Ji çend rojan ve hevalê me yê nivîskar Mehmûd Ako ji ber jana her du gurçikên xwe di halekî perîşan re derbas dibe.. Mehmûd Ako wek nivîskarekî Kurd ku ji 20 salan ve bi zimanê kurdî dinivîse.. Wî 10 salên dawî ji jiyana xwe li Almaniya, wek penaberekî derbas kirin û ji berî salekê ve zîviriye welatê xwe û bajarê xwe Qamişlo nav mirov, dost û hevalên xwe.. Lê sed mixabin ku ji çend rojan ve her du gurikên wî di kirîzak mezin re derbas dibin..
Û dawî em dibêjin; Derbasbûyî be mamoste Mehmûd Ako, derbasbûyî be.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd
Qamişlo, 11.08.2012

Şîrove (0)