Di zimanê kurdî de ji bo nîşandana dem û kesan di lêkeran de, berlêker[1] û dûpaşên[2] rêzimanî (prefîks û sufîksên) bi raya lêkeran ve tên likandin (zeliqandin), wek:
Ez dixwim, tu bimeşe, ew direve, tu dikevî, hun vedigerin
Dûpaşên lêkeran:
Em ê tenê dûpaşên dema nuhok û buhêrka xwerû rave bikin.
TAK |
KOM |
1. Ez —*im/m | 1. Em —in/n |
2. Tu —î/yî | 2. Hûn —in/n |
3. Ew —e/ye | 3. Ew —in/n |
*li paş dengdar / li paş dengdêr
TAK |
KOM |
1. Ez diçim | 1. Em diçin |
2. Tu diçî | 2. Hûn diçin |
3. Ew diçe | 3. Ew diçin |
Mînak 1: şêweyê yekem, li paş dengdar
Mînak 2: şêweyê duyem, li paş dengdêr
TAK |
KOM |
1. Ez dişom | 1. Em dişên |
2. Tu dişoyî | 2. Hûn diajon |
3. Ew dişoyê | 3. Ew digirîn |
Ev dûpaşên lêkeran (im, î, e, in) bi heman şêweyê xwe bi navdêr û hevalnavan re jî tên xebitandin, lê ew cuda tên nivîsandin li gor rêzmana Celadet Bedirxan, ji lewra em nikarin jê re bêjin dûpaş lê em ê bêjin pirtik. Derbarê nivîsandina wan de hinek nakokî hene, anku hin zimanzan dibêjin divê ew jî bi bêjeya berî xwe ve bête likandin.
Birêz Berzo Mehmûd dinivîsa xwe ya bi navê (Nivîsîna Paşkokan Navbera Likan û Nelikanê de di Zimanê kurdî de) ku di malpera rojava.net de di (19.5.2006) hatiye weşandin, ev mijara girîng û berfereh vekiriye, lê çendî ev mijar girîng e, ewçend nehatiye çareserkirin, em ê hinek eger û bihane pêşkêş bikin boyî em gavekê ber ve çareseriyê bavêjin eger..! çareserî ne gengaz be. Çendî bersiva me dereg hatibe jî girîngiya mijarê dê me biborîne.
Berî min, Dr. Memo Ebdî[1] jî pertûka Berzo nirxandibû û ev mijar jî vekiribû, û hin rexneyên girîng li dîtinên Berzo kiribûn. Min dixwest pertûka Berzo bixwînim berî ez dîtinên xwe derbirim, lê mixabin ew bi dest min neket, ji lewre di vî beşî de ez ê dîtinên xwe li ser nivîsa wî bidim, ya ku di malpera rojava.net de hatiye weşandin
Di nivîsarê de, rênivîsa (vekîta) Berzo Mehmûd çendî rast e, yan çendî li gor rêpîvanên rêzimana kurdî ye ew pirseke dî ye, lê mijara me dê li ser naveroka ku nûserê (nivîskar) me çêrê kiriye.
Pirtikên[2] ku ew şêweyekî lêkera “bûn“ê ne di dema nuhoka berdest de kam û mebesta nûserê me ye, ew pirtik ev in: (im, î, e, in), wî navlêkirina paşkok[3] li şona pirtik hilbijartiye.
Berzo Mehmûd wiha nivîsiye: “Belê, kêşe bi xwe di awayê nivîsîna van paşkokan deye, dema ku di risteya bêkar de diyar dibin, ku ew jî başqe (cuda) têne nivîsandin, wekû di rêzimana Celadet de hatiye:
Tak Kom
1~ Ez mezin im Em mezin in
2~ Tu mezin î Hûn mezin in
3~ Ew mezin e Ew mezin in “.
Nexwe BERZO cudakirina pirtikan wek kêşeyekê dibîne û her wiha ew dibîne ku ti kesî ji zimanzanan ew pirtik bi bêjeyan ve nelikandine, ew dibêje: “Li vê pêkê, nivîserên Kurd ji hemî cih û aliyan bi vê destûrê girtine, bê ku yek ji wan nivîser û zimanzanan bîr li vê kêşeyê bikê, ka gelo pêvekirina van bêjeyan (morfêman) bi peyva pişt xwe ve raste yan ne?“.
Lê ev ji rastiyê dûr e, ji ber ku rêzimanzanên kurd berî niha ev pirsgirêk vekirine û di çarçoveya çareseriyê de bûne du bir:
1. Celadet Bedirxan, Kemîran Bedirxan, Rojê Lîsko û seîd Şivan û hinên dî, di rêzimanên xwe de gotine ku ew parek ji lêkera bûnê ne û hertim divê serbixwe bihêne nivîsandin.
2. Qanatê Kurdo, Reşîdê Kurd û hinên dî jî di rêziamnên xwe de gotine ku divê ew bi bêjeya berî xwe ve bihêne nivîsandin.
Şaştiya BERZO ya dî ku zanyarê me Celadet Bedirxan tewanbar dike ku ew di vî warî de ketiye bin hikariya[4] zimanên biyanî nemaze frensî û ingilîzî, li ser Celadet ev nivîsiye: “Ez bixwe dixwazim vê yekê di vê lêkolînê de şîrove bikim ku raya Bedirxan şaşe, û rayeke dîtir li şûnê bidim. Celadet Bedirxan di danîna vê destûrê de, li pêka nivîsîna zimanên Ewrupî çûye, nemaze, yê frensî û ingilîzî û gelekên dîtir”, dîsa nivîsiye “ev destûra rêzimanî di bin kartêkirina zimanên dîtir de hatiye hûnandin. Lê eva han bi şêweyeke rût û bê belge nayê pejirandin (qebûlkirin), ji ber ku her zimanek, herçende nêzîkî li yên dîtir bikê, sîstemeke xweyî taybetî heye.”
Tewanbarî bi şaştiyê ne gunehek e, gava merov serastkirina şaştiyê bi sergihayî çespandibe, û kesekî wek Celadet ku sembola vejîna zimanê me ye bi hêsanî nahê tewan kirin.
Diviyabû BERZO pêşî dîtinên Celadet derbarê vê mijarê de şîrove bikira paşê nêrîna xwe bidaya, çunkî kesê ku gotarê bixwîne tênagihe ka çira (ji bo çi) Celadet ev pirtik cuda kirine, wî nêrîna Celadet tenê wiha nivîsiye: “ez wa dibînim, ku Celadet Bedirxan di destnîşankirina van morfêman de, ketiye şaşiyeke rêzimanî, (-im, -î, -e, -in) wek peyvên serbixwe li wan dinerê, bo vê yekê jî, wan cuda dinivîsê”.
Lê nêrîn û ravekirina Celadet ji vê mijarê re ji van çend gotinan ferehtir e. Celadet gotiye ku ev pirtik, ên cuda tên nivîsîn (im, î, e, in) şêweyekî lêkera “bûn” ê ne di dema nuhokê de, ciyê wê di zimanê kurdî de beramberî “hestenهستن “ a farisî, “be” a ingilîzî, “être” a frensî, “sein”[5] a almanî, “ser”[6]a îspanî û “vara”[7]ya swêdî ye.
Derbarê vê hempakirinê de BERZO wiha nivîsiye “di Ingilîzî de (verb to be = am, are, is)e, û di Frensî de (suis, es, est …)e, yên ku dikevin ber nifşê kar de, ku şêweyên karê (bûn)ê di dema nihokê de werdigirin”. Nexwe, BERZO (im, î, e, in) wek şêweyekî lêkera bûnê napejrîne û tenê wan wek pirtik (morfêm) dibîne. De werin em binêrin ev çi ne (im, î, e, in), lêker in, an paşkok in?
o Paşkok çi ne?
Paşkok navlêkirina prof. Qanatê Kurdo ye, paşkok anku tîpên ku rader pê bi dawî dibe. Em ê lêkerekê wek mînak bidin taku wateya paşkokê şîrove bikin: lêkera (Hatin)
– Rader : hatin.
– Kok : hat, (ez hatim)
– Paşkok: –in.
Berçav e ku prof. Qanatê Kurdo navlêkirina paşkok bi lêkeran re bikar aniye, anku ew bi koka lêkerê ve girêdayî ye. Jixwe berê kok heye, paşkok jî bi ser ve ye “kirin, birin, dayîn, kirîn, çûyîn“, li vir em ê bipirsin: ka koka van paşkokan (im, î, e, in) çi ye?
Di nimûneya “ez baş im” de, aya em dikarin bêjin “baş” kok e, û “im” jî paşkoka wê ye. Eger bersiv erê be, li vê hevokê binihêre “ez baş bûm“ divê em bêjin “bûm” jî paşkok e, ne lêker e.!!!…??
o lêker çi ne?
1. Di hevokê de, lêker rolekî sereke distîne anku bê lêker hevok ti wateyê nade. Hêmanên hevoksaziyê “lêker, kirar û bireser” in, rêpîvana hevoksaziyê di zimanê kurdî de ev e: (kirar+bireser+lêker) berçav e ku hêmana dawiyê di hevoka kurdî de lêker e, wek:
Rojîn gulekê dikire – ew gulekê dikire (kirar+bireser+lêker)
Rojîn gulek e – ew gulek e (kirar+bireser+lêker)
2. Cureyên hevoka kurdî: di zimanê kurdî de, wek hemû zimanên Hindo-Ewropî yek cure hevok heye, ew jî hevoka lêkerî ye, anku di zimanê kurî de hevok bê lêker çê nabe. Lê bi baweriya hin zimanzan û nivîskaran hevoka navdar jî di kurdî de heye, mebesta wan hevoka ku bi lêkera bêhêz çê dibe, anku ev hevok (Rojîn gulek e) hevoka navdar e.
Li vir jî em ê bipirsin; ma gengaz e, hevokek di dema nuhokê de navdar be, û di dema buhêrkê de bibe lêkerdar?
a. Rojîn gulek e. (dema nuhoka berdest)
b. Rojîn gulek bû. (dema buhêrka xwerû)
Berçav e, ku cîwazî (cudatî) di navbera hevoka “a.” û “b.” de tenê guhartina demê ye, û herdu pirtik (e, bû) bi heman peywirê rabûne, û herdu jî parçeyek ji lêkereke veguhastî ne.
3. Cîgirê evan pirtikan (im, î, e, in) di hemû dem û raweyan de lêkera “bûn” ê ye, wek:
o Rojîn gulek e.
o Rojîn dibe gulek.
o Rojîn dê bibe gulek
o Rojîn gulek bû.
o Rojîn gulek bûye. (Rojîn bûye gulek)
o Rojîn dibû gulek.
o Rojîn dibûye gulek.
o Bila Rojîn gulek bûya. (Bila Rojîn bibûya gulek)
o Rojîn bûbû gulek.
o Rojîn bûbûye gulek.
o Rojîn dê bûbûya gulek.
4. Peywira Dûpaşan: dûpaş digihin paşiya kok û raya lêkeran, ew mêjer û zayenda kirar belî dikin:
Ez gulekê dikirim – ez gulek im
Tu gulekê dikirî – tu gulek î
Ew gulekê dikire – ew gulek e
Em gulekê dikirin – em gulek in
Hûn gulekê dikirin – hûn gulek in
Ew gulekê dikirin – ew gulek in
Wek dixuye di herdu hevokan de, çi dûpaş çi pirtikên ku cuda tên nivîsîn bi heman peywirê radibin, ev jî teqez dike ku ev pirtik bermayên lêkerekê ne, lê kok û raya wê lêkerê pişifiye tişt jê nemaye jiblî dûpaşên lêkerê yên xwe wek pirtik diyar dikin.
Nexwe bêguman em dikarin bêjin ev pirtik (im, î, e, in) ne paşkok in, lê bermayên lêkerekê ne anku bêjeyine serbixwe ne.
BERZO ji aliyekî ve rexneyan li Celadet dike ku ketiye bin bandora zimanên ewropî û ji layekî dîtir ve bi xwe dikeve wê şaşiyê, di mînakên xwe de kurdî hempayî frensî û ingilîzî kiriye û bi qalibekî teng, derbarê (am, is, are) de wî nivîsiye: “… riste heye ku bi vê peyvê dest pêbikê, weku di risteya pirsyarî de tê :
Are you good ?
Ma tu başî ?”
Mebesta wî ku di hevoka kurdî de ew (î)ya li paşiya (baş) nahê despêka hevokê wek (are)ya ingilîzî, ev jî qalibekî teng e û li kurdî nabe, ew rêpîvana hevoksaziya ingilîzî ye:
(you are good – Kirar+Lêker+Bireser)
û di hevoka pisyariyê de wiha dibe:
(are you good? – Lêker+Kirar+Bireser) anku kirar û lêker ciyê xwe bi hev diguhêrin.
lê di kurdî de saziya hevokê wiha ye:
(tu baş î – Kirar+Bireser+Lêker)
û di hevoka pisyariyê de bernavên pirsyarkî dikevin pêşiya hevokê:
(ma tu baş î – Bernavên Pirsyarkî+Kirar+bireser+lêker) li vir divê em diyar bikin ku di hevoka pirsyarî ya ingilîzî de bernavê pirsyarkî nehatiye xebitandin, lê di hevoka pisyarî ya kurdî de bernavê pirsyarî (ma) hatiye xebitandin. Anku qalibê hevoksaziya ingilîzî li kurdî nabe
Her wiha wî nivîsiye: “Morfêma (am, is, are) di risteya Ewrupî de, dikarê cihê xwe biguhêzê, û dikarê wek peyvên dîtir qalibê xwe, di ziman de biparêzê, û rola xwe bi şêweyeke serbixwe bibînê, wek:
A. He is a tall man, isnt he?
B. Is he a tall man?
C. No, he is not a tall man.”.
Ka em binêrin ev hevok di kurdî de çon (çawa) dibin
A. Ew mêrekî dirêj e, ne wiha ye?
B. Ma ew mêrekî dirêj e?
C. Na, ew ne mêrekî dirêj e.
BERZO hempakirina kurdî bi van zimanan re napejrîne bi bihaneya ku her zimanekî “sîstemeke xweyî taybetî heye” wek ew dibêje, her çend ev gotin ta astekê rast be jî lê sîstema hevbeş jî di nav zimanan de heye û nemaze zimanên ji yek malbetê.
Bo çespandina vê yekê em ê dest ji zimanên ewropî berdin û kurdî hempayî zimanê farisî bikin, wek em dizanin herdu ziman kurdî û farisî ji malbeta zimanên Hindo-Îranî ne, wekemenî û wekheviya di navbera wan de nayê veşartin. Heman mînakên ku BERZO hempayî frensî û ingilîzî kirine em ê jî hempayî farisî bikin:
ingilîzî |
frensî |
farisî فارسى |
kurdî |
I am good | Je suis bien | Men xûb hestim من خوب هستم |
Ez baş im |
You are good | Tu es bien | To xûb hestî تو خوب هستى |
Tu baş î |
(He, She, It) is good | (Il, Elle) est bien | Û xûb hest او خوب هست |
Ew baş e |
We are good | Nous sommes bien | Ma xûb hestîm ما خوب هستيم |
Em baş in |
You are good | Vous etes bien |
şima xûb hestîd شما خوب هستيد |
Hûn baş in |
They are good | (Ils, Elles) sont bien | Îşan xûb hestîm ايشان خوب هستند |
Ew(an) baş in |
Berçav e, ku lêkera (hesten هستن ) di farisî de serbixwe hatiye nivîsandin û bi bêjeya berî xwe ve nehatiye likandin. Nexwe Celadet Bedirxan şaş nekiriye bi cihêkirina evan pirtikan ji bêjeyan û li gor zaniyariyên me Celadet bi 5-6 zimanan dizanîbû, farisî jî yek ji wan e.
Li ser pirsa :
– ma ev tenê pirtik in, an bêjeyine ser bixwe ne?
em ê dîtinên BERZO bi bîr bînin, û bersiva xwe li dû bidin:
1- Bersiva BERZO: “Ez wa dibînim ku ev morfêmên han weku peyv xwe diyar nakin, ango (im) û (in) û (î) di şêweya paşkokî de diyar dibin…”
Di çarçoveya şêweyê de, hin birên axaftinê yên dî jî hene bi şêweyên xwe wek pirtikan in, lê em wan cuda dinivîsin, wek: hin bernav “çi , ê , a , ên , ku” hin daçek û paşdaçek “li , di , ji , bi , re , ve , de”. Ma em dikarin bêjin ev ne bêjeyine serbixwe ne ?
2- Bersiva BERZO: “Ya dîtir jî ewe paşkok wataya xwe bi awayî likanê (متصل) didê, ango (im, î, e, in) wataya tiştekî yan kesekî bi tena xwe başqe nadin…”
Ma daçek an hin bernav ” ku, ê, a,…” bi tenê wateyê didin? an di ingilîzî de (am, is, are) an di Firansî de (suis, es, est…) an di farisî de (هستم, هستى, هست,…) bi tenê ti wateyê didin?
3- Bersiva BERZO: “ev morfêmên han, dema ku tên gotin û dengkirin, hîç rawestan navbera morfêma (Kurd) û (im) nîne.”
Dîsa em ê biprsin di inglîzî de (I am, he is, we are,…) dema ew tên kurtkirin çira cuda tên nivîsandin? lê tenê bihnoka jorî (apostrof) datê navbera wan (Im, hes, were,…), tevî ku ew jî kîteke tenê ne. Di vî warî de boyî kît nehê parçekirin pêşniyaza birêz Mustefa Reşîd[8] balkêş e, ku em bihnoka jorî bixin navbera (im, î, e, in) û bêjeya berî wan.
4- Bersiva BERZO: “…eger ev bêje di xwendinê de nayên cudakirin, wê çima di xêzika nivîsînê de bêne cudakirin,… ”
Hêjayî gotinê ye, em bi bîrbînin ku rêzik û rêpîvanên nivîsandinê li gor cure û polkirina bêjeyan hatine danîn, ne li gor fonetîk û axaftinê.
5- Bersiva BERZO: “Her ev cudakirin jî di warê xwendinê de tê ku zarok zehmetiyê di xwendina van bêjeyan de dibînê dema ku wan veqetandî dibînê,…”
Zehmetî û dijwarî di xwendin û her wiha dinvîsandina van pirtikan de heye, ev rastiyek e ti kes nikare jê bireve, lê ew nahê wê wateyê ku em li gor vehesî û hêsaniya(asanî) zarokan binvîsin. Di zimanê ingilîzî, frensî, û hinên din de jî, di bêjeyan de gelek tîp tên nivîsandin lê ew nahên xwendin ew jî dijwariyek e, û di rênûsa (rênivîs) her zimanekî de hinek dijwarî hene, lê ew dijwarî bi xwendin û nivîsandina rojane û bi demê re bi xwe çareser dibin.
Nexwe, ev ne ti pirsgirêk û kêşe ye lê kêşe li cem me ye. Li ba piraniya xwênerên kurdî, kurdî zimanê xwendin û nivîsandinê yê duyem e, zimanê yekem zimanê dagirkeran û serdestan e, ji lewra em li pêka zimanên dijminên xwe diçin, ne wek BERZO gotî, li pêka zimanên ewropî. Bi dîtina min BERZO ketiye bin hikariya zimanê erebî, çunkî yek ji taybetiyên malbeta zimanên Samî ku erebî jî zimanek ji wê malbetê ye, hebûna hevoka navdar a bê lêker e, ji layekî dî ve hîç pirsgirêk tune (nîne) di nivîsîna van pirtikan bi tîpên latînî, lê nivîsandina wan bi tîpên aramî (erebî) pirsgirêkê aloztir dike, çunkî tîpa “i” di alfabeya kurdî ya aramî de nîne, wisan jî ev pirtik (im, î, e, in) hîn kurtir dibin û tenê tîpek dimîne (m, î, e, n).
Nivîsa me dê bidome bi sernivîsa “LÊKERA WINDABÛYÎ ” , me di vî beşî de belî kir ku ev pirtik (im, î, e, in) bermayên lêkerekê ne, di beşê duyem de em ê dîtinên zimanzanan li ser wan belî bikin, lê di vê navberê de em ê li benda dîtinên we bin.
hozanro@yahoo.com
————————————————————————————-
Têbînî:
– Nivîsa Berzo Mehmûd di malpera rojava de hatiye weşandin
http://www.rojava.net/19.05.2006_Berzo_Mehmud.htm
me di nivîsa xwe de, dîtnên BERZO wek hatine weşandin di rojava.net de, bê serastkirin ew nivîsîne, ji lewra me birengê şîn ew nêvnas kirine.
[2] Pirtik: parçeyek ji bêjeyê ye, me ew baştirîn bêje hilbijart beramberî bêjeya ingilîzî “morfem” ew jî navlêkirina prof. Qenatê Kurdo ye, hin nivîskar bêjeya “kît” bi vê wateyê dixebitînin, lê mîr Celadet Bedirxan “kît” bi wateya “syllable” ingilîzî bikar aniye, lewma em ê pirtik bi wateya “morfem” û kît bi wateya “syllable” bi kar bînin.