INTIWAN XANIM JÎ HAT TÎRORKIRIN

  Salih Demicer

Iro 19-7-2007 di katjimêr  pênc û nîv piştî nîvro  li gor  katjimêra Beyrutê Endamê Perlemana Libnanê INTIWAN XANIM  Bi rengekî hovane hate kuştin û di gel wî pênc kesin dîtir hatin kuştin.
 Antiwan Xanêm ew endamê Perlemana Libnan yê çaran e ku bi vî rengî têne kuştin piştî Cibran Tiweynî- Piyêr Cimeyêl û Welîd
  Xanêm |êst û çar salî ye , avokate  , ji sala 1961 ê de endamê Partiya KETA>Bê LIbnanî ye û  endamê Kutla Ellîqqai Eldêmuqratî ye ku Welîd Canpola  serokatiya  wê dike.
 tê zanîn ku armaca van kuştinan ewe  ku hejmara piraniya endamên perlemanê Kêm bikin da  ku nikaribin hilbijartinên serokatiya komara Libnan bibin serî  bi piraniya pêncî û yekan  ji sedî.
 piştî katjimêrekê ji kuştina Xanêm , endamê Ellîqai Eldîmuqratî Waêl Bûfaûr ragihand û got: (rejîma Sûrî di pişt vê êrîş û bumbeçandinê De ye û ew hewl didin ku  nehêlin em di 25 vê mehê De serok komar hilbijêrin).
   di navbera vê kuştinê  û rûniştina perlemana Libnanî piştî şeş rojên din Libnanî gelek xalepirsan li ser duweroja Libnan e rêzanî datînin.

Salih Demicer – Beyrut –  Sin Elfîl (cihê Kuştina Antiwan Xanêm) 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivȋskar: Dr. AHMED ABDELWAHED
Werger ji Erebî: EBDILBAQȊ ELȊ

Di roja 3’ê Tebaxa 2026’an de, serokê Sûriyê Ahmed El-Şara li ser seredana serokê Herêma Kurdistana Iraqê bo Şamê, peyamek kurt bi zimanê Kurdî weşand. Dibe ku ev peyam wek peyameke derbasbûyî xuya bike di demeke ku ekran bi daxuyanî û wêneyan tijî…

Dr. Mahmûd Abbas

Neteweyên Biçûk û Cihê Wan di Pergala Nû ya Cîhanê de

Di pergala nû ya cîhanê de، giraniya netewe û welatan êdî tenê bi firehiya erdnîgariyê، hejmara gel an mezinahiya hêza leşkerî nayê pîvan. Ceribandinên çend dehsalên dawî nîşan didin ku welatên biçûk dikarin bi rêxistina baş، veberhênana li mirov، avakirina aboriyeke…

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…