Li roja înê rêkeftî 19/ 1/2007/û bi amedebûna gelek kesayetên rewşenbîrî û siyasî ,bi teybetî yên ku pîtepêdanê û guhdanê bi zimanê kurdî yê resen di kin rexnevan û lêkolînerê kurd yê hêja Xalid Cemîl Mihemed li beşê kurdî ji girûpê girkêlegê yê rewşenbîrî bû mêhvan
û lêkolîna xwe ya giring ya ku di bin navnîşana (kêmasiyên ferhengçêkirinê di ferhengên kurdî de) xwend û li ser hat gengeşekirin
mamosta Xalid di lêkolînê de Bi seda kêmasî û şaştiyên ferhengên kurdî yên çapkirî berçavkir ,û her wiha dubare û sêbareya şaşîtiyan bi şêweyekî fotokopî ji hevdû vegirtin e û ziyaneke ajawe ji aliyê wergerandin û hevwateyan ve gihandin ferhenga kurdî,ji hêleke din ve lêkolînerê kurd Xalid Mihemed bêhêvîtiya xwe ji rewşa çanda kurdî ya ajawe û bê rêveber da xuyakirin û giringiya afrandina komîteke ango dezgeheke lêveger ji bo hilsengandin û nirxandina pertûka kurdî pêşinyarkir ,ûli dawî girûpê girkêlegê bi giyanekî bilind û berpirs sipasiya mamosta Xalid kir û xebata wî ji bo çanda kurdî û pêşinyarên wî jî yên giring derbarî paşerojeke rast û durust hatin pejrandin
——
berhevkirin û amadekirin
beşê kurdî ji girûpê girkêlegê yê rewşenbشîrî
în /19/1/2007