Nameyek pîrozbahî (Çavên gelê Kurdistana Rojava û tevgera me ya dadmend ron bin)

Dr. Ebdilmecît Şêxo

 Çawa tevgera gelê Kurd li Kurdistana Rojava bi dilekî şikestî û xemgînî nûçeya girtina têkoşer M.Ş. Alî bihîst, bi hemî awayên şaristanî nerazîbûna xwe derbirî û rûya karbidestên Sûriyê di qada cîhanî de reş û şermezar kir. Îro jî piştî du mehan, tevgera Kurd û gelê Kurd bi dilên dilşad û şahnazî mizgîniya azadîbûna rêzdar M.Ş.Alî pêşwazî kir.
Serbestbûna têkoşer M.Ş.Alî, beşek e ji serbestbûna vîna tevgera Kurd û dêmokratîxwazan li Sûriyê, ji ber ku birêz M.Ş.Alî di jiyana xwe ya siyasî de herdem li gor nirîn û baweriyên xwe vîna gelê Kurd û vîna hêzên dêmokrat li Sûriyê li ser bingeha biratiya gelên Ereb û Kurd di çarçewa dewleta Sûriyê de derbiriye û berevaniya berjewendiyên niştimanî bi pîdarî kiriye.
Bi vê bûneya pîroz de, pêwîst e em hemî çalakîyên partiyên Kurd, rewşenbîr, niştimanperwerên Kurd, her wisa jî helwestên rêxistinên navnetewî, gelek partî, kesayetiyên Ereb li Sûriyê û li dervayê welêt di azadiya têkoşer, sekretêrê  P Y D K de pir giranbuha binerxînin û em serê xwe li ber têkoşînên  wan ji bo azadiya peyvê, serbestiya gelan, parastina mafên mirovan ditewînin û ji hemûyan re dibêjin, azadîbûna sekretêrê P Y D K li me pîroz be .
Lê divê em dîsan jibîr nekin jî, ku bi sedan kurdperwer, siyasetmedarên Kurd  û dêmokratîxwazên Ereb hîn di zîndanên destlata Sûriyê de jiyanên xwe bi setemkarî û jan têper dikin. Em lava û hêvî dikin ku têkoşînên azadî û dêmokratîxwazên kurdistanî, cîhanî ji bo  goristankirina peyvên mîna  “şoven”, “dîktetur”, “bindest”  û bilindkirina ala azadiyê berdewam bibin. Herweha jî dilxweşbûna gelên Sûriyê û hêzên dêmokratîxwaz bi serbestbûna hemû girtiyên siyasî, dê hîn bilindtir bibe .              
 Her bijî xebatên  hevbeş!
Her bijî tevgera gelê Kurd!        

  17.02.2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ebdilmecît Şêxo

(1)

(Serbûyerek)

Pêşrewê şagirt di Havîneke germ de derewek pir mezin li diya xwe kir û gote wê:Dayê!Hevalekî min gelek giranbuha ji Kobaniyê nexwaş e,ez dixwazim seredana wî bikim,ezê derdora du heftan li nik wî bimînim,lê di rastiyê de;Pêşrew bi dizîyê xwedanên xwe û bi nehênî li…

Mahmod Oso

_Hey hey daya min, daya Kurd,
Hêza te ji çiyayan mezintir e,
Bi ked û evînê tu dinyayê didî rê,
Navê te di dilê me de zindî ye._

Berî rojê radibî, agir didî tandirê,
Nanê germ çêdikî, bêhna wê diçe gundê tev.
Destên te di erdê de, dilê te li ser zarokan,
Tu diçî bi mêrê xwe re, li ber germa…

Wergera bo erebî: Dr. Mihemed Ebdo Necarî

Wergera ji erebî bo kurdî: Fewaz Ebdê

Bi lêvegera Dr. Necarî

EZ JINEKE HINDÎ ME

Ez ew kes im ku rêzê li xwezayê digirim.

Ez ew kes im ku bi agir re direqisim.

Ez ew kes…

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…