Rêka bê dawî

Nizar Yosif
Li ser rêka  tavê dişopînim
Rêncbertiya liqata melw yên  
Li jor girêdayîn
û nêçîra  nêrkûviyan
Ling çaroxan ranagirin
Kolan….kolan
Li hîviyên rojê digerim
Nava warên wêrankirî

Neperûşkên lepên hovan
Dipirsim ?
Ji pariyê destên sêwiyan
hizretkêşên maçê lêvên baban
Nîgaş dikim
Kevir û darên çiyan
Di hembêza xwe de
Laşên bê kifin veşartin e
Saloxvanan digerim
Bê çare,,,
Bi çavên sist û mest
Li biskên giyayê xweristî
Ji dîwarê kelhan
Li hîmên we di pirsim
Tîpên sor kolayî li ser di xwînim
Dengên sitembaran!
Hûn agirê dilê dayîkanin
Kerb û kîna Cegerên hogiran in
Mereqê simbêlzerên
Ji qelûnê bi ser lêvan de Şkestîne
Qermûşkên eniyên Xuhdangirtî
Bi sermestî bendewarin
Gazindê civatên
Teşîrês û tevinkirên çavşil in Birano.
Kevokên deşta botanê
Ra û şaxên we
Ji qevda şûr û zanistiya
Bedirxanan têne der
Di nava refên 
Cangoriyan de
Şahidên sitemkarî
Û tarîbûna rojê ne
Şehîdên bê navin.
* Çelteyê parêzvaniyê    
Bi çelteyê qûtê rojê
Li fira baskên
Quling û bazên çiyan difirim
Li gorî xwendina sirûdeyên çavên we
Pişt parastin kevirên şevê
Û stranê paleyên bi qeynax û das
Lorîn ê melûvanan
Li ber dengê bilûra şivanan
Diçim kopên çiyan
Di pîvim geliyên bi şiftên libadeyê xwe
Parêzvan veşartin
Li pê bihna xuhdan
Û roniya we dikevim
Nalînê birînên xwê têde kirîn
Ji hinavan coşê tînim der
Pêlsirtiya girê Dicla
Min bi qurmîçkên kirasê deştê ve di dirû 
Bi meya teşiyên nûjenan
Werîsên stûr dirêsin
Rengîn dibin Gund û Bajar bi tevnên me
Sorbûna ava Xabûrê
Melûliya Ferat ê
Xalên zer liber pêlan dikevin
Sinbilên boş di hejin.
* Dengvedana nalînan
Di kûrnewal û şikeftan de
Li xirbeyên hestûyan rast têm
Li bajaran xwîn difûre
Jiyana nuh!
Hêrs dibim
Çavsoriya dîrokê
Hawar
Gazî 
Yezdanê rojê
Giyanê mafparêzan
Qêrînên min
Ji dengvedana kulomên çiyan
li avahiyan dizivirin
Birano
Awazên rûbaran û
Firokên sêwî
Sebrê didin kerixiyan
Boyerên salan
min behitî û bêzar digerînin
Bi hêminiyê ve dikevim.
    
* Bersiva giyanan
Livandina xwezayê
Giyanê bêzaran e
Ji xemsariyê şiyar dibim
Biskên ji dilopên sor şîn dayîn
Ji ristên evîndaranin
Bi dîdarin ber çavan re di bihûrin
Nûnerên serdemê
Bersivdanên mirinê û jiyanê
Bersiva xwefiroş û
Hovîtiya leşkerên devxwîn didan
Serokeya ji Şagirtiyên celaliyan mayîn
Talan birin
Wêranî kirin diyarî
Xewa zikmakan revandin
Mirov ji waran hilandan
Giyan ji gewdan kişandin
Dîwarê sebra me şikandin
Di gotin :
Em ne namûsfiroş in
Em wê dikirin 
Bi rûmet diparêzin.
02.06.02

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…