Karkirin ji bo yekîtiya Sûriyê û pêkanîna aramiyê jê re.

Dr. Ebdul Hekîm Beşar

Nîr û kawdanên ku şoreşa Sûriyê li ser astê şoreşgerî û gorepanî û  herweha li ser astê siyasî, herêmî û nêvdewletî têre derbas dibe, û derketina rêyên ji hev cuda û newekhev ji çareseriyê re , dihêlin ku ev şoreş bibê asêtirîn şoreş di vê deverê de.

 li ser astê şoreşgerî, şoreşgerên Sûriyê bi rêya tevaya Hevrêziyên şoreşger karîn pêdariya xwe ya bê sînor himberî sitem, zordarî û kuştina hovane bidin nîşandan û di vî warî de dastanên lehengî rûdan, ku di dema pêş de dikarin bibin nemoneyên şoreşgerî yên pêşketî di peymangeh û zanîngehên cîhanê de bên dan û xwendin.
 Evê şoreşê diyar kir ku dikarê xweragirê û xwe bi xwe pêş ve bidê , evê yekê hêlişt û dihêlê ku bibê hokarê bingehîn yê bi tenê ji berdewamiya şoreşê û pêdariya wê re û bibê pêkhatiyê serekî jî ji şoreşê re ,ya ku dibê cihê şanazî û serbilindiyê ji tevaya gelê Sûriyê re û hêviyên serketina dawiyê jî li ser wê yekê têne girêdan.
 Lê ,li ser astê siyasî , anku li ser astê opizisiyonê li vir tirseka mezin ji xwehirkirina berê şoreşê re rû didê, ku kar û xebata ji bo pêşeroja Sûriyê ber bi hevrikiyeka li ser desthilatê ve herê û hewldanên hin aliyan, ku xwîna zelala gelê Sûriyê ji ecindeyên siyasî yên taybet re ji xwe re bikarbînin û herweha ji bo armancin berteng ku dûrin ji armanên rasteqîn yên şoreşê re, ji ber wê jî di encaman de opizisiyon li ser herdu astan jî serneket û gavên mêzin jî ne avêtin,ya yekimîn , ne serketina wê di hevgirtin û danheva tevahiya pêkhatiyên Sûriyê de, ji bo ku bi xurtî û bi vîna xwe tevlî şoreşê bibin û ya duwimîn , niha di herêmê de qetbûn û parçebûneka dijwar di helwêstên hêzên herêmî de tên dîtin, di ber newekheviya siyasî re, evê cudabûnê destpêkirye ku rengekê mezhebî bistînê û ev yeke metirsîneka gewre li ser aramî û seqamgêriya deverê çêdikê, lê di warê nêvdewletî de , hê helwêstên tevilhev û cuda ne tenê li ser astê nêvdewlêtî (Rosiya û Çînê ve )tên xuyakirin, lê belê , li ser astê guropa dostên gelê Sûriyê jî berçav dibin, hin ji wan destgirê maytêkirina leşkerîne û hin dijberî wê ne û herwisa hin alîgirê çekkirina rikeberiyê ne û hin dî jî dijî wê ne.
li ser astê desthilatdariyê beryar û kiryarên li ser rûyê erdê tên diyar kirin, hê ew beryar û kiryar hevgirtîne, li hevhatîne û bihevremayîne û hêjî çareserkirina vê pirsgirêkê bi rêya dezgehên ewlekarî û hêzên lêşkerî dibînin û eger rijêm di parastina kursiyê desthilatdariyê de serneket, ne dûre ku ber bi karanîna nexweştirin û girantirîn sînaryo û rêyên ne baş ve here, ya ku pêwîste mirov di pêşeroja Sûriyê de berçav bigirê û ji ber wê jî divê mirov alav, pilan û pirogiramên diyar beramberî wan sînaryoyên rijêm berhev bike, ne ji niha bi tenê re û di vê qûnaxê de bi tenê , lê belê di qûnaxa hilweşandinê û ya piştî wê re jî . çi  çaxa ku rijêm baş têgiha ku dema hilweşandina wê nêzîk bûye, ji ber ku xwe bi parêzê, wê tevaya kaxezên xwe derxînê ji bo ku şerê navxweyî yan şerê tayîfî dijwar ne tenê bi mînê di hundirê Sûriyê de, dibê ku bibê egerê ne aramiya herêmê tevî, ku bi rengê xwe ve siyasî bê û bi naveroka xwe ve tayîfî bê, û li vir rijêm wê nemînê destgirêdayî , wê Sûriyê ji hev bikê û bike dewletin piçûk ta bi karê li ser erda yekî ji wan dewletan, eger bê xwestin wê şerê xwe bi rengekê dîtir bidomîne.
Lê tişta diltevzîn ewe, ku hê hin ji aliyên rikeberiya Sûriyê û bi rêya kar û helwêstên xwe yên siyasî û nûneratiya wan ji piraniya pêkhatiyên gelê Sûriyê re , ew jî beşdariya rijêma Sûriyê di avakirin û pêkanîna pêşerojeka tarî ya Sûriyê de dikin , pêşerojeka ku rijêmê jê re her wextî, ji dema ku desthilat bi dest xwe ve xistî, jê re kardikir, ew jî ewe: yan ezê hebim yan jê wê piştî min acawe û wêran bê.
 gelo , ev alî li dûrbûna metirsiya helwêstên xwe digihin yan ewê li peyî nêrîna xwe  ya bê ser û ber herin,yan  jê wê li ber danpêdana nêvdewlêtî ya netemam ji wan re serxweş bibin .

 parstina yekîtiya Sûriyê û pêkanîna aramî û seqamgêriyê jêre piştî hilwşandina rijêmê erkek pîroze, lê mixabin hin ji aliyên opizisiyonê bi rêyin dî ve diçin û van armancan pêknayînin .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…