Sêrbaz

 “Boyko lambovskî”
 werger ji zimanê Bulgarî:  Xorşîd Ilêwî

Ji we nefret dikim
 tifî dîroka we ya tirsonek dikim
 tifî ruwê we yê nandoz dikim
Û garana we bi kîn nefret dikim.
Kî  ye xwedayê we? kî ya şeytanê we?

Kê bi dengê xwîsîgirtî gotiye:
“wê bişwetînin, vê keça dojehê bişwetînin!”
Nozdeh salan
Li gorî qanûnê we jiyam!
min li gotinên we yên genî û çort gohdarî dikir!
” Mûbarek be li kesên bê bext dengê pistepista we dikir.
Min dît ku qels ji wî bawer nakin
û hêzdar dengê wî nakin!
Bal bi yê niza derewa bikê ve çûm û bi xweşkayî :
” Bextewarî li wir nîne
ne dizî û ne jî xap”
Bi reqsa xwe ya dawî kêfxweş bûm û ewe xwedanê sitirhan  
berdewam li daholê dixîne
Rûniştîbûm di herêma we de
Di tilismên we de hatim gevizandin û bi xwînmijan re min alastin
Ji bo we jehrbikim
we û jêmayên we
min tevhevîk ji zirindarê çêkir
Rehmê qet li min nekin-
heye yê paşîn bibe yê yekem
Lê hûn nabin ne yê yekmîn û ne jî yê dawîn.
Wê jiyana we mîna bezê mûmê biherike
lê ya gunihkar ez im
bi xortanî dişwtim û
hûn jî
Heger di demeke nêzîk de bi kul û hesretan hûn ne mirin
hûnê di jiyana xwe de mîna
teermekî genî bibin.
———————————

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Franz Kafka û Jin

Franz Kafka (1883–1924), yek ji nivîskarên wêjeyî yên herî karîger ê sedsala 20an, di warê têkiliyên xwe yên bi jinan re de gelek nakokî didît. Ev hevsengiya wî hem di jiyana wî ya şexsî de û hem jî di xebatên wî yên edebî de bandorê…

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…