Piştî ku hevpeyvînek li ser rewşa Kurdan da rojnameyek elmanî: Faşistên tirk malpera rojnamevan Sîrwan H. Berko hack kirHackerekî tirk bi navê ”Akıncılar” roja (04.11.2007), seet 23.03, malpera rojnamevanê kurd Sîrwan H. Berko hack kir.
Ev êrîşa li dijî malpera şexsî ya Sîrwan H. Berko (Siruan H. Hossein) pêk hat piştî ku rojnameya elmanî Frankfurter Rundschau di hejmara xwe ya dawiya hefteyê de hevpeyvînek bi Sîrwan H. Berko re weşandibû.


Wiha diyar e ku faşistên tirk ji hevpeyvînê ne razî ne û ji ber vê yekê êrîşî malperê kirine.
Hêjayî gotinê ye ku di dema dawî de êrîşên li ser malperên Kurdan ji aliyê faşistên Tirkan ve pir bûne. Êrîşên herî dawî li dijî malperên Kurdistanwebb.com (niha kurdwebb.com) û netkurd.com hatibûn kirin, ku herd jî weşana xwe ji wêdê dikin.

Şîrove (0)