JANÊŞÊN BÊDENG


Xizan Şîlan

ez
nexşa temenekî talanbûyî me
keftarên demê
li ser erdnîgariya xaka mesûm
cirîdan diavêjin
sînorên bedena westiyayî
xwîn vedirişin

salan kirasê xeman li rojên şad
pêçan
berbangên rûken bi axîn û nalînan
avis bûye
heyva nîvbiriqî
di îskeîska gewriya xwe de
fetisî
rengê kulîlkên baxê hezkirinê
çilmisî
zimanê pênûsê
di keserên helbesta birînkûr de
lal bû
kaniya hevokan li ser kaxizan
miçiqî
qayika xweşgotinan
serûbin bû
keskesora hinav xatir ji min xwast
li xweşsohbeta şevên şên
çîrokên dapîra min
sêwî man
pelên dara hêviyê
li ber bayê zaliman
berba bûn
felekê toza bagerê li ser xeyalên rût
daweşand
kabusên xewnan
hevalcêwiyê bêxewiya
şevên min in
janêşên bêdeng dilop dilop
li ser zeviya giyanê xapînok
dibarin
bextewarî
di qêrîna rondikên çavên reşbelek de
xeniqî
çirûskên agirê eşqa dilê sermest
vemirîn
sebir
li kolanên xeribîstana xopan
tarûmar bû
perdeya hestên jar û neçar
veçirî
zexelên demê
kêf û sefaya seyrangehan
ji min dizîn
konê kul û kederên xedar
di paşila şevên melûl de
vegirtin
çûkên qefesa qelişî
ber bi warên nediyar ve
fîrar kirin
kezeb û cîger li min peritîn
bêtalîha jiyanê bi sikura min ve
hatiye zeliqîn
her şev û roj
bêhna mrineke bêwext
ji henesa min ya tengbûyî
difûre

2021-06-11
Stockholm

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Hermeneutîk û post-hermeneutîk du têgehên bingehîn in di felsefe û zanistên mirovî de, ku bi têgehiştin û şîrovekirina heyber, wate û diyardeyên çandî ve girêdayî ne. Li vir taybetmendî û cûdahiyên di navbera van her du rêbazan de hene:

Hermeneutîk. Xislet û taybetmendî:

Pênase:

Hermeneutîk…

İSKAN TOLUN Köln:

Niha jî min dest bi xwendina pirtûk a şairê nemir Cegerxwîn kir. Ez bawerim ko ez wê pitûkê baş bişopînim wê nivîsa min e bi zimanê dayîkê gelek bi pêş keve. Pirtûk nûye, tîpguhêztine û wisa xwîya dike ko gramera zimanê kurdî baş bikar anîne. Destê wan sağ be!..

<p...

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî…

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…