Serxweşiyek vekirî ji malbeta apê Adîkê û gelê Kurd re

Dr.Ebdilmecît Şêxo

Ez jî mîna hemû kurdperweran bi koçkirina şahê tembura kurdî, şahê sazên kurdî yên kevneşopî apê me, apê Adîk pir xemgîn û bê zar bûm.
Cara yekem min hunermendê  kurdperwer û  rûmetdar di sala 1993 an de di yekemîn mîhrecana roja helbesta kurdî de li “Kela  Horî” nas kir.
Temenê wî di ser 80 salî re bû, gava me ewa bi navê komîta amedekar û bi riyê hevalekî me vexwendî mîhrecanê kir, ewî goti bû, ez mirovekî  kal im, ez naçim şahiyan û zemawendan, lê eger eva mîhrecana helbesta kurdî ye, ezê ji bo xatirê kurdweriyê û ji bo xatirên  hevalên welatperwer li mîhrecanê beşdar bim. Di rastiyê de jî apê me, sazbendê mezin bi rewşenbîr, helbestvan û nivîskarên gelê xwe re li ” Kela “Horî” tev tembura xwe  amede bû, ewî bi sazên xwe dilên me vejand, ewî li ber sazên tembura xwe hestên helbestvanan germ kirin, ewî bi sazên xwe lat û nerdewanên  “Kela Horî” yên  bêzar, sernûve rûgeş kirin, ewî tev dengên  helbestvanên xwe mizgînî ji bavpîrên  Kurdan re dişandin. Ew  roja hîn di bîra min de ye ku çawa dîmenên derdora me, çûk û balindên li ser daran bi sazên hunermendê me re dikeniyan.
Ez dixwazim dilşadiya xwe jî hûnim zimên, gava min keç û lawên gelê Kurd li ser rûpelên malperên kurdî li derdora terma apê nemir Adîk dîtin, eva dîsan tête vê wateyê ku gelê me û rêxistinên tevgera me ya dadmend tucarî hunermendên niştimanperwer jibîr nakin, bi ya min be jî, ewa rudaweke şaristanî ye û nîşana pêşketina tevgera me û gelê me ye .
Ez bi bûneya vê bûyera reş serxweşiya malbeta hunermendê gernas û gelê Kurd dikim, û dibêjim; bila dilên we hemûyan hêmin bin, apê me jî niha tev karwana pakrewanên Kurdistanê di buheştê de ye, ew niha li gel hevalên xwe, dengbêj û sazbendên nemir ahengan ji bo pêşerojeke geş ji gelê Kurd re li dardixin.
 Careke din serên we hemûyan xweş bin !
 Bila sed gurzegul li ser gorna nemir  apê ADÎK  bin.
  Almaniya
  8.06.2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…