Helbest u Vidyo

Nû min dît!

Nûş‏în Bêcirmanî

Ji tariya ‏şevê
Min xwe dizî…
Raman û hiş‏ min rêkirin
Hiş‏ rê dibir
Raman roja nû dixwend,
Mêvanê çiya û asmanê te me,
Min himbêz bike,
Vemale, rondikên digindirîn,
Ji kehniya nalîn û îske îskê min.
***   ***   ***

 

Gerdena çiyayên te dirêje,
Wek ewrên payîza sêwî ,
Li gundê me,
Ku têr nebû,
Ji gum guma tavên giran,
Li te geryam
Di çol û bêlanan di geryam,
Bîranînên ‏şikeft û zinaran,
Min dorpêç dikin….
***   ***   ***
Ji ‏ahiya (bajarê kengê) *
Min tûrkê xwe mi‏şt kir,
Ji ava(BINÎSRA)
Damar û rehên xwe,
Min miş‏t kirin,jîn û evîn,
Vaye ….
Heskêf keça çiya ye,
Batmana bav û kala ye,
Midyad,dîlokên azadiyê,
Ji yara min re dikirin,
Guhar û gerdenî…
***  ***    ***
Ji bin konê sêwîtiyê derkeve,
Deng
reng
çeng
Ji baskên ewrê zivistana min re
Hilde û were
Em tev bikin
Dîlan û  sema…..
***    ***     ***
Min tenê ne hêle,
Zû ,min ji bin,
Giraniya xema  derîne…..
Awrên çiyayên xwe neberde min,
Dilzîzim,
Hime hima ‏şêx seîdê kal
Min di êş‏îne,
Silav li te ş‏êxê min,
‏Şaş‏ika xwe,
Li gerdena yara min
Bi pêçe,
Ameda min,
Hêviya min,
Vaye çavhingiva min,
Xwe palda ye, kul û keserê te,Amedê….
Nû min dît,
Gulzar li Vê dê…..
Nû……
Min……
Dît………………

Bajarê kengê : Nisêbîne

Midyad 8.9.2006

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…