Idî bese, dibê kurd tev bibne yek

EHMED QASIM

 Yanzde mehin, şoreşa sûrî berdewame di nav girtin û kuştin û birîn kirin û koçberîda. Û yanzde mehinjî, kurdên me di nav keft û lefteke bê watedaye. Pirsekî bingehîn heye, her yek pêwîste ji xwe û ji yên dora xwe bipirsê: gelo nakokiya me kurdan bi hevra çîye? Bi oposisyona sûrîra, tiştekî dine, wekî dibêjin, kêşeya qayîl bûn û nebûna ser mafê kurde, lê kêşeya ne yekbûna me kurdan çîye?
     Ev pirsa bi dehan caran min ji xwe kirîye, û min xwestîye ez bersiva wêjî bidim. Lê mixabin, çendîn min bersiv dayejî, û divî warîda, mi nivîsiyejî, lê bawer bikin bersivên min ez qayîl nekirime, tenê yek şop heye pêwîste em açix bikin û bi açixîjî bidin ber çavên xelkê xweyî kurd.
    Bi nav, bawer dikim heta bîst partîyanjî di nav me kurdanda hene, hindek ji wan belkî kesekî tekanebêjî, lê navin car caran di pêşîya meranra derbas dibê, ti naxwazî lê vegerî ka ev nav kîne û çi kesin û li kurin û çi dixwazin? Lê navên wisajî car caran dibine dar û dikevine ber tekerê erebanê pêşveçûna me. Ji ber kê çi kirîye jêra mayî. Gelê mejî bi şêwakî piraktîk li pêşîya bêtrazîyz xwe neskinî, û nebûye xwedî dîtina çareserîya kêşyên xwe. Gelo eger wabê, em kanin bibêjin , ku rojekê ji rojan wê yekbûna kurdan were holê û rola xweyî dîrokî  û serekî bilîzê?
     Bi min, eme kanibin ku gel xudanlixî li erkin xwe bike, û bibê xwedî biryara xwe.blkî evjî dîtinekî Aflatonîbe, li sedaneye bîtir ber bi çareserîyêda wê bi rêkevê. Ji ber partîyên me, ji guftogoya bêzentîk têr nave. Tevayîyê wan di rewşeke awarteda fêrî sîyaseta guftogoya bê ber û pirsyar bûne. Îrojî pirsyarî hatîye holê ew nikani ji erkên dîrokî tê bighê. Raste girêdana kongira Qamişlo dîrokîbo, lê dîrokîya mezitirîn jêdera wê, wê çi berî bide. Em dixwazin tirî bixwin, îşê me ji baxmeçî, çîye? ENKS hate damezrandin. PYD ji encûmana gel hilbijart. Yeketîya hêzên demuqrat hate pejrandin.. û hîjî tek û tûk li vir û derahen hene. Lê dîsa pirsa dîrokî û girig ewe, gelo pirsgirêka vê neyekbûnê çîye?
     Bi min yek pirsgirêkê me kurdan heye, ewjî çawa emê kanibim kêlekên xwe bi kêlek hevdin û herin ser erkên xwe. Di virda ezê metelokekê wînim ji xwedevananra: xwedê bi dilovanîya xwe şa bike, Reşîd Hemo carekê ji mera got: got li sûka Efrîn ez li rstî şêx Reşîd hatim, ji minra got: were Reşîd ez şîretekê lit e bikim. Mijî bala xwe dayê ,û min gotê : ka bibêje ezê dilxweşbim bi şîretê te. Pel danî û li ser nivîsî: 1+1+1+1= ev çendan dikin Reşîd? Li gor wî nivîsîbû, ev yekana li ser hev rêzkiribûn. Reşîd got: min got 4 dikin şêxê min. dîsanivîsî: 1111, got lê ev çendin Reşîdê min? min got: evjî, hezar û sed û yanzdene. Gote min de here sîyaset bi şêweya duwemîn xwendin bike, ne yekemîn xwendin, hûne bi serkevin. Yanî, ti caran xwe di ser hevra megrin, hine ji ser hev hulweşin. Lê ku hûn kêlekên xwe bi hevdin kesek nikanê we ji ber hev bixînê, yajî hilweşînê.
     Nameya min ewe, pêwîste em ji şîretê şêx reşîd sûdê wergirin, û em kêlekên xwe bidne kêlekên hev, serketin dibê para me tevan, yajî em xwe di serhevra bigrin , emê hilweşin, û em tevayî dibine hevparê zirarê. Hikmet di berhemên kardaye, ne di karekî bê berhemdaye. Hêvîdarim nameya min bighê xwedîyên biryarê.
  Sîyasetmedar û nivîskar

  7/2/2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bavê Zozanê

Îro 19.10.2025 Mihrecana

helbesta Kurdî li bajarê Essen li

Almaniye ku herdû saziyên me YNRKS û HRRK pê rabûn bi rêk û pêk hat li dar xistin.

Bêguman ew rêkupêkî û ew rêxistinkirina we dît encama xebata herî kêm ya mehekê ji kar û ked û westandina…

MISLIM ŞÊX HESEN -KOBANÎ

Eger hûn dîroka gelê Kurd li Rojhilata Navîn bi baldarî lêkolîn bikin, diyar dibe ku gelek bûyerên girîng qewimîne. Ew serwerên bê guman ên şaristaniyên kevnar ên cîhanê bûn, û di wan serdeman de roleke diyarker lîstin, tevî ku rastî êrîşên tund ên ji aliyê dewletên cîran û…

Kara Wezîrê Êşo

Di malpera pressin.ifo da gotarek bi sernivîsa “Em ne kurdên Sovyetê ne, em kurdên Qefqasyayê ne!” ( https://pressin.info/kurdi/2034 ) hatibû weşandin, a ku li ser daxwîyanîyên Hejarê Şamil hatibû nivîsîn, ango ew vegotina daxwîyanîyên wî ne…

Meriv dixwîne û matma dibe!

Helbet, wek ku dibêjin, di cîhanê da…

Fewaz Ebdê

Li Kazaxistanê

Li gundekî bi siya Stalîn tozgirtî

Bi çavin bêbawerî

û bi devekî vekirî

mîna şikefteke efsûnî

ji nav rûpelên dîrokê reviyabe

bîrdankek ji bin berfê rabû

û xwe avêt himêza çîroka mim.

<p...