Seydayê Keleş 1930 – 2007 Stêreke din ji asmanê helbesta kilasîk a kurdî rijiya

  Konê Reş

   Di roja 18 meha cehzeran de 2007, Seydayê Keleş( Mele Hisênê Bizgûrî) xatirê dawî ji me xwest û çû ber dilovaniya Xwedê, di mala xwe de li bajarê Qamişlo.

   Di eynî rojê de, di gel cemawerekî zexim ji evindarên peyva kurdî a resen û rêxistinên kurdî, termê wî hat spartin xaka sar û cemidî, di rex gora Kemal Ehmed, Şêxmûs û şêx Maşûq de, di goristana Qudûr Beg de li Qamişlo.
    Seydayê Keleş di sala 1930 î de li gundê Bizgûrê ji wîlayeta Mêrdîne li kurdistana Serxetê(Tirkiyê), hatibû jiyanê. Di 6 saliya temenê xwe de bav û diya wî diçin ber dilovaniya Xwedê, ji feqîrtî Binxet dibe.
    Li Binxetê, di temenê 10 salî de, dest bi xwendina olperestiyê kiriye, di sala 1945 an de, dest bi karê welatparêzî û xwendina kurdî kiriye û dan û standinên wî bi rewşenbîrên wê hingê re çêdibin wek Cegerxwîn, Qedrî Can, Mele Ehmed Namî, Seydayê Tîrêj.. û bi wan re dest bi hunandina helbestê dike.. Ji ber ku wî ji biçûkaniyê ve, gelek zilm û zor dîtibû û di gelek cûreyên kar û xebatê kiribû, ji bo pêkanîna gepa nanê xwe û zarokên xwe; ji cotkariyê, şivantiyê, palayiyê û avakirina xaniyan, ji ber van yekan, piraniya ristên wî bi dijwarî û xurtî êrîşî zordestiyê, sitemkariyê û bindestiyê dike, û li dor rewşa gel û welatê xwe bi xurtî sekiniye; ji serketinên welatiyên xwe re lîlandiye û ji têkçûnan re hawar kiriye..
Seydayê Keleş Xwedî 8 dîwanên Helbesta ye:
Ji Dîwanên wî yên çapkirî:
1 – Em û Dijmin
2 – Rêka Gel
3 – Derdê Millet
4 – Ronahî
5 – Xebat
6 – Gotinên Pêşiyan
Yên destnivîs sê dîwan û bîranin e:
1 – Helebçe
2 – Berbang
3 – Baxistan
4 – Bîranînên Min

  Di guhestina termê wî de, çend gotin hatin xwendin, ji wan gotinan a rewşenbîrên kurd li Binxetê, ya ku min bi devikî, li ser daxaza heval û hogiran got:
   Çax û demê we xweş be, hun bi xêr hatin û bi xêr vegerin
Spas ji we re, ji hatina we re, ji beşdariya we re..
   Bêguman iro stêrek ji asmanê helbesta kurdî a kilasîk rijiya. Ew stêr Seydayê Keleş e. Seydê Keleş rewşenbîrekî ji nifşê pişt Hawarê bû, yek ji wan kesan bû, ewên ku xeleka rewşenbîriya kurdî di nav kurdên sûriyê de, bi zimanê kurdî bi berdewamî gerandine, mîna Cegerxwîn, tirêj, mele Namî, Qedrî Can.. Ango ew jî li ser rêbaza kovara Hawar ê û Mîr Celadet Bedirxan meşiya ye. Wî jî dengê xwe tevî dengê Mîr Celadet Bedirxan kiriye û gotiye:( Kuro ! Eybe, şerme, fihête an hînî xwendin û nivîsanina zimanê xwe bibin an mebêjin em kurdin…)
   Erê seydayê Keleş xelekek qewîn bû di navbera rewşenbîrên kevin û nû de..
   Em wek rewşenbîrên kurd li Binxetê, bi coşeke gur û gerim Seydayê Keleş bi oxir dikin û spasiyên xwe ji hemî kesên ku beşdarî xatixwestina wî bûne pêşkêş dikin.
Seydayê Keleş, yê me tevaye, yê civata xwe ye, yê Kurdewariyê ye…Em bi we re, jêre dilovanî û bihiştê ji Xwedanê gewre hêvî dikin.

Konê Reş

Qamişlo 18/06/2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…