Bi berheviya jimarek ji berbijar û rewşenbîrên devera Dêrika Hemko,Girûpa Dêrikê ya Çanda Kurdî şevbêrka xwe ya heyvane li darxist.
Di şevbêrkê de, mamosta Hêmin Mendanî mijarek di bin navnîşana (Dîmoqrasî : pênasîn , dîrok û ravekirin) de ji beşdaran re pêşkêşkir.mijar bi zimanê kurdî yê ciwan û bilind hatibû nivîsandin û herweha bi zarekê xweş û şêrîn ji aliyê mamosta ve hate xwendin.
Mamosta Mendanî babeta xwe ji pênasîna Dîmoqrasiyetê wek têgehek siyasî û ramyarî ku çawe di dîrokê de ev rengê xwe yê dawî girtiye daxuyakirin, û herdîsanê hêman û bingehên serekî yên dîmoqrasiyetê di çend xalan de rahênerkir û pêve çû û derbasî nava kêmasî û lêgirtinên dîmoqrasiyê û herwisa başî û mifayên wê jî berçavkir û bi ferehî li ser rawesta û ravekir.
Di dawiya de mamosta mijara xwe bi nerxkirin û hilsengandina dîmoqrasiyê bi dawî anî.
Pişt re gengeşe û danûstandin li ser naveroka mijarê bi germî di navbera beşdaran de pêket û babet bi nêrînên wan hate zengînkirin.
Hêjayî gotinê ye ku Girûpa Dêrikê heyvane van rengê simînar û şevbêrkên rewşenbîrî û toreyî amadedikê û birek rewşenbîr, xemxwar û guhdêrên çanda kurdî di wan şevan de berhev dikê,ji ber armanca Girûpê ewe, ku bikaribê di bin dest û darê pêstûrî û zordestiya vê demê de pilatformên derbirînê avabikê û derfetê li pêşberî nêrîn û ramanên cuda û cor bi cor vekê,dawiya dawiyê mebest jî ku jîngeheka rewşenbîrî ya saxlem peydabibê û tevî nêrînan cihên xwe tê de begin,lihevbibanin û ji hevderbibin.
Dêrika Hemko: 8-11-2007 ê
Girûpa Dêrikê ya Çanda Kurdî