Yasîn HisênAmûdê
Ji dûriyê, ez peyama xwe ji Efrîna delal re dişînim, bi kezebeke şewitî, bi dilekî xemgîn bi hêstir ez dîmenên xwînê li ser bedena wê ya ciwan dibînim.
Xwîn ne layiqî bejna te ye Efrîna me, kuştin di kultura te de tune ye ey bajarê xweşik û sipehî, tu nîşana şaristaniya me ye, de xwe bigre li himber van pîlanan.
Vê tevliheviyê bisekinînin, li dijî derewçîn û tevlihevan derkevin, wan bihetikînin. Nehêlin bûka welatê me di cilên bûkaniyê de sor bibe, çiko Efrîn ji xwînê hez nake, Efrîn Aştî ye, Efrîn bedewî ye, Efrîn hemû rengên xweşik yên cîhanê di nava xwe de himbêz dike.
Hêviya min ji hemû nivîskar û rewşenbîrên kurd ew e ku li dijî pilanên xerabiyê derkevin û nehêlin bedena welatê me bibe meydana pilanên derewçîn û fesadan.
Ez omîdewar im ku rojek nêzîk wê bê û em ê li hawîrdora kela Hûrî bi hevre bibêjin: (Efrîn bûkek Delal e, cîwarê bav û kal e)







Şîrove (0)