Kirîtîk*, rexne, nerx/nirx, hêjan

 
Heyder Omer

Wek ku ez ji zû de bawer im, baweriya min roj dû rojê xurtir dibe, ku xwendin û gengeşeki berhemên çand û wêje her tim nîşana duristiya rewşa dihevgihiştinê ye, bê ku nerînên nivîsevan û rewşenbîran her tim li hevdu bibanin.Bi ser de jî gotinek lêgervanekî eُreb î kevin ; Ebû Emro bin El-Ela, ji zû de min di pirtûkên eُrebî de xwendiye, û hîna jî di bîriya min de ye
Ewî gotibû : Her ku min berhemek bi dawî anî, û roja din lê vegeriyam, min digote xwe : Eger min weha kiriba dê baş ba, û eger min ev alozî, an ewa din bi vî awayî, an bi wî awayî şirovekiriba, dê baştir ba.

Ev baweriya min û boçûna wî lêgervanê eُreb baweriyeke din li ba min xurt dikin, ku eger nivîsevan ; çi nivîsevan be, pozê xwe bilind rake, û bêje berhema min bê kêmasî ye, dê gelek gunehan, berî pêşî, li xwe bike.

Ji ber vê yekê eger nivîsevanê hêja Jan Dost ne bendewarê sîngê min ê fireh ba jî, dîsan min dê rexneyên wî bi dostanî wergirtana, ji ber ku min bi xwe, di nivîsa xwe de, nerînên hevalkaran xwastibûn. Ji hêla din de jî, tevî ku rexneyên wî hêjayî nikarîbûn xwe ji destlata hêrsê wî rizgar bikirana **, lê xuyane, ku rastiya zanistî dipelînin.

Li ber ronahiya van baweriyan, ezê li ba nivîsa, ku rêzdar Jan Dost bi sernavê ( Rexne , Peyv û têgeh ) di her du malperên Tîrêj û Rojava de weşndiye, û tê de rexneyên xwe li min girtine,   û di ber re jî hin xalên, ku dikarin bibin mijara gengeşeyan, nîşan kirine, rawestim.
Berî pêşî li min digire, ku min peyva ( Rexne ) bi peyva eُrebî ( Enneqd ) ve girêdayî, û wateya diravan  pê hilpesartî. “Omer xwestiye bi çi awayî be bide xuyakirin ku wateya peyva rexne di kurdî de eynî wateya peyva rexne ( el Ned( النقد ya eُrebî ye“. Û pê de dihere, boçûna min di gotara xwe dubare dike, da ji boçûna xwe re bike deyax.
Min di gotara xwe gotiye: Lê mebest û wateya peyva rexne, bi wateya ku ew li ba hemî miltean tê xebitandin, ji wateya peyva criticism ( kirîtîsîzm ) a zimanên ewrupî, ku ji lêkera krinein ( kirîneyn) a Girîkan hatiye wergirtin. Û min bilêvkirina wê di sê-çar zimanên ewrupî de jî daye xuyakirin, ku hemî wê peyvê wek bilêvkirina kurdî ( kirîtîk ) bi lêv dikin, û min weha domaniye, ku gava rexnevanên Eُreban peyveke, ku dikare wateya kirîtîk hilgire, pelandin, ewana peyva ( Enneqd ) vebjartin û xebitandin, ev peyv di zimanê wan de wateya dirav hilgirtiye, û di dû re bi wateya kirîtîk a ewrupiyan dixebitînin.
Nizanim çima hêja J. Dost nerîna min, ku ya rexnevanên Eُreban bi xwe ye, heya dawiyê nexwed ?. Eger xwendiba, dê bidîta, çawa min şimitandina vê peyvê daye xuyakirin, û min beriya wî encama, ku bi dilê wî û yê zanîn û sanistiyê ye, diyar kiriye. Min di gotara xwe ev pirs kiribû : Lê çima rexnevanên eُreb wê ( ango peyva Enneqd ) bi wateya lêkera Girîkan (ango krinein – kirîtîk ) dixebitînin ?. Bersiva vê pirsê di gotara min de weha hatiye: Ewana weh diçin, ku ev peyv dikare diravên rast ji yên sexte cuda bike, ango dikare, di meydana diravan de, biryarê ( hukum ) bide, ku ev pere rast e û eva din jî sexte ye. Ev wate peyva eُrebî ji wateya lêkera Girîkan ve nêzîk dike, pêre jî diyar dibe, ku evê peyva eُrebî, di zimanê wan de, du wate hene ; yek jê dirav e, û ya din, ku di meydana wêje de tê xebitandin, biryardayîn e, nerxandin e.
Eger em vê boçûna min bidin kêlek ya hêja Jan dost, gelo çi cudabûn dê di navbera her duwan  de bête xuyakirin ?.J. Dost dibêje : “Di erebî bi xwe de koka gotina el Neqd ne pere ye,lê jihevderxistina pak û pîs e di her tiştî de, pişt re bûye ji hevderxistina pereyên qelp û yên sax û rast, û dawî nav li pereyan kirine Elneqd.Û ji wir têgeha gotina Elneqd fireh bûye û wateyên xwe yên ku em niha dizanin peyda kirine“. Ev wateyên ku em niha dizanin çine ?. Ma yek ji wan ne kirîtîk e?.
Dîsan li min digire, ku ez bi peyva ( Nerx / Nirx ) lîstime, min tîpên wê guhertine, û ew li nav hevdu xistine; dibêje: De ka em binerin çi bi serê peyva Nirx hatiye heta ku bûye Rexne. Ez nizanim ewî ev yeka di kîjan goşeya gotara min de dîtiye. Tvevî ku di nivîsa xwe de dibêje: “Min ew jî ( ango gotar min ) bi baleke fireh û mejîyekî vekirî xwend” .Dîsan dikarim bêjim, ku hevalkarê hêja gotara min heya dawiyê, nemaze jî pêşgotina wê, bi mejiyê vekirî, nexwendiye. Eger xwendiba, dê bidîta ez bi wê peyvê nelîstime, belê min gotiye: Dêmek gava em peyva rexne di meydana wêje de, bi wateya lêkera Girîkan, dixebitînin, hîngê mebesta me biryardan e, nerxandin e. Vê lomê em weha diçin, ku peyva kurdî ( nerx ) an jî ( nirx ) dê di vê pergalê de ji peyva ( rexne ) rastir be.
Hêjayî gotinê ye bêjim, ku mamosteyê rexneya wêje; pirofesor Mihemmed Xuneymî Hilal, yê ku di zangowa Elqahîre li Misirê de dixebite,di pirtûka xwe de (Rexneya wêjeyî ye nû) bi zimanê eُrebî gava rexneya wêjeyî dide nasîn, dibêje: “Ew ( ango rexneya wêjeyî ) berhema nirxandina karên wêjeyî li ber ronahiya celebên wêje û birêveçûna wan ya cihaynî ye. Û pê de dihere, û dibêje : “Gewherê ( bi wateya delamet ) rexneya wêjeyî ew e, ku warên serkeftinên hunerî yên berhemên wêjeyî diyar bike, û ji yên neserkeftî, di riya şirovekirin û diyarkirina sedeman re, cuda bike.( Rûpelê 9 ji pirtûka wî ).
Tiştê mirov dikare ji vê boçûna wî pisporî têbigihîne ew e, ku ew, bê dudilî, rexneya wêjeyî bi nirxandinê re beramber dike.Lê min biryara vê yekê, ji xwe berê nestand, belê min got belkî tîpên peyva ( nerx ) li ba me bi paş û pêş hevdu ketibin, û pêre jî nerx bûbe rexne. Her kesê ku li gotara min vegere, dê bibîne ku ez bi peyva (nirx) nelîstime, belê min nerînek daye xuyakirin, û jibîra nekiriye ku pêşkêşkirina nerînan ne dikare wan hilde asta biryaran, û ne jî dikare rastî û nerastiya wan biçespîne, belê tenê dikare wan nerînan bide ber ronahiya gengeşeyan, lewre jî min ew boçûna xwe danîbû pêş zimanzanan, da ewana biryara dawî bistînin, ne ez.
Dêmek boçûna min, ku hîna jî pê bawer im, ew e ku peyva ( rexne ), ku em bi wateya (kirîtîk) a ewupiyan, di meydana wêje de dixebitînin, nikare wê wateyê hilgire. Hemî wateyên peyva (rexne) wek ( sist, jiberhevçûn, lomekirin, eُyb, kêmanîdîtin, qels derz ), ku hêja J.Dost xwe westandiye,û ji ferhengan bi derxistine,vê nerîna min diçespînin,çimkê ew hemî neyênîn e (nêgatîv ), nikarin huneriya wêje binirxînin, lê dikarin rexnevanan ji sînorên lêkolînên hunerî bi dûrxînin, û rexnekirinê, di meydana wêje de, bi riswakirinê re beramber bikin.
Dîsan tiştê balkêş di nivîs û boçûnên birêz J. Dost de ew e, ku bi encama nerînên xwe, ji boçûna min ve bi dûr de naçe, gava dibeje: ….ez weke pêşniyar dibêjim ku divê em yan fêmkirina xwe ji vê peyvê re biguhêrin yan jî em wê peyvê bi xwe nema bikar bînin û li şûna wê peyveke din bibînin. Û pê de dihere û peyva ( Hêjandin, yan hêjan ) li şûna peyva ( rexne ) pêşniyar dike.Wateya wê jî, wek ew bi xwe dibêje, li gor fehenga ( Elhediyye elhemîdiyye )  naskirina buha û hêjabûna tiştekî ye.Gelo, ma peyva ( nerx an jî nirx ), ku min gotibû ew di vê pergalê de ji ya ( rexne ) rastir e, evê wateyê hilnagire?. Ma nirxandin jî ne naskirina buhayê tiştekî ye?.
Hevalkarê me yê hêja, di navbera rexneyên xwe re, xaleke dine balkêş nîşna dike, pêre jî hinek lomeyên ku li min kirine, li xwe vedigerîne.
Di pêşiya nivîsa xwe de weha diçe, ku min encamek di serê xwe de amade kiriye, û qirika rastiyên zanistî badidim, da karmendiya wê encamê bikin, ji ber ku min koka peyva eُrebî (enneqd ) bi paş guhên xwe de avêjtiye, û yekser gîhame her du wateyên wê; pere û kirîtîk; ev her du wateyên ku ewî jî bi min re erekirine.
Eger ev yeka kirike ne zanistî be, tevî ku pêşgotina gotara min, ku van nerînan tê de cih girtibûn, ne karekî zimanewanî bû, da ez bi pey koka bêjeyan kevim û wan bipelînim. Eger kira min ne zanistî be, ma boçûnên hevalkarê me, ku bê nîşankirina rêbazan berdide holê, dê şûnên xwe li kû derê bibînin?!.

Birêz J. Dost dibêje: “Guhertina tîpan bi xwe di kurdî heye lê ew bi sîstem e ne ku hema çawa be tîp têne guherandin. Û mînakan jî tîne hin tîpa L bi R  re werdigerînin û li dewsa wergerandin dibêjin welgerandin. Û hin jî tîpa M bi Z re diguherin û li şûna nizim dibêjin nimiz. Û weha bi hin tîpên din re jî”.
Tevî ku tîpên peyva nizim/ nimiz nehatine guhertin, belê tenê bi pêş û paş hevdu ketine, lê evê xalê bala min kişnd, ji ber ku ji zû de li bersivekê digerim.
Gava min ev xal di nivîsa birêz Dost de dît, ku sîstema wê heye, min got qey dê rêbazine wê sîstemê jî nîşan bike, lê mixabin gava xwe nêzîk vê yekê nekir, gelek pirs liviyan:Gelo, di meydana zanistiyê de çêdibe mirov bêje( hinan weha gotine, an jî weha çûne ), bê ku jêdera wan gotin an boçûnan nîşan neke?!. Ev hinên ku tîpan, nemaze jî dengdaran, bi hevdu diguherin kî ne?, li kû derê ne?, û kînga û li kîjan şûnê tîp ( dengdar )*** bi hevdu têne guhertin?. Nebûna bersivên van pirsan di nivîsa rêzdar J. Dost de lekeyekê digihêne zanistiya şêweyê wê, û ji usûlên gengeşekirina pirs, an jî aloziyên zanistî, bê par dike.
Bi rastî jî eger ev yeka bibe, dê ne bê sîstem bibe, lê ka ew sîstem çiye û çawa ye. Divyabû hevlkarê me nerîna xwe weha bê diyarkirina rêbazên wê sîstemê bernedaba holê.
Zimazanên eُreban bi awayên rêk û pêk ev yeka di zimanê xwe de têr lêkolîn kirine. Wek nimûne, ewana dane xuyakirin, ku eger tîpa Tت di forma (îfteeُle افـْتعَل) de di pey her du tîpên sad û dad ص،ض) re hat, hîngê ت bi tîpa ط tê guhertin; û dibêijn اصطحب، اضطرب lê nabêjin اصتحب، اضترب ، û eger tîpa w ْو  ku sukon pê ve be, di wê formê de, li pey hemzeya, ku kesre li bin wê ye (إ ), were, hîngê tîpa وْ ) ( bi tîpa ت) ( tê guhertin, û bi ت ya, ku di pey re tê guvaştin, lewre jî  dibêjin ( اتـَّقد، اتـَّعظ ) lê nabêjin ( إوْتقـد،إوُتعظ). Her weha dibêjin tîpa)y ي) di forma (feaُêl  فعائـل) de bi tîpa ( Hemze ء ) tê guhrtin, û dibêjin (mesaêb, qelaêl  مصائب، قلائل ( lê nabêjin ) mesayêb ,qelayêl مصايب، قلايل ). Belkî zimanzanên zimanên din jî ev yeka di zimanên xwe de şirovekiribin, lê mixabin hevalkarê me nade xuyakirin, ka ev yeka di zimanê kurdî de çawa çêdibe, û kê wer kiriye, û rêbazên vê yekê çi ne. Eger palpişta wî ew be, ku hin zaravokên kurmancî dengdaran bi hevdu diguherin,  hîngê pirsek dê serê xwe li pêş me hilde û bêje: Gelo, kînga û li kû derê boçûnên zaravokan bûne, an dibine rêbazên rastnivîsînê û rêzimanan?. Ez bawer im, ku hêja J. Dost şîva xwe bê rûn datîne pêş me.
Dawî, careke din daxwaza min ew e, ku ev aloziyan bala zimanzanên me bikşînin, da bersivên pirsên buhurî bipelînin, û hêvîdar im, ku ev gengeşeya min li gel boçûnên hêja J. Dost li gor   pêdiviyên zanistî bête fêmkirin, da qeşayê nexîne navbera me.       

 ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

* Min peyva ( kirîtîk ) li gor bilêvkirina bi zimanê kurdî nivisandiye.

** J. Dost di gotareke xwe de, bi zimanê erebî, vê yekê diçespîne, û dide xuyakirin,ku nikare xwe ji destlata hêrs rizgar bike, gava dibêje: …بما جُبـِلـْتُ عليه من النزق النقدي… ( Biner : Jan Dost:  .efrin.net. 24.01. 2007 ). Hêrs jî, di meydana rexneyê û gengeşeyan de, her tim dikare mirov ji rê bêxîne.
*** Gava Dr. Kamiran Bêkes di pirtûka xwe ( Bingehên rêzimana kurdî ) de, taybetmendiyên dengdaran diyar dike, tenê li ba 9 dengdaran radiweste; ew jî ev in: B. D. F. H. K. N.S. Ş. T. lê behsa her du ( R. L ) yên ku rêzdar J. Dost bi hevdu guhertine, nake. ( Biner: Rû 33 – 36 ).  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…