Niqurçk

Yasîn Hisên
Amûdê
Belkî gotina (Niqurçk) nehatiba bîra me, lê seydayê Facebook ev qencî bi me kir û ev gotina xweş dîsa li me vegerand, ji lewra gelek kes hema bi yek kilîkê me diniqurçnin- ne bi quruncokan.
Ezê jî hinekî Amûdê bidim ber niqurçkan, lê destê min lê nagere ez quruncokan jê bidim.
Bajarê Amûdê, ev bajarê kevn û giran, bi giraniya navê xwe, bi giraniya helbestvan û hunermendê xwe, di dema dawiyê be di riya çend xortên xwe ve  ji xwe re polîsên trafîkê dadimezirînin…!
Kesê ku çûye Amûdê û we dîtiye, yan jî xelkên wê yên ku bi dehên salan ve dûrî wê ketibin, dibêjin: Dunya hemû tê guhertin, tenê Amûdê mîna xwe dimîne…!

Û xwezî û sed xwezî ku mîna xwe, weha giran bimîne.

Helbet herkes ji me dizane ku ji roja ev bajar hatiye afirandin, çi îşaretên trafîkê têde tune ne, ji ber bajarekî piraniya wê cotkar in û carcaran her nîv se`etê jî yek seyare di kolana wê ya serekî re derbas nabe.
Di van rojên dijwar de, ku şoreşa welêt li dar e û herroj xwepêşandan li dijî vê rêjîma sexte berdewam in û amûdî jî bi coş herroj tiştekî nuh diafirînin, bi siloganên xwe, bi dengê hunermedên xwe, bi nivîsa nivîskarên xwe.
Berî çend rojekî li serê hinek (Xortên Amûdê) dixe ku ji xwe re polîsên trafîkê damezirînin û cilên taybet ji xwe re amade dikin û dadikevin kolana bajêr ya sereke, û vêketin seyare û e`rebeyên bajêr rawestandin, seyareyek divê bi vir de here, divê kemyonek bi vir de here, divê hinek ji van seyareyan biwestin heta ku hinekên din ji kolaneke din bimeşin… Û weha…

Ji şensê wan î xerab re ku hêzên ewlekariyê bi ser wan de tên, û çend guleyan li e`zmana berdidin, hema feqîra ji tirsa xwe davêjin nêzîktirîn dikan, û ji şensê wan yê mezin re ku ew dikan ya cil û caw e, ji wan re dibe veşarteyek baş.

Wisa çîroka polîsên trafîkê li Amûdê bidawî dibe… Mixabin, de qey qedera vî bajarî ye ku bê polîsê trafîkê bimîne, yan jî qedera wan xorta ye ku birevin û xwe dibin cil û cawên kevin de veşêrin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…