Xweseriya demokiratik di panêlek ramanî de

Bi helkefta bîranîna 24 saliya kuştara Helebça şehîd, yaneya Ehmedê Xanî ya rewşenbîrî li bajarê Dêrika Hemko simînerek amede kir bi beşdariya pêtirî ji 200 rewşenbîr, siyasetvan, nivîskar û gurûpên rewşenbîrî û saziyên civakê û tevlîbûna birayên xiristiyanî li dar ket , pêşî rêveberê şevê ji mêvanan xwest ku kêlîk bêdeng li ser giyanê şehîdên kuştara Helebçe rawestin , û bi zimanekî tund ew jinosayid a ku wijdana mirovên cihanî hejand şermezar û riswa kir, paşî simînervan mamoste Hisên şawîş vexwend da ku mijara xwe pêşkêş bike.
Simînervan şawîş pêşî li ser wateya roja 16 avdarê rawesta û bandora wê kuştarê di giyanê netewa kurd de diyar kir, pişt re derbasî babetên simînarê bû ya ku li ser van xalan belav bibû :
– Têgiha xweseriya dîmokratîk di ziman..felsefe û siyasetê de, ji serdemên kevin heta roja îro di ramanê ademîzadan de , hîna ji serdemên Somer û heta roja îro ka çawa dewlet hatin avakirin û di encamê de civak ji hev bû parçe û genge û aloziyên wê nehatin çareserkirin .
–  Bingihên xweseriya demokratîk ya ku baweriyê bi hêzbûna dewletê nake û ne encamek pêwiste ji çareseriya pirsgirêkên civakî re.
– Xweseriya demokratîk li hember rêjêmên regezperist û totalîter, ya ku pala xwe dide avakirina civakê pêtir ji hêzbûna dewltê .
–  Xweseriya demokratîk çaktirîn çareseriye ji doza netewa kurd li rojavayê kurdistanê re û bersivdana gengazên hîna di aloziya nava komên pirsgirêkan de li seran serî Sûriya bê bersiv man e .
Piştî bênvedanekî careke din mêvan û beşdar vegeriyan rûniştinê û guftogoyek germ di navbera wan û simînervan de bi pêş ket, derbirînên hêja diyar bûn.
Hêviya hemû peşikdaran ew bû ku mijarên wisa ramanî û rewşenbîrî di şevên yaneya Ehmedê Xanî de bi pêşkevin da ku civaka kurd karibe bibe xwedan bîr û baweriyên serkeftî û hêviyên wan bi erêniya helwest û rola rewşenbîran heye ku bibin bersiv û erkên xwe yên netewî bi pêşxînin .Yaneya Ehmedê Xanî ya rewşenbîrî – Dêrika Hemko
   16/3/2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.

Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê…