Min pirs neman – Dengvedan.. Du Helbest

  Tengezarê Marînî

Rojan bêy te dibuhurînim,
min têderxist,
rêça ber bi te ve,
bêav e
ez mişt rondik im,
Spas
bi rê ve diçe
hêdî hêdî,
navê wê dizanim
bi navê wê bang dikim.
Ronî
Sîber
Nemukurhatin
Nuxmandin
Kovî
Pêjna bayî dikim,
pêjna dengê te
li pey te
sîber vêdekeve,
xewn xurrû ye
ronî parçe dibe

giya dilive
mêvanê xewnê ye,
fîgur
ahîna rojê
pêjna dengê te
spas.

Duhok,  05.05.07

———-

Dengvedan

Şev,
dibihîzî?
Nuha şev diçe
Li daran xwe dialîne,
straneke bêdeng
şemalk û bayê payîzê
tu dengê şevê dikî?
Di darê de, şev dijî,
destan dihejîne
bêdeng,
şev diqîre,
xewna min dinivîse,
şev têt ji bo biçe,
şev firîna balindeyan tomar dike,
kurte-pista belgan.
Şev digirî,
bêdem,
bêjivan
elenda şîn dilîze,
dar têdigihe,
li xwe mukur nayê,
xewnan dibîne
û di min de şev dijî.
Duhok, 03.05.07

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Sûriya ȋro qonaxeke veguhêz ya hestyar derbas dike; qonaxek ku piştî guhertinên siyasî yên mezin û kûr hatîye sazkirin û rastiyeke nû derxistiye holê ku pêdivî ye deriyȇ guftȗgo ȗ diyalogȇ li ser şêwazȇ dewletê û paşeroja saziyên wê were vekirin, ku di serȋ de Encȗmena Gel tê, ku yek…