BEHÎNAME

Dêrika Hemko di Yobîla Zêrîn ya Tevgera Kurdî de Tûrê bîranînan daweşand

Welatê me

Di roja 5/7/2007 ê de,li bajarê Dêrika Hemko Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî simînareka rewşenbîrî lidarxist.

simînar di bin nav û nîşanên (Tevgera Kurdî di yobîla zêrîn de,çi jêre ye û çi li ser milê wê ye ) ji aliyê mamosta Hêmen Mendanî ve hate berhevkirin.
Di simînarê de birrek nivîskar,rewşenbîr,siyasetmedar,berpirsên partiyên siyasî,dilbêş û xemxwarên peyva kurdî amadebûn û herweha şand û nûnerên çend Guropên rewşenbîrî,Guropa Girkê Legê,Dîdargeha Girkê Legê,Baxê Jinên Dêrikê,Tevna Çand û Huner li Dêrikê jî di şevbêrkê de cihgirtin.
Destpêkê rêveberê şevbêrkê mamosta Xebat Osman xêrhatina mêvanan kir û xêrhatineka teybet da şandên Guropên rewşenbîrî.
di peyre mamosta Hêmen Mendanî dest bi xwendina mijara xwe kir.di mijarê de ronî kişand ser eger,hokar,nîr û mercên ku partiya pêşîn ya ku di bin navê partiya Demoqrata kurdistanê ku tê re derbasbûyî û di nav de hatî damezrandin û herwisa bi hûrnazî li ser cudabûn,parçebûn,xudêdan û nasnama tevaya şax,tirih,zarok û neviyên ku ji malzaroka partiya pêşîn derketin rawesta û li gorî nêrîn û baweriyên xwe dirêjaya pêvajoya kar û xebat,têkçûn û lebata tevgera kurdî li rojavayê kurdistanê berçavkir.dawiyê mamosta mijara xwe bi hin têbînî û pêşinyaran rêyên xweşkirin û çareserkirina êş û janên tevgera kurdî û lêvegerandina ber bi raxistin û nûjenkirina navmala kurdî di vê serdema nazik û hestyar de  xwest û mijar pê bi dawî anî.

Dawiya dawiyê dan û standinê destpêkir û mijar bi têbînî,nêrîn,pêşinyar û rexnên beşdaran têr û zengîn bû û ta demekê şevê gengeşe û nîqaş di navbera amadebûyan de  vekêşa.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…