
Komita xelata Osman Sebrî bo dostaniya gelan.

Şîrove (0)