Xêre ez ji helbestê hez dikim?


Ebdilmecît Şêxo

Di rojên
Bajarê xwe de
Ez piyasê dikim
Pişta min qiloç dibe
Lê ne ji ber bara  
                      Tenên zêtunê
                      Bara henaran
                      Û seleka tirî

Tenê ji ber  barên derd û êşan
Gava ez helbestekê bi bîra xwe tînim
Pêlên  êşa dilê min
 Dîsan hêmin dibin.

 Di êvaran de
 Rûdinim
Diponijim
Êş ji her aliyekê de
Min gez dikin
Min dixwin
Kovan min dişewitînin
Raman min sermest dikin
Lê dîsan ez helbestekê dixwînim

Ewa giyana min sernûve vedijîne

Bi sibehan ez zû şiyar dibim
Bêhêz û bêqîret dibim
Di ber  fîncana qehwê re
Dîsan ez  helbestek Şêrko Bêkes
                                             Dixwînim
Vê carê
Ez dibim
Mîna perçak nanê sêlê
Di devê zarokekî  birçî de
Pişta min dibe derguş û Lange
Ji zarokekî sêwî re.
Çawa ezê ji helbestê heznekim .?

Di rojên
Bajarê xwe  de
Ez piyasê dikim
Li dewsên  çavmamizan  
                    Bejinpilingan
Ez tenê biznên reş
Û bejnên maromîro

                                                           -3-

Li kolanên min diçêrin  
                           Dibînim
Ez dîsan helbestek Ebdela Peşêw
                                           Dixwînim
Hemû bêzariyên min  dişwetin
Çeql û gor ji tirsa peyvê re
                                         Direvin
Vêca ezê xêre ji helbestê
                                    Heznekim!!! ???.
Eger ez gulek çelimisî
Di guldana dilekî de dibînim
Ez(Sebahul xeyr xanima min)
Ya Mileyê Cizîrî dixwînim
Û gula xwe dîsan vedijînim
Ez zanim  ewa jî, ji min hez dike
Carcaran bêsoz serdanê
Li min dike
Xêre, çima û çawa
Ezê ji dîlbera delal
                    Heznekim  ???

 Efrîn.2019
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmûd Abbas

Neteweyên Biçûk û Cihê Wan di Pergala Nû ya Cîhanê de

Di pergala nû ya cîhanê de، giraniya netewe û welatan êdî tenê bi firehiya erdnîgariyê، hejmara gel an mezinahiya hêza leşkerî nayê pîvan. Ceribandinên çend dehsalên dawî nîşan didin ku welatên biçûk dikarin bi rêxistina baş، veberhênana li mirov، avakirina aboriyeke…

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…