Elfabeya Celadet û Pîvana Pêwistiya Tîpan

Konê Reş

Elfabeya Mîr Celadet Alî Bedirxan û Pîvana Pêwistiya Tîpan; pirtûkek nûye, ji rex mamoste Derwêşê Xalib ve hatiye berhevkirin.

   Mamoste Derwêşê, ev pirtuk, piştî xebateke salane ku têde ponijiye berhevkiriye. Ew bi zimanê fransî, ingilîzî, silavî dizane, hem jî xwe bi şêwazê soranî re westandiye di gel ku ew ji wan kesên pêşîne yên ku ji Ewropa vegeriyan û dest bi nivîsîna kurdî kirin û wiha te roja iro..
   Di van çend salên dawî de, wî barekî giran daniye ser milê xwe bi sazkirin û serkêşiya Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî de, ev komîta ku bi sedan keç û xort, ji piraniya herêmên kurdan di Binxetê de fêrî xwendin û nivîsandina kurdî kirine û dike.
Mamoste Derwêş li dor vê armanca mîr Celadet Bedirxan liviya ye û wek bawerî dengê xwe tevî dengê Mîr dike. Di pêşgotina xwe de armancên xwe tevî armancên Mîr dike û dibêje: ((Rexneyên narewa li vê elfabeyê dibin, ya seyir ewe ku her yek tiştekî li gor xwe dibêje. Jiber vê gerek ji her hêlê ve rastiyên elfabeya Celadet diyar bibin.
Armanceke meyî din jî heye; diyare ku yekgirtina elfabeya kurdî rola kevirê qorziyê di yekgirtina zimanê kurdî de dilîze. Mîr Celadet me hişyar dike: Herwekî me çend caran gotiye; yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya ziman de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfebeyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabê bêne nivîsandin.))

Ev pirtûk  ji sê beşên serekî pêk tê:
1 – Rexneyên li elfabeya mîr Celadet û bersivên wan: Di vî beşî de diyar dike ku elfabeya mîr Celadet Bedirxan duriste û li ser bingehekî zanistî hatiye avakirin û tev rexneyên ku li elfabeya wî hatine kirin û têne kirin ne li ser bingehekî zabistî avabûne û avadibin..
2 – Pîvana boşiya tîpan li gor Şanon(1), wek ku di zimanê ingilîzî de hatiye, wî jî, 20 melyon tîpên Kurdî berhevkirine û di hemû qunaxên pîvana Şanon re derbas kirine… Di encam de dîtiye ku 50% ji tîpên kurdî boş derdikevin. (Bo zanînê; li gor pîvanên Şanon, di zimanê ingilîzî de jî 50% boş derketiye..).
3 – Pîvana pêwestiya tîpên Elfabê: Di vî beşî de jî mamoste Derwêş diyar dike ku li gor rebazên Şanon, bihevguherîna du (LL) bi (L)ê an du (RR) bi (R)ê, duriste û têgihiştina şêwezarê soranî giran nake.    Hem jî diyar dike ku pêwistiya van herdû dengan ango (LL û RR), kêmî 2 ji 10 000 î ye. Encamê vê yekê ku di pirtûkekê de, ji 1000 rûpelî be incex rûpelek zêde bibe, lê lo gor boşiya deqan, wê dor 500 rûpelî zêde ye..
Mamoste Derwêş Xalib, nimûneyên şêwezarê soranî ji ferhenga Estêre Geşe, rojnameya Kurdistanî newe û deq ji nivîsên rojhilatî Kurdistanê anîne…
Di encam de diyar dike ku elfabeya mîr Celadet Bedirxan têra şêwezarê kurmanciya bakur û başûrî Kurdistanê dike.
Beguman bi derketina vê pirtûkê re ronahiyek mezin li dor bikar anîna elfabeya kurdî latînî û hilgirtina dengê tîpan zelal dibe û ji herdû şêwezarên kurdî re.
Em jî ji can û dil spasiya mamoste Derwêş dikin, westandina wî di ber ferheng, rewşenbîrî û zimanê kurdî de piroz dikin û bi hêviya ku rewşenbîrên kurdan li dor vê pirtûkê bisekinin û rexneyên xwe bijbêjin û diyar bikin.

28/11/2007
Qamişlo

1 – Şanon: Claude Elwood Shannon, Zanyarekî Emerîkî bû, sala 1948 ”””” A mathematical Theory of Communication, belav kir, ku iro bi navê (Teoriya Ragehandinê: Information) nase. Shannon di vî warî de pir navdare û teoriya wî di gelek warên zanistî de bi kar tê…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...