Carnan

Kamran Simo Hedilî

Carnan
ez gêrîlayê pêşî
yê cîhanê me
roniya Manî
wekheviya Mazdak im
carnan wêneyên şadiyê

di dêmên min de rûdinin
carnan awirên bêkesiyê
di asîmanê çavên min de dicemidin
carnan tofana çiyayê asê
çirûska hemdem
Zerdeştê kal im
carnan gula di guldankê de
bêav mayî
ciwanê bayê windakirinê
baskên xortaniya wî şikandî
di nav melûliyê de
kenê girî me
carnan qêrînên Rindîxanê
hevokên êşê
serê kurê di tûrê dagîkeran de me
carnan helbestvanê xeyalperest
loriya helbestê me
carnan derdê bêxemiyê
sibehên min dikê êvar
û carnan rûkeniya bûk û zavan
tawanbarê bêtawan
hêviya hatinê me ez

26.06.2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…