Rejîma Tehranê xwekujî kiriye çand!

Eskender Ceiferî

Gelek caran jin yan jî keç, bi sedemên cuda dawiyê li jiyana xwe tînin. Lê ya rastî ev e ku xwekujî, heman çand e ku rejîmê bi awayekî nerasterast di nav xelkê de berfireh kiriye.

Di demên dawiyê de rêjeya xwekujiyê li Kurdistanê zêde bûye û li gora ku çalakvanên sivîl didin zanîn, rêjeya salane ya xwekujiyê li wir ne kêmtirî rêjeya salane ya darvekirinê ye. Piraniya wan kesên ku xwe dikujin jî, jin in.

Ji berê ve jin weke jiyan tê dîtin û bi rêjeya bilind a xwekujiya jinan jî em dikarin bêjin jiyan û mirovahî ji nav diçin.
Xwekujî, kiryarek e ku mirov bixwe tê de biryarê dide dawiyê li jiyana xwe bîne. Mirov dikare bêje sedema sereke ya vê kiryarê li hemû civakan bêhêvîbûn e. Xwekuj, ji her çandekê bi her zimanekî û ji her neteweyekê be, digihe astekê ku li gor wî/wê neman jê re bi mifahtir e ji jiyanê.
Li gora zanyariyên ji çalakvanên Kurd, piraniya wan xwekujiyan ji ber sedemên weke abûrî, tûşbûna bi madeyên hişber û ji ber pirsgirêkên malbatê ye.

Eger kerameta mirovan ji hikûmetan re girîngtir be, divê kesekî sivîl nekare bi hêsanî çek û sîlahan bi dest bixîne. Hebûna çek û sîlahan di civakekê de dikare fikra tundrew li pey xwe ve bîne. Eger salane 200 welatiyên Kurd ji aliyê wezareta Dadê ya Komara Îslamî a Îranê ve tenê darvekirin, zêdetirî 500 kesan jî dawiyê li jiyana xwe tînin.

Hebûna hebên naskirî bi Birinc û Siyanor jî dikare rê li ber xwekujiyê veke. Ew kîjan dermangeh e ku li Îranê, bêy biryara pizîşkan, heban nefuroşe!

Salane 800 hezar kes heta milyonek kesan li hemû cîhanê bi şêwazên curbicur dawiyê li jiyana xwe tînin.

Rêkar û rênimûniyên ayînî, dema ku tevlî siyasetê dibin, fikra mirovan jî diguherin. Li gor ola Îbrahîm, jiyan tiştek pîroz e lê xwekujî jî gelek mezmûm nîn e. Japonî jî xwekujiyê weke qerebûya pêşîneya xirab dibînin. Li Hindistanê jî jina ku zilamê wê dimir, dikarî xwe bavêje ser agirê ku laşê zilam pê dişewtînin da ku ew jî dawiyê li jiyana xwe bîne.

Perwerdekirina zarokan li gor fikrên qedîm jî dikare sedemeke din a xwekujiyê be. Hin ji wan kesên ku bi vî rengî têne perwerdekirin, tevlî girûpên tundrew dibin û xwe di berjewendiya wan de dikujin. Li Kurdistana Îranê asta bilind a xwekujiya ji ber sedemên siyasî û abûrî, vê şêwaza xwekujiyê vedişêre.

Li gelek ji welatên Rojava, êdî xwekujî yan hewla xwekujiyê weke Tawan nayê hejmarkirin. Lê belê divê ji bîr nekin ku hêviyên jiyana xelkê li welatên Rojava eger gelek jî baş nebe, lê hêjayî kerameta mirovan e.

Li hin welatan şêwazeke xwekujiyê bi navê Xwekujiya Alîkar heye. Hin çalakvan dibêjin hikûmeta Îranê jî bi kiryarên xwe ên abûrî û siyasî bûye alîkariya xwekujya qurbaniyan dike.

Êdî li hin welatan şêwirmendên xwekujiyê jî hene ku hêsantirîn rê ji bo xwekujiyê, nîşanî xelkê didin. Lê belê bi ti awayekî mirov nikare Îranê û Kurdistana Îranê bi welatê Rojava re danî ber hev. Wê demê nirxandina civakekê bi civakên din re çê dibe ku asta jiyana welatiyên wan jî weke hev be.

Hin siyasiyên Îranê pêşniyar dikin ku termê wan kesên ku xwekujiyê dikin, di qebristanên gund û bajaran de neyên binaxkirin. Lê belê wan ji bîr kiriye ku divê çavkaniya xwekujiyê bê hişkkirin.

Mentiqa wan kesan Atêna berê ya Yonanê ye ku kesên bêy erêkirina hikûmetê dawiyê li jiyana xwe tînin, ji binaxkirina di goristanan de dihatin bêparkirin û bê navûnîşan li dervey goristanan dihatin binaxkirin. Dibe ku ew kiryar jî bikarin meyl û heza xelkê ji bo xwekujiyê kêm bikin. Lê dîsa jî nabe hikûmet ewqasî xemsar be ku li dewsa zuhakirina çavkaniyê, qurbaniyan weke tawanbar bide nasandin yan jî piştî xwekujiyê, hikûmet dest danî ser milk û malên wî/wê.

Desthilata ku herî zêde bi şêweyek radîkal li hemberî vê mijarê derdiket, Berîtanya di sedsalên 19’an de bû. Eger li ser kesekî/ê bihata îsbatkirin ku hewla xwekujiyê daye, ew kes dihate darvekirin. Mentiqa desthilatdarên wê demên ên Berîtanya ji bo îdamkirina kesên ku dest davêjin xwekujiyê ew bû ku tirsek li cem xelkê çê be û li encama xwekujiyê bifikirin.

Ji xeynî sedemên han, hin bûyerên din jî çê dibin. Çendîn caran heta niha li Kurdistana Îranê bûyerên bi vî rengî derketine ku keçek ji aliyê saziyên ewlehî ve tê girtin. Tê gotin ku hêzên navbirî di girtîgehan de destdirêjiyê dikin ser wan keçan ku bi sedemên siyasî hatine girtin. Ji ber vê jî, hin keçên Kurd piştî ku serbest têne berdan, dawiyê li jiyana xwe tînin da ku navekî xirab nekeve ser wan.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…