Mewlewî Tawegozî an jî Mewlewiyê Kurd li sala 1806`an li herêma Tawegoz a Başûrê Kurdistanê li bajarê Helebçeyê gundê Serşate a Xwarê hatiye dinê û hin dîroknas jî dibêjin navbirî li sala 1807`an hatiye dinyayê. Navbirî yek ji helbestvan û alim û fîlozofekî Kurd e.
Mewlewiyê Kurd zarotiya xwe di gundê “Bîjawî” yê nêzîkî Helebçeyê derbas kiriye.
Di serdemê berê de li gor adetên wê serdemê diba zarok di hucreyên Feqiyan de ders bixwandibana. Wê demê bavê Mewlewî jî kesekî alim û zana bûye û li gundê “Bêjawî” yê ser bi Helebçê hucre hebûye û zarok perwerde kirine. Mewlewiyê Kurd jî wek adetên wî serdemê di hucreyê de li cem bavê xwe ders xwindiye û piştre ji bo ku xwandina xwe berfireh bike rû li xwendingehên binavûdeng yên devera Erdelanî û Babayiyan dike.
Mewlewî piştî demekê dest ji xwendinberdan, carek din dest avêt bi xwendinê û di gelek deverên Kurdistanê de geriyaye û ber bi devera Ciwanro ve çû û li wir jî çû bo bajarê Sine û di dawiyê de karî îcazeya xwe ya melatiyê li cem “Mela Ebdullrehman Notşeyî” li bajarê Silêmanî ya ser bi Başûrê Kurdistanê wergire.
Mewlewî piştî tewawkirina dersa xwe, li gundê “Çirostane” yê ser bi Helebçê bû mela û feqî perwerde dikirn.
Mewlewiyê Kurd her ji destpêkê ve bi hesteke helbestvanî ve bîr û hesta sofiyetiyê jî li serî wî de hebûye û her ji ber wê hindê jî ber bi Tewîlle ve diçe cem “Şêx Usman Sîracedîn” ku yek ji xelîfeyê diyarîkirî yê Mewlana Xalîdê Neqişbendî bûye û li cem wî terîqetê werdigre.
Mewlewî her zû dikeve nav dilê xelkê û dibe kesayetiyekî mezin.
Mewlewiyê Kurd hertimî piştevaniya xelkê hejar û kêmdahat kiriye û her bi wê sedemê jî gelek caran ji aliyê desthilatdarên wê serdemê ve ji bo wî cih û mal hatiye terxankirin lê wî ew pişniyara wan red kiriye û her li ser piştevanî ji xelkê hejar, ji aliyê desthilatdaran ve arîşe bo wî hatine çêkirine.
Her disanê jî Mewlewî li cem gelek desthiladarên wê serdemê, kesekî hezkirî bûye û hertimî qedrê wî jî hatiye girtin.
Mewlewiyê Kurd Helbesvanekî rastgo û xwedî helwet bûye û her piştevaniyek jî kiribe di derheq heq û rastiyê de kiriye û her tiştek ji cem wî rast nebûbe li dijî rawestiyaye û jiyana dinyayê jî li cem wî gelek girîng nebûye.
Pêka nivîsînan dibêjin Mewlewî kesekî rû xweş û qise xweş bûye.
Cerekî Mewlewî li mizgevta Şêx Ebdulqadirê Muhacir li bajarê Silêmanî mijûl dibe ku xwe amad dike bo nimêja Mexrib, Mewlewî Ferenciyeke dirêj jixwe kiriye, kabrayek gazî dike, Mele, Ferenciyê te bênimîj e firede, ew jî zû fire dide û dest dikin bi nimêja mexrib. Dema ku nimêj tewaw dibe hin ji xelk lê dipirsin, erê gelo her bi rastî Ferencî te bênimêj bû te fire da? Mewlewî jî dibêje, newele paqij û nimêjî bû, lê heya min kabra halî bikiriba û jêre bigotiba ku ev ferenciyê min nimêjiye, nek nimêja mexrib ji destê me derdiçû belkî nimêja Eşa jî ji destê me derdiçû. Ya baş ew bû ku min got ez fire bidim heya axavtinên wî bibirim.
Mewlewî digel jinekî bi navê “Enber” jiyanê pêk tîne û li gor dîroknasan ew jine li malbatekî Efxanî bûye û Kesûkarê wê hatine Kurdistan û li devera Helebçe mane.
Pêka gotinan, Mewlewî gelek hej Enber xanima jina xwe kiriye, tê gotin piştî wê ku jina wî diçe ser dilovaniya xwe, Mewlewiyê Kurd gelek xembar dibe û di qesîdeyeke bilind û ciwan de pesana wê kiriye.
Mewlewî piştî jidestdana jina xwe, 7 salan berî ewê ku here ser dilovaniya xwe, herdu çavên xwe ji dest dide û kor dibe, hin dîroknas jî dibêjin dema ku jina wî çûye ser dilovaniya xwe, du salan berî wê ku Mewlewî here ser dilovaniya xwe çavên xwe ji dest dide. Xuyaye ku Mewlewî piştî jidestdana jina xwe û korbûna herdu çavên xwe, jiyana xwe gelek bi azar û nexweşî derbas kiriye.
Karesateke dinêye nexweş ku di jiyana Mewlewî de hatiye serê wî, ev jî şewitandina pirtûkxaneya wî bûye.
Wek di nav pirtûkên dîrokî de hatiye nivîsîn, dane zanîn ku: “Şer û pevçûnek di navbera eşîra “Îmamî” û eşîra “Tawegozî” de çêdibe, û peşqelê agirê wî şerî dikeve nav xaniyê pertûkxaneya wî û pirtûxaneya wî dişewite.”
Tê zanîn ku di wê pertûkxaneya wî de gelek nisxeyên helbestên wî hebin û herwisa ew dîwanên helbestên wî û ew parçeyên helbestên wî ku berê xelkê nenivîsandine û Mewlewî jî ji ber nebûbe, hatibine şewitandin.
Tevî wan hemû nexweşî û narahetiyan, piştşikestina wî jî ji kulên wî zêde bibû.
Tê gotin ku, rojekî Mewlewî siwarê guhdirêj anku am bêjin kerê xwe dibe û kesekî jî hewsarê guhdirêja wî radikêşe û digel wî bo sersaxiya xizmekî xwe çûne gundê “Pirîs”ê, di rê de darek hebûye ku çiqa wê darê hatiye xwarê û diba Mewlewî li ser guhdirêjê, xwe xwar kiriba paşê karîba lê derbas bibe, dema zivirandinê bi ew kesî ku digel wî bûye jêre dibêje dema ku em gihane wê darê bêje ku ez xwe xwar bikim ji wê çiqa darê nekevim, dema ku nêzî gundê “Hane Sûr” bûne û nêzî darê dibin, ew kesê ku digel wî bûye û hewsara guhdirêja wî rakêşandiye bîra wî çûye jêre bêje. Mewlewî ji ser pişta guhdirêjê li çiqa darê dikeve û dikeve xwarê û pişta wî dişkê û hildigrin û dibine mala wî, û tête gotin ku her di encama wê bûyerê de li sala 1882`an diçe ber dilovaniya xwe û bo hertimî helbest û gotinên xwe yên xweş û pirtûkên xwe bo nifşa li pey xwe bicih dêhle.
Hin dîroknas jî dibêjin di sala 1883`an de çûye ser dilovaniya xwe.
Dîwana Helbestan, berhema wî ya herî navdar e. Bi zaravayên soranî û hewramî hatiye nivîsandin. Ji aliyê Pîremêrd ve du caran li Silêmaniyê hatiye çapkirin.
Dîwana Mewlewiyê Kurd Ji aliyê nivîskarên Kurd yên wekî Mela Ebdullkerîm Muderis û hin kesên dinê ve jî bi nêrîn cuda û şîroveyan ve hatiye çapkirin.
Mewlewiyê Kurd bilî zimanê Kurdî, zimanê Erebî û Farsî jî baş zaniye û bi herdu zimanan jî helbest nivîsîne. Lê dîwana wî ku bi şêwaza Hewramî hatiye nivîsîn pileyeke bilind di nav helbest û wêjeya Kurdî de heye.
Belkî Mewlewiyê Kurd çû ser dilovaniya xwe, lê helbest û gotinên wî yên xweş kevtine ser zimanê evîndarên wî û ti carî nayê jibîrkirin û wî navdarê Kurd navê xwe yê zîrîn di nav dîroka Kurdan de tomar kir.