-Pewendiya di navbera parastina ezmûna demokratîk û ewlekariya neteweyî a Kurdistanê de.
-Giringiya serkeftina ezmûna federalizma Kurdistanê di warê bihêz kirina proseya siyasî li Îraqê û pêşeroja guherîna demokratîk di navçeyê de.
-Faktorên navxweyî di çespandina ezmûna Kurdistanê de.
-Bandora serkeftina rêgeçareya federe û aştiyane ya doza Kurdistana Îraqê li ser çareserkirina pirsa neteweyî di navçeyê de, di nav de pirsgirêka Kurdî.
-Li gor behaneya Tirkî a desttêwerdanê bi hinceta şopandina endamên(PKK)ê û topbarankirina Îranê bi hinceta (PJAK), Çawa em dê bikaribin van hincetan nehêlin?
-Kanê stratejiya Kurdistanî? Gelo peywendiyên neteweyî divê ku çawa bin ta ku bûyerên li ser sînor dubare nebin?
-Gelo bendeke destûrê federe li Herêma Kurdistanê heye ku rê li pêşiya danûsitendina bi tevgera siyasî li parçeyên dinê Kurdistanê re veke bi rengekî fire û eşkere û pitşgirtina pirsgirêkên wan yên demokratîk û mirovî weke dayina mafê penaberiya siyasî li gor yasayên nêvdewletî?
Heleqeya lêkolînî dê bi zimanê Kurdî be, û bi amadebûna alavên ragihandin û medyayê. Her roj, dê 3 sêmîner werin pêşkeşkirin. Li dirêjahiya rojên heleqeyê em dê hemû agahdariyên pêwîst pêşkêşî we birêzan bikin.
Komîteya Ragihandinê
Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî

Şîrove (0)