Roja înê 11- 10 – 2013an li bajarê Qamişlo li hola AL-Melekiyê kongirê bingihîn yê yekîtiyê karê xwe dest pê kir . Ev kongirê giştî û bingihîn di bin durişma
( Nivîskar Wijdanê Gellan e ) de bû . kongir balkêş bû ji ber jimarek mezin ji nivîskaran , ji gelek herêmên Kurdî tê de beşdar bûn . Wisa jî , gelek mêvan ji rêxistin, saziyên siyasî, civakî,olî û gelek kesayetiyên bi nav û deng amade bûn .
Demjimêr 10 ê beyanî kongir dest bi kar û barê xwe kir. di destpêkê de kongir hûrdemekê li ser giyanê cangoriyên Kurd û Kurdistanê û yên şoreşa sûriyê rawestiya digel sirûda netewî ( Ey Reqîb) .
Gelek gotinên balkêş hatin xwendin , hemiyan kongir pîrozkir û serkeftin jê re xwestin .
Konkir karê xwe berdewamkir û gengeşe li ser piroja reşnivîsa bingihîn bi awakî hêja û berpirsiyar hat sergihayîkirin .
Kongir biriyar da ku komîtek pispor ji bo sazkirin û serastikirina reşnivîsê bê avakirin ,helbet li gor têbîniyên endaman .
Konkir jimarek ji pêşniyar û biryarên giring sitand namaze , yên guhdanê bi paşaroja zimanê kurdî dikin , û her wiha guhdanê bi keltûr , dîrok û çanda kurdî ya ku dijmin ew riswa kiribû .
Û di dawî de konkir bangek bilin ji hemî nivîskar û rewşenbîrên kurd re şand û ji wan xwest ku bi rola xwe ya dîrokî di yekîtiya milet de bi riya peyva berpirsiyar dûrî dan û standinên çewt rabin , û herwiha konkir xwest ev yekîtî vekirî be ji bo endametiyê ji hemî nivîskarên ku ne amade bûn , ji ber sedemên awerte , dîsa biryar hat sitandin ji bo avakirina pêwendiyên biratî û wekheviyê bi hemî saziyên nivîskaran re , bi taybetî saziyên kurdistanî. Û di dawiya konkir de desteyek giştî hat hilbijartin ji 15-de endaman .
Qamişlo 12-10-2013