Pêkvejiyan li welatên pêkhatî ji netewe û olên cuda (Sûriya wekî mînak)

 

Mistefa Oso
Wergerandin: Ebdûlazîz Qasim

Pirrengiya olî û fereneteweyî, rewşek xwezayî ye ku di piraniya civakên serdem yên welatên cîhanê de dihête dîtin, ji ber ku ti dewlet ji aliyê etnîkî yan jî hêla olî ve safî û petî nîne, Ev yek dibe bibe sedemek ji bo bihêzbûn û dewlemendiya dewletê û bibe sedema mezinbûn, pêşkeftin, xêr û xweşiya wê – wekî Amerîkayê û dewletên rojavayî yên Ewropa- yan jî bibe faktoriyeke lawazbûn û paşkeftina wê, û sedema peydabûna hevrikî û perçebûna wê- wekî dewletên Sovyeta berê, dewletên Balkanê û hin dewletên din di dehsalên dawiyê yên sedsala bîstan de û hejmarek dewletên Rojhilata Navîn, di nav de Sûriya niha jî – li gor siyaseta li hember wê tê pejirandin, û şêwekarên serederiya li gel û çareserkirina wê û sînorên hez û vîna ji bo pêkanîna pêkvejiyan û xweşbûnê di navbera van pêkhateyan û movikên tevna civakê de yên dewletê.

 

Pêkevjiyana di navbera pêkhateyên netewî û olî de, pêdivî bi gelek hewildanên gerantor ji bo peydakirina jîngehek li ser bingeha têkilî û lihevhatinê di navbêna wan de û bi pejirandin û qebûlkirina cudahiyan li ser bingeha naskirina maf û erkan û rêzgirtina yekdu, bi dîtina xalên hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de heye, herwisa pêdivî bi şikandina zihniyet û hizra li ser bingeha pûçkirin, dûrxisin û bêparkirina ji maf û derbirrîna ji xwe heye, tevî ku pêdivî bi boçûn û lêrînek zelal ji bo îro û siberojê heye, bi asoyên mirovî li ser binemayên zagon û yasa û peymanên navnetewî yên girêdayî mafên mirovan, di destûr û makezagona dewletê de bi awayê ku parastin û pêkeftina wê misoger bike, hokar û faktorên ewlehî, aramî û aştiyê peyda bike.
Ji ber girîngiya mijara pirsgirêkên pêkvejiyanê di nav pêkhateyên cur bi cur û cuda de yên civakên dewletên cîhanê û karvedanên wê yên rasterast li ser pirsgirêkên aştî û ewlehiya navnetewî, ku civaka navnetewî û Netewên Yekbûyî, herdem xema vê yekê dixwin û li ser pêdagiriyê di gelek yasa, biryar û belgeyên xwe de û herwisa di bîranîn û helkeftên xwe yên têkildar de dikin, wekî: Roja Lêborîna Navnetewî, ku her sal dikeve di 16ê Çiriya paşîn de, û Roja Navnetewî ya Pirrengiya Çandî ji bo Diyalog û Pêşkeftinê, ku her sal dikeve 21ê Gulanê de.
Li Sûriyê, ku welatekî naskirî ye bi zehfî û pirrengiya xwe ya netewî, olî, mezhebî ve…, ku pêkvejiyan di navbera pêkhateyên wê de rastî gelek destdirêjî û xirabiyan hatiye, û herweha rastî gelek derbên bi êş hatiye, ku têde stûn û bingehên wê ji hêla hemû hukûmetên deshilatdar hatine hejandin, ji ber polîtîkayên wan yên nijadperestî û kiryarên tundutijiyê, tepeserî, paşguhxistin, înkar, dûrxistin û perawîzkirinê…, pêşîgirtina li xwederbirîn û bêparkirina ji mafan.
Piştî hilatina şoreşa Sûrî di adar 2011 de, û peydabûna komên çete yên Îslamî yên tundrê, ku siyaset û kiryarên wan di vî warî de ji siyaset û kiryarên wan ji aliyê nîjadperestiyê, olperestî û tawanbariyê ve ji kiryarên hemû hukûmetên Sûrî yên ku deshilatdarî heta niha xirabtirin, … ku bandorên xirabtir xistin li ser mijarên pêkvejiyîna civakî di navbera pêkhateyên wê de, heta radeyekê ku zengilê metirsiyê li ser encamên pir xirab li ser mijarên ewlehî, aramî û aştiyê lê dide.. ku tikes nikare encam û bertek û dorhêla wan ya metirsîdar pêşbînî bike.
Bidestxistina pêkvejiyaneke daxwazkirî di navbera pêkhateyên netewî û olî yên civaka Sûrî de, heta asekî mezin bi xebatek bêtir û hewldanên hemû hemwelatî û saziyên wê yên cur bi cur heye – nemaze malbat, perwerde, ol û civaka sivîl – ji bo binbirkirina hizr û raman û şûnwar û bermayên siyaset û kiryarên zordestî, înkar, perawîzkirin, dûrxistin û bêparkirinê …., yên ku di qonaxên borî de hatine komkirin di mejî û zihniyeta wan de, û divê xebat bibe li xema çespandina prensîb û nirxên mirovî ji bo xurtkirin û bihêzkirina pêkvejiyanê, herwisa peydakirina jîngeheke baş ji bo wê ku mafên mirovan û azadiyên bingehîn misoger bike, ku pêwîstiya vê yekê bi xwe bi garantiyên destûrî û yasayî heye ku wan biparêze û pêşve bibe, û pêkanîna dad û wekheviyê di navbera hemû pêkhateyan de misoger bike, bêyî cudahî û cudahiyek li ser bingeha netewî, yan olî yan jî mezhebî.
Rojnama Agirî 402

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…