Dewlet di navbera Kurdistan û başûrî Sodan de

  Luqman silêman
luqman_sileman@live.se

Dibin vî navî de Rojnamevan Ehmed Zawîtî pirtûkek hêja wek lêkolînekî li ser dayîbûna komara başûrê Sodanê  nivîsiye pirtûk ji 197 rûpela pêkhatiye.

Ehmde Zawîtî ezmûna avakirina vê dewleta nû ya ku li başûrê Sodanê hatiye avakirin bi şêweyekî xweş û nazik nivîsaniye mirov ji xwendina wê têrnabê.
Zawîtî bi navê qenala Elcezîre wek şandek çûye kar û barê vê bûyera nû bi şûpîne lê wî ji bîrnekiriye ku ew kurde ji lewma ezmûn vî welatê nû tê avakirin û wek rojnamevanekî hertişt li ber çavê xwe dîtiye û gav bi gav şopandiye û li ser nivîsiye û hertiştê Sodana nû aniye li  beramberî kurdistanê kiriye.
Zawîtî ezmûna xwe wek rojnamevanekî xemxwarê welatê xwe guhdan li hertiştî ji piçûk ta bi mezin kiriye ji ber ku ew wek şahidekî li ser dayîkbûna vî welatê ku ji nûve dayîkdibê çawe pîrik li ber dayîkê dirûne û li benda dayîkbûna wêye wisa Seyda Zawîtî bûye pîrik û bi şêweyekî ku mirov ji xwendina ezmûna dayîkbûna vî welatî têrnabê nivîsiye.
Seydayê Zawîtî ji firokxana Hewlêrê destpêdike çawe ji  firokxana Hewlêrê bi rêdikevê wek şandek ji hêla qenala Elcizîre diçê li firokxan Atutirk dadikevê û ji wir berê xwe didê Xertom û ji wir jî gerek ew bighê Coba lê ew ji bîr nakê van hersê firokaxan bi hevre beramberî dikê û rewşa wan ji mere şîrovedike û dide xuyakirin çi cudahî di nav bera wande heye ji xweşiya û amadekarî û alavên ku pêdiviyên rêwiya di firokxanê de bi wan heye û çawe pêşwaziya rêwiya dibe û karmendê ku di van firokxana de di xebitin.
Seydayê Zawîtî her ku tevlî wî miletê reşê ku wê piştî çend rojên dî bibê xwediyê komarekî serbixwe lê ji bîranekê ku ew ji xwelatekî bindeste û divegerê cardî beramberiyekî ji ser wan tiştê ku wî bi çavê şandekî lê nêriye û bi kurahî li ser sekiniye.
Li gor dîtinê Seydayê Zawîtî firokxana Atutirk di pêşde dibînê û di peyre firokxana welatê xwe yê bindest dibînê û yê sisêya yê Xertom tê û yê çara firokxana ku wê piştî çend rojên dî bibe firokxana paytexta wê dewleta ku wê Seydayê Zawîtî bibê şahidê dayîkbûna wê û wê Ala wêjî tevlî Ala welatê Azad bibe.
Seydayê Zawîtî di ezmûna xwe de û bi çavê xwe dibînê çawe miletê başûrî Sodan di hêla dirûnîde hatiye amadekirin ji bo ku cida bibin û Azadiya welatê xwe yê nû û beriya ku li seranserî Sodanê referendum li ser cidatiya başûr were kirin û erêniyê bistînin.
xelkê başûrî Sodan ji her hêlêve karûbara Azadiyêdikin bi hestê ku wa arênî wergirtiye û diyare ku bi rastî jî wan erênî ji Emerîka û dewletê mezin di bin masêre standibûn ji lewma weka ku Seydayê Zawîtî diyardike ku miletê başûr şev û roj dikrin yek.
Seydayê Zawîtî li ser rewşa başûr ya aborî daxive li ser rêya û hotêla ta li ser cil û bergê vî miletê ku wîjî weka me ji wê kaniya bindestiyê wê ava tehil û şor vexwariye. Ji lewma weka kiwara mişêhingiv etlayî bi wan nakevê wek ku kar li xwe par kirbin ji ziman ta bi sirûda netewî ya ku wê piştî çend rojên  dî serokê cîhanê li ber wê bi rêz û hirmet bisekinin.
Lê tiştê ku Seydayê Zawîtî dibêjê başûrî Sodan bi nav welate wekî dî tiştek wê tuneye nexasim infrastructure ji hev ketiye lê miletekî bi xwe bawere û li benda tu erêniya na mîne û karûbara welatê xwe dikin dibin wê birçîbûn û pêxwasiya ku ew têre derbasbûne û hîn jî têdene.
Bawerim beramberiyek hêjaye ku mirov li ser raweste û sûdê jî jê bike…..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…