Bulgakov, ji vî çîrokê, bi fona rojana nexweşekî birokrasîya Sovyetê, rexne dike.
w.r.
5-ê Tîrmehê. Kûxkê ji min girt. Gellek ji gran dikûxim. Heta sibê dîremik xew neket çavêmin. Ewê rindbuya wekî hindekî xewra biçuyam. Kûxka malxirab, kûxka cinús.
7-ê Tîrmehê. Doxtorda roj send.
20-ê Tîrmehê. Çavê we ronahî be, hevalên delal, ‘Nexweşîya Zirav’ ji min ketî! Bi xatirê te jîyana şêrîn.
30-ê Tîrmehê. Destûr ji dan min, derim sanatoryuma “Gîyana Saxlem”. Bilêtekî belaş dan min, ‘gemaro’ ekspres, sinifa yekemin… û min tam 2000 verst* ji dînekîra hevaltî kir.
1-î Tebaxê. … tev kurma, rêwîme. Menzere pir xwaşe. Kurm, ji mîna zirxîtika, bi xwadê, her yek bi qasê kera mezine.
3-ê Tebaxê. Hatim Sîbiryayê. Pir bedewe. 293 verst dawî ya rê li ser pişta hespa hatim. û min kimiz vexar.
6-ê Tebaxê. Aha te ra Kimiz! Li vir dibêjin çewtî de ‘ne rastî’ heye. Nexweşîyamin ne Nexweşîya Zirave. Carkî din taqîyêmin çêkirin. Mi kezeba xwa dît. Waa, madêmin hat, oro ew çîye!
8-ê Tebaxê. Ji ber vî yekê guhartina min dan Rostov-na-Donê. Bajarekî gelek xweşe. Derim Kîslovodskê, li klînîka “Xêra Şems”.
12-ê Tebaxê. Kîslovodsk. Xadê qeda xa bide. Kezeb saxlem derket! Doxtorên vir pir hers hatin, ji min re gotin; “kîjan bê namusê tu şandî li vir?”
15-ê Tebaxê. Keştî re bilêtekî distînim. Ez bawerim bi nasîna ‘nexweşîya vegirîtî’ derim Kirimê. Bêhrê ez girtim. Dilêmin hevket. Gelo alîkarî ya wî ji pak bûnê re heye? Eyy, ez çi zanim, wanî hat bîramin.
22- ê Tebaxê. Yalta, cîhe kî ji mîna bihuştê ye. Ax, xazil ava nexweşîya malxirab ji tûnebuya! Mîda min da kurm hebuye. Tenê va buya serçevan, lê yek jî Apandîsît hat ser. Gere ez biçim Lîpetskê, li Herêma Tambovsky. Xatirê te Behra reş; behra behran.
25- ê Tebaxê. Yê Lîpetskê li şaş û metel bûn, – doxtor zilamekî zehf baş- ji bo nexweşîya min fikirî u wanî got:
– êsil, kurm, kê kî ev nasîn girtîyê ji mejîyê wan da heye!
Heya ber şibakê ket pîyê min û pirsa xû ya axirtî danî: Kêmasîya dil.
Off! Ez xerîbo, eva jî kûda derket. Ez kî gelek hînê kurmê xa bûbum. Welle ji gotina rastî, nasîna doxtor li ser ‘dil’ qet neçu zoramin. Min ji hindirê çavê wî mêzekir û pirsî: Gelo ezê ji îcar herim kîjan derê?
– Borjomê.
Benda mi be Kafkasya.
1- ê îlonê. Li Borjomê firsend nedanmi kî ez bawula xwe şunbikim. Gava wana ez cara ewlîn dîten, gotên: “Mîro, me biborîne, lê belê em ji nexweşê ba’yê qebûl nakin”.
Weylê, xalî ji serê min, ba ketiye canê min û ez li hacê xa tunim! Çiqas emrê min maye, doxtor? Gelo ezê pir bijîm? Carkî dîsa vedîgerim Sîbiryayê.
10- ê îlonê. … Behra şerîn, gola pîroz Baykal. Bi rastî menzere pir xweşe, ger va hewa cemed jî tûnebuya! Doxtorê Sîbirê –gûne wî ji min hat- dibêje: “Li vî demsalê ne lazime ku hun ‘klînîk klînîk’ bîgerin, payîz nêzîke û çendekî ewê berf bibare”:
– Hinek îhtiyaca we bi cîhekî bêdengî û germ heye. Ya baş ez we bişînim Kirimê…
– Kirimê!? Heyloo, ez çendekî berê li wûr bûm. Na bavo, xêr ji min ne lazime. Mersi.
– Belê, wekî dijî Kirimê hûn çune kîjan bajaran?
-Yaltê.
– ê vî carê ez we bişînim Alupkê. Pir bawerim kî hûnê li wir hezbikin.
Qebûl. Alupkabe Alupka! Ji bo min her der bê ferqe, gava ew dokeh bi jî ezê herim. Min ji xwara kûrkekî germ send û zu bi zu derketim rê.
25- ê îlonê. Li Alupkê herder girtîye. Sîreta didin min kû ez wegerim mala xwa. Dibêjin li vir, kes xelkê ra derê xwe venake, ezê li kolana da tî û birçî bimînim! Weylê, agir bi teşkê we… Ez vedîgerim mala xwe.
1- ê Cotmehê. Mala xwe da mi. Ez li wan deran derdê canê xwe, bi doxtor doxtor bîgerim û jina min jî min kesê xerîb ra dixapîne. Min temul nekir, cardin çûm doxtor. Ji minra çi bêje rinde! Ez -bitemamî- merive kî bê-nexweşîme! û bejna min jî wek mîna ava zelal paqije!
– Xazil canêmin -wî neqlê- we çima ez mîna dîna derî derî dam gerandin?
– Kêmasî, hevalê hêja, kêmasîkî biçûk.
Emaan! ê ez çi bikim! Kêmasî jî kêmasî. Ez vî karê pir êciz bûm. Sibê derim destpê şûxul dikim.
Nexweşê binumareya 555.
1925
_______________________________________________
* Pîvana drêjahî ya Rûsî; 1,07 kîlometr (w.r.)