Şermezarkirin

Hêjayan serokatiya Encumena niştimanî ya Kurdî li Sûrî,
Hêjayan endamên komîteya amadekar ya Encumena niştimanî ya kurdî li Ewrupa,

Yê me, em wek Encumena Êzdiyên Sûrî di wê baweriyê de ne, ku di vê dema pir nazik û hestedar de a ku Sûrî bi tayîbet û rojhilata navîn bi giştî tê re derbas dibe, li ser me wek Kurd ferz dike ku em bi zûtirîn dem hêza xwe bikin yek, û bi yek deng û rengî di ber pirsa xwe ya netewî de kar bikin.
Li ser vê bingeh û pêla netewî em wek berpirsiyarên beşekî bingehîn ji miletê Kurd li Sûrî tev hev digerin, ji ber ku hêz û hebûna me wek Kurd di yekîtiya me de ye.

Lê mixabin ku îro roj û piştî derbasbûna bêtir ji salekê li ser şoreşa rûmet û azadiyê ya Sûrî re, ku hîna em Kurd tert û belane, û ji bo çareseriya pirsa Kurdî li Sûrî ne xwedî helwestek netewî yekgirtî ne?

Mirov dikare vê berbelavbûna Kurdî di qada siyaset û têkoşîna rojane de, di gelek cî û waran de bipelîne.

Me di destpêka damezrandina Encumena Êzdiyên Sûrî de, di 05.11.2011 an de, biryar da ku em parçeyek in ji tevgera siyasî ya Kurdî li Sûrî û em ê ji devayî refê Kurdaweriyê tu kar û xebatan nekin û têkilî tu Şepûl û aliyên muxalefetê nebin.
Tevî ku me têkiliyên berfereh û li ser asteka pir bilind bi serokatiya tevgera xwe ya siyasî re li hundir û ji dervayî welat re jî kirin, ku wan jî çi bi devikî û çi bi nivîskî kêfxweşî û serbilindiya xwe ji bo damezrandina Encumena me dan diyar kirin, û soz dan ku wê me piştguh nekin, û wê her timî rêzê li vê xebat û hebûna me wek nûnerên Kurdên Êzdî li Sûrî bigrin.

Lê mixabin ku ew soz û dilsozî tenê man gotinên li hewa??

Di têkiliya me ya herî dawî de bi Encumena niştimanî ya Kurdî li Sûrî re, ji me re gotin ku wê nûnerekî me bi rengekî fermî beşdarî civîn û çalakiyên encumena niştimanî ya Kurdî li Sûrî bibe, lê tiştê ku qewimî bi qalik û naveroka xwe ve berûvajî vê sozê bû.

Encumena niştimanî ya Kurdî di 15.04.2012 an de li bajarê Bielefeld/Elmaniya civînek lidarxistin bêyî ku me agahdar bikin û me vexwendî civînê bikin??
 
Encumena niştimanî ya Kurdî di 22.04.2012 an de li bajar Essen/Elmaniya civînek lidarxistin bêyî ku me agahdar bikin û me vexwendî civînê bikin??

Encumena Êzdiyên Sûrî di gelek civîn û kongireyên Hevrikiya Sûrî de beşdar bû, lê wekî ku me li jor anî ziman, tevî ku me dikarî bû ciyê xwe yê rewa di rêza wê hevrikiyê de bigirta jî, lê em tevlî tu aliyan nebûn, û me di daxuyaniyeka çapemeniyê de diyar kir ku em bêyî Tevegra siyasî ya Kurdî tu biryaran bi serê xwe nedin.
 
Em wek Encumena Êzdiyên Sûrî vê piştguhkirin û nijadperestiyê, vê danûstandina ne kurdawerî a ku Encumena niştimanî ya Kurdî li Sûrî li himber me bikartîne şermezar dikin, em hem wek Êzdî wek parçeyekî bingehîn ji miletê Kurd û hem wek rêxistin, wek nûnerên beşekî ji civaka Kurd, Xwe wek xwediyên Kurd û Kurdistanê dibîn in, û em ê tu carî rê nedin xwediyên nerînên teng û nijadperest ku ziyanê bighînin gewdê Kurdaweriyê.

Bijî Kurd û Kurdistan
Bijî têkoşîna gelê Kurd ji bo azadî û serxwebûnê

Komîteya ragihandinê ya Encumena Êzdiyên Sûrî

Elmaniya    29.04.12

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…