ŞINGAL

Burhan Hesso

Kê ji bejna te çinîn maçên gewez
Ji beja wê sîngê,tirî tev rez
Kê dada hilma bîhoka
Kê birrîn memik ji kokan
Ejdehên tariş û yasax
Kanya Spî dane gez
Kê ERŞÊ Xwedê hejand
Çarya riwê te qetand

Kê biryar da
Kê pilan
Kê xefk û tabî vedan
Kê mirovahî,terazû û qapankir
Ser bi ser da bi peran
Dan ber difnê ker û hirç
Gula helez
Kê bişav,şîleya ax a Ahoyan
Şerperez
Kî ji xinizyê vemist
Kê şîlû kir
Av û ba
Kê navê Xwedê li ber pîrozbahiyê veda
Kî ji Dûv re bû geda
Kê tu bê himber tu da
Kî yê çû?
Kî yê ma?
Her ew çûn
Her tu ma
Bûn qirşik û qesele
Tu tekûz î
Tu tewez
Ehrêman ket lerizî
Her tu mayî
Her tu mayî
Tu Hirmez
Tu Hiemez.

2.8.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…