Hatiya nivîsandin Xeleka(2)

Bavê Zozanê

Ji xwe berê min soz dabû xwendevanên heja ku xelekeke din li ser helbesta Hatiye nivîsandin ya helbestvanê nemir Mihemed Elî Hiso binvîsim ji ber ku min nexwest ez gotar xwe ya pêşîn ewqasî dirêj bikim. Dixwazim  bînim bîra we ku hinganê liser du parçan ji helbestê min  nivîsîbû:

Hatiye nivîsandin

Hatiye nivîsandin
li guliya porzerê
li kenarê birînê
liser qevda xencerê
liser lêvên şehîda
li keviya cegerê

Li ser dil şax vedaye
mîna kul û keserê
li ser tîrêjin rokê
ku davêjê pencerê
weka reha frêzê
belabûye li her derê

Niha va ez dikim li ser parçekê tenê ,perçê dawî ji helbestê berdewam bikim, vêce du sê parçe dimînin emê wan bi hêlin ji xeleka sisyan re

Xwedê Kurdistan çêkir
şaş maye li hemberê
eger xwedê bimrê jî
dîsa wek carê berê
wê Kurdistan kat bidê
ji nêv kul û  keserê

Wek berê ku di gotara pêşîde min da xuyanîkirin ku helbestvanê me Mihemed Elî Hiso gelekî bawerî bi çîrok mîrokê olperstan,bihişt ,dojeh, wisa jî ew tiştên din jî ne tanî, dikarim bêjim ku dîn û îmana wî welatê wî bû ,bi sedên helebestan di vî warî de nivîsandine .

Vêce di vê helbesta xwede û ji hiskirina xwe a bala ji welatê xwere ji Kurdistsna xwere ,hemberî xwedê disekinê ,wisa jî ewî mîna mirov dibîne ,ji xwe mebesta wî ne xwedê ye belê dixwaze ji dil û can eşkere bike ku Kurdistan her heye û wê her bimîne ,ti carî jî namirê,kî bimre bela bimre ta xwedê jî be..

Dibêje ku ew welatê ji nîv kul û keseran kat bidê ew welatê ku bi xwîna xort û keçan bê avdan tu kes ta ku niza kîbe jî nikare wê gula sor biçilmisîne,erê dive ku carekê tevlîhevîyek çêbibe, dive ku şaşîtiyek werê holê lê Kurdistan her û her wê kat bidê ji nê kul û keserê.

Dixwazim bêjim ku helbestvan Mihemed Elî Hiso bi qasî keda kiribû ji bo welatê xwe ,biqasî  zilm û zora ku hatibû serê wî, bi qasî helwestên wî yê mêranî çi di zindanan de çi li hemberî polîs û mebahisan ,bi qasî ku berjewendiyên welat di ser yê mal û zarokên xwere digirt ,ew qasî ew di jiyana xwe de nehate  insafkirin jiyanek bi zor û kotekî bihûrand bi belengazî û perîşanî lê wisa jî serê xwe ji kesî re ne danî hemî zarokê xwe dane xwendin ne wisa tenêjî belê ew wek qurbanan  pêşkêşî welat jî kirin ew welatê ku xwedê şaş maye li hemberê .

Divim bêjim ku helbestvan  Mihemed Elî Hiso di 4 meha Avdara 2016 li Qamişlo çû ser oxira xwe ku temenê wî dor 86 sal bû li goristana Hilêlîkê hate veşartin.

Hêjaye gotinêye ku helbestvan Mihemed Elî Hiso  navê dîwana xwe a yekem Nalîn  li ser navê keça xwe şehîda Kurdistanê danî, wisa jî lawî wî Lat li ser wan çiyayên berz û bilind hate birîndar
kirin. Divê em jibîr nekin ku helbestvanê me li gundê Girê Moza li navçeya Amûdê sala 1930 çêbûye .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê/ 17, ku ji roja 9ê Nîsana 2025, destpê kiriye û ta roja 19ê berdewam e. Ev pêşangeha di bin durişma “Cîhan Bi Kurdî Xeber Dide” hatiye lidar ketin. Sebaretî min, pêwîst bû ku ez di roja 13 vê Nîsanê de,…

Li kurdistana Başûrêrojava gelek bûyer û pêşhateyên siyasî diqewmin, ku bandora xwe raste rast li ser bizava netewiya Kurdistana Başûr heye.

Li kurdistana Başûrêrojava tenê ENKS û PYD- YPG nînin, ji derveyî wan gelek rêxistin û partiyên siyasî yên tekoşer û xudan dîrok û ezmûn jî hene, ku pêwist û giringe, em…

Tengezar Marînî

Hermeneutîk û post-hermeneutîk du têgehên bingehîn in di felsefe û zanistên mirovî de, ku bi têgehiştin û şîrovekirina heyber, wate û diyardeyên çandî ve girêdayî ne. Li vir taybetmendî û cûdahiyên di navbera van her du rêbazan de hene:

Hermeneutîk. Xislet û taybetmendî:

Pênase:

Hermeneutîk…

İSKAN TOLUN Köln:

Niha jî min dest bi xwendina pirtûk a şairê nemir Cegerxwîn kir. Ez bawerim ko ez wê pitûkê baş bişopînim wê nivîsa min e bi zimanê dayîkê gelek bi pêş keve. Pirtûk nûye, tîpguhêztine û wisa xwîya dike ko gramera zimanê kurdî baş bikar anîne. Destê wan sağ be!..

<p...