HEVPEYVÎNEK LI GEL HUNERMEND «ŞAD»

Hevpeyvîn : Mislim Mihemed

(Mûzîk bi xwe ji xweristiyê hatiye, Her sînor û zagon jê re tê danîn wê li ser aliyê çelengî û xweşikîya giyana hunerî be
Ez bandor bûm bi hunermend û mûzîkkarê gewre Reşîd Sofî
Ezê Eyşa Îbê bi giyanê deyşta Sirûcê bistirêm soz didim ez ê pirtûkxana mûzîka kurdî dewlemend bikim)

   Xwedanê dengê zîz û bilind di ezmanê strana kurdî de, û nas dibe bi dengê xwey bedew û zelal yê mirovan bi girî û şa dike bi hev re û nizmî û bersîv tê de heye û ew cihê hurmetê di nav gel de ye.

Pirsa 1: Em pîroz dikin kasêta te ya nû « bes e » lê bi kerema xwe ji me re zanava xwe ya hunerî xuya bikî?

Bersiv: Ez di sal 1976 an de li bajarê Kobanî ji dayik bûme, di malbateke olî de û di mizgeftê de xwendina Quranê kir ta hevdîtin bûm bi rewşenbîrên herêmê re, û nav di min dan li ser stran û mûzîkê, û dinasîm li ser hunermendê mezin û gewre Reşîd Sofî, û wî jî nav di min da li ser pêşketina hunerê. Û hevdîtinbûm li hunermendên ereb re, û berhema min ya yekemîn ronî dît di sala 2001ê de, bi alîkariya hunerî ji dostê min yê awazkar Memo Seyda, û mamoste Ehmedê çep û birêz Muxtar, di ahenga Mîdîmiyozîk li Qamişlo,. Û berhema duyemîn di 2003an de. Û ya dawiyê berî du heyvan. Û bi vê boneyê namake spasiyê ji hunermenda hêja Êtîdal (اعتدال) re bi rêdikim, li ser beşikdariya wê bi min re.

Pirsa 2 : Tu bi kê bandor bûyî di mûzîkê de?

Bersîv: Ez bandor bûm bi hunermend û mûzîkkarê gewre Reşîd Sofî. Bi rastî ew dibistaneke hunerî ye kêm wek hene. Eweya kaniya mûzîkê ye lê mixabin ev kaniya pir neherikî tevî karên wî yên hunerî du kasêt derbas nerkirin, û bandor bûm bi hunermend Hesen û Mihemedê Cezrawî yên hilgirtin xizna filiklorê kurdî, û ez bextewar dibim li ber bihîstina dengê mamoste Tehsîn Taha pêşengê mûzîka kurdî, û ahînên Mihemed Şêxo.

Pirsa 3 : Tevî pêşketina teknolojiya di vê serdemê de di warê tomargeh û zanîstiya hunermendan bi hîmên mûzîkê lê em hestdibin ku hunermendên berê ji yên niha bîtir afrandin di awaz û stranê de.

Bersiv: Mûzîk bi xwe ji xweristiyê hatiye. Her sînor û zagon jê re tê danîn wê li ser aliyê çelengî û xweşikîya giyana hunerî be. Û ji aliyê din ve, hêza hunermend û zanistiya wî jî dihêle hunermend bi demê re bimeşe û afrandinan bike.
 
Pirsa 4 : Tu çito li meydana hunera kurdî dinêrî?

Bersîv: du çêşît ji yên mûzîkê bi kar tînin hene: yek jê bilind e û nirxbuha ye. Wek Ciwan Haco û Hesenê Şerîf, Zekeriya Abdulla û hunermenda bi şewq «Çopî». Û yên din mixabin navê huneriyê şaş û xera dikin, û awaz û gotinê li hev diqelibînin û her keça cîranan bi yekî re bibêje bejna te bedew e wê ew kasêtekê tomarbike û jê re diyar bike, û çi pirin di vê qonaxê de.

Pirsa 5 : mamoste Şad. Tu ji kê re distirêyî?

Bersiv: ji gelê xwey bindest û her yekî evîndarê azadîyê ji ber ew her tiştê buha ye ji mirovatiyê re ger tu ne azad bî tu nikanî bi jiyan bibî bi rûmet.

Pirsa 6 : Tu yek ji endamên koma AZADÎ , çi hêvî û çalakiyên we hene?

Bersiv: Em kardikin ji bo bilindkirina asoyê hunerî ji komê re, û em jiyandikin hemû boneyên kurdî (cejnan, Newrozê, Jinê, rojnamevaniyê, mihrecanan..) û em beşikdarbûn di mihrecana yekemîn ya hunerî li Girê Gewr (تل أبيض) sala borî. Û em xwe amade dikin ji deranîna kasêtekê bi navê komê û hêviya me em bigihên asoyekî bilind di Kurdistanê de wek koma KAMKAR.

Pirsa 7 : Misir û Libnan bûn navenda mûzîka erebî, û yên kurdan Kurdistana azad bûye şarga hunermendên kurdan. Te serdana Kurdistanê kiriye an na?

Bersiv: Ta niha tu keys ji min re peyda nebûn lê di programa min de heye serdana wan û kêfxweşbibim bi hevdîtina hunermendên wan.

Pirs 8 : Milletê kurd cuda ye bi çîrokên xwe yên evînî û lehengî yên hatî stran. Çi ji wan nêzîkî hestên ten e?

Bersiv: Her çîrokek ji ya din şîrîntir e lê strana Eyşa Îbê bîtir nêzikî hestên min e. ji ber ji herêma min e (deyşta Sirûcê).

Pirsa 9 : Tê ramana te tu Eyşa Îbê bistirêyî?

Bersiv: Erê. Berê hunermendê mey mezin Mişo Bekebûr Berazî sitraye, û hunermendên Efrînê jî strane. Lê min bi dengê Mişo nebihîstiye, û ezê di paşerojê de bistirêm piştî bêjing bikim bi giyanê xwey kobanî.

Pirsa 10 : Li dawiyê tu çi dixwazî bibêjî?

Bersiv: Spas dikim li ser vê hevpeyvînê ku min tê de nêrîn û ramanên xwe diyar kirin,û soz didim ku ez dê pirtûkxana mûzîka kurdî dewlemend bikim, û ez bang dikim li ser hunera tebayî ya ji hestên rasteqînê tê der..

t,êbin: ev mijar ji rojnameya DENG , hejmare 77, e..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...